Krîza aborî bandor li amadekariyên zivistanê jî kir

  • 09:06 7 Îlon 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Li Amedê amadekariyên zivistanê didomin.  Lê krîzê  bandor li van amadekariyan jî kir. Bihayên li ser tezgahan welatiyan dide zorê û ev rewş pêşî li amadekariyên zivistanê jî digire.
 
Li malan amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Jinên ku germa dawî ya havînê wek derfet dibînin, sebzeyan hişk dikin û li aliyê din jî konserveyan çêdikn. Jinên Amedê di bin şertên giran ên krîza aborî de amadekariyên zivistanê dikin. Her sal ku di van mehan de li her  kolanê bîhna sebzeyên pijandî li bajar belav dibû, îsal heman dîmen tûne ne. Jin der barê amadekariyên îsal de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Berê salê carê biha zêde dikirin, lê êdî her deqe tê kirin’
 
Jina bi navê Fahriye Çukur da zanîn ku ji br bihabûn û şertên aborî nikare biçe bazaran û wiha vegot: “Firingiyên herî xerab kilo 12 TL ye. Em  bi vî bihayî çawa salçeyê çêbikin. Her sal min 20 şûşe çêbikira îsal ez 5 hebî çêdikim. Dîsa li gorî salên borî min sebze îsal kêm hişk kir. Biha pir zêde ne.Sala borî min 10 kase firingî girt û kir salçe.  Lê îsal me çênekir. Em bi mûçeyê teqawîtbûnê çi bikin. Em xwendekaran bidin xwendin. Em biçin bazarê. Ez du xwendekarên zanîngehê didim xwendin. Roj bi roj her tişt biha dibe. Ez 60 salî me. Berê salê carekê biha dihat zêdekirin, niha deqeyê carê tê zêdekirin. Her tişt wêran bûye.”
 
‘Bi 5 hezar TL çi tê girtin?’
 
Jina bi navê Naciye Balte jî bi lêv kir ku taxa lê rûdine bihayên bazara wan pir bilindin û ev tişt bi lêv kir: “Lîtreyek şîr bûye 20 TL. Kîloya îsotê 15 TL, ya îsota sor 25 TL ye. Em çawa bigirin. Mûçeyê me 5 hezar e. Em nikarin hewcedariyên xwe dabin bikin. Em amadekariya zivistanê dikin lê em nikarin tiştekî bigirin. Me hîna tiştek hişk nekiriye. Pere tûne ye. Du zarokên min girtî ne ez ji ku bînim.”
 
‘Ji ber bihabûnê em nikarin tiştekî bikin’
 
Jina bi navê Amîne Atli jî diyar kir ku sala borî her tişt digirtin lê îsal nikarin biçin bazarê. Amîneyê wiha domand: “Ez biçim jî destvala vedigerim. Kîloya firingiyê 15 TL, ya îsotê 25-30 TL ye. Me tiştek çênekiriye. Ne ez ne hevjînê min em naxebitin. Ez diçim bazarê destvala vedigerim. Sala borî me her tişt çêkir. Evqas ne bihabû. Em bi 200 TL diçûn me her tişt digirt. Lê îsal bi 600 TL em nikarin tiştekî bigirin.”
 
‘Heta em tên malê pere diqede’
 
Hanim Can jî balkişand ser krîza aborî û diyar kir ku hêza girtinê nemaye û wiha bi lêv kir: “Ez diçim bazarê dixwazim goşt bigirim lê nikarim bigirim. Heta em tên malê pere diqede. Em çi bikin? Berê kiloya firingiyan 5 TL bû lê niha yên herî xirab bi 12 TL û îsal bûye 15 TL. Em nikarin bikirin pere tûne ye. Heta serê mehê tê em deyndar derdikevin. Di bêrîka me de pere namîne. Tenê min salçe çêkiriye. Mûçeyê teqawîtbûnê têr nake. Çewalê ard bûye 600 TL.Heta serê mehê pere namîne.”