Ji ber qeyranê jinên Wanê îsal nikarin amadekariyên zivistanê bikin

  • 09:06 3 Îlon 2023
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin - Nazlican Nûjîn Yildiz 
 
WAN - Bi hatina zivistanê re amadekariyên zivistanê ku dest pê kirin, jinên Wanê destnîşan kirin ku ji ber qeyrana aboriyê îsal nikarin tiştekî bistînin û amadekariyê bikin. Jinan, bertek nîşanê îktîdarê dan û gotin dviê demildest ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin.
 
Havîna ku îsal bi qeyrana aboriyê dest pê kir û bi kûrbûna qeyranê re demsalê xilas dike niha ber bi zivistanê ve diçe. Bi taybetî bi hatina zivistanê re amadekariyên ku dest pê kirin, bi astengiya qeyranê re rû bi rû dimîne. Ji ber hemû tiştên ku gelek biha bûne, welatî nikarin danûstandinê bikin.
 
Jinên Wanê yên ku di bazarê de danûstandinê dikin, diyar kirin ku ji ber qeyranê nikarin dest bi amadekariyên zivistanê bikin.    
 
‘Sedema vê qeyranê siyaseta Tirkiyeyê ye’
 
Habîbe Şen, anî ziman ku ew îsal ji ber qeyrana ku kûr bûye nikarin debara xwe bikin û jiyan ji bo wan gelek zehmet bûye. Habîbe, diyar kir ku ji ber hemû tişt gelek biha ne nikarin amadekariyên zivistanê bikin û wiha got: “Em nikarin zebze bistînin û amadekariyên zivistanê bikin. Hemû tişt gelek biha bûye. Em her hefteyê tên danûstandinê lê em her hefte taloqê hefteyek dinê dikin. Lê her hefte her tişt bihatir dibe. Bi vê zehmetiyê em ê heta ku derê biçin em nizanin. Her roj zem tê kirin. Em çawa jiyana xwe bidomînin. Îsal hemû tişt zêdetir biha bûye. Li gor salên borî îsal bihayê hemûyan zêdetir bûye. Ji ber vê qeyranê em hem di aliyê rih û hem jî ji aliyê derûniyê de nebaş in. Di aliyê aboriyê de hemû kes di nava zehmetiyan de ye. Me ji bo zivistanê melemen çêdikir û zebze hişk dikir. Lê bi taybetî ev du sê salên dawiyê ye ku em nikarin tu tiştekî bikin. Berê erebeya zebze dihat taxan, me distend. Lê niha ne ew tên û ne jî em dikarin bistînin. Em nikarin her tiştê ku zarokên me dixwazin bistînin. Ji ber vê yekê em nikarin debara xwe bikin. Ez îro jî hatim bazarê lê min zêde tişt nekarî bistanda. Em bang rayedaran dikin ku demildest ji vê qeyranê re çareseriyê bibînin. Êdî bes e, heta kengî ev rewş wê bernewam bike? Sedema vê qeyranê bi siyaseta Tirkiyeyê ve jî eleqedar e. Em jî êdî jiyanek xweş dixwazin. Di heman demê de ji ber vê qeyranê welatiyên ku rewşên wan ên ji me xiraptir hene. Ew kes jî nikarin debara xwe bikin. Welatî ji ber nikarin debara xwe bikin ji xwe re li avahiyên erzan ên kirê digerin. Îro dema em lê dinêrin kirêyên xaniyan derxistine sê qatan. Qîmeta dirav ketiye. Di vê rewşê de em çawa debara xwe bikin?”
 
‘Serokkomar bila pêşiya vê qeyranê bigire’
 
Saadet Îlkbahar jî got qeyranek gelek kûr heye lê ew ji neçariyê tên danûstandinê dikin û wiha pê de çû: “Ez ji bo amadekariya zivistanê bikim hatim bazarê. Em bi meaşê kedkariyê nikarin debara xwe bikin, zehmet e. Li gor sala borî îsal hemû tişt gelek biha ye. Serokkomar bila ji vê rewşê re çareseriyê bibîne. Bila esnaf û gel mexdûr nekin. Her roj bihayê tiştan zêde dibe. Em ji bo zivistanê konserve çêdikin, îsot û bacanên reş zûha dikin. Lê ev zebze hemû biha bûne. Ger ku rewş wiha berdewam bike dê zivistanê rewş xiraptir bibe. Jixwe em niha nikarin tiştekî bikirin, zivistanê em hîç nikarin bigirin. Ji ber ku dê gelek biha be. Em zivistanê nikarin 500 TL’yê bistînin jî. Em bang serokkkomar dikin ku rewş wiha naçe. Bila alîkariya gel bike. Em wek gelê Wanê dixwazin ku ji vê qeyranê re çareseriyek bê dîtin. Ez meaşê kedkariyê 6 hezar û 300 TL distînim û bi vê debara xwe dikim. Bi vî diravî em çawa debara xwe bikin? Baş e ku xaniyên me ne kirê ne. Ger ku kirê bûya me yê qet nikaribûna debara xwe bikira. Gel hemû pêrîşan bûne. Bila pêşiya vê qeyranê bê girtin.”
 
‘Sarincê me vala ne’
 
Dayika bi navê Rabîa ku paşnavê xwe negot, destnîşan kir ku ji ber hemû tişt gelek biha ye wan hîn dest bi amadekariyên zivistanê nekiriye û wiha domand: “Em yek an jî du kîloyan her carê distînin. Encax bi vî awayî em dikarin îdare bikin. Ji ber ku tu tişt nayê kirîn. Îsal hemû tişt gelek biha ye. Ji vê qeyranê herî zêde welatî û taybetî kesên xizan bi bandor dibe. Em dema tên bazarê kîjan esnaf erzan bide ji wir distînin. Dema em dibêjin çima ev qas biha ye, dibêjin mezot gelek biha ye. Ne esnaf dikare bifroşe û ne jî em dikarin bistînin. Ji bo zivistanê me hîn tiştek nekiriye. Me berê ji bo zivistanê fasûlî, firîngî, îsot û bacanên reş dikirî, îsal em qet nikarin bistînin. Kîloya fasûlî berê bi 10 TL’yan bû niha bûye 40-50 TL’yan. Em bi meaşê kedkariyê nikarin debara xwe bikin. Daxwaza me ji îktîdarê ew e ku êdî ji vê qeyranê re çareseriyê bibînin. Hêza me nîne ku em her tiştî bistînin. Em nizanin ku rewşa vî welêtî wê çawa be. Sarincên me vala ne. Em nizanin wê ev zivistan çawa derbas be.”
 
‘Her roj buha dikin’
 
Dayika bi navê Sabiha ku paşnavê xwe neda, bi lêv kir ku ji ber hemû tişt gelek biha ye nikarin hemû tiştê pêwîst e bistînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû tişt gelek biha ne. Her roja ku em tiştan distînin em dibînin ku dîsa buha bûye. Mirov nikare tu tiştî bikire. Sala borî me bamyayê 40 TL’yê dikirî, lê niha bûye 100 TL. Zebze jî wisa biha bûne. Tişta ku em bikin nîne. Her roj buha dikin. Piyase vala ye. Dema em ji esnafan dipirsin çima ew qas biha ye, ew dibêjin mazot biha ye herin ji kesên dinê pirs bikin. Ji wan kesan dema pirs dikin dibêjin şerê Ûkrayna û Rûsyayê heye û ji ber wan e. Em nikarin destên xwe bidin her tiştî, gelek biha ye. Kirêya xaniyan jî gelek biha bûye. Milet nikare kirêya xaniyan bide. Dê çawa danûstandinê bikin. Dibêjin petrol hatiye dîtin. Çima em vê petrolê nabînin. Ew qas her tiştî biha dikin bila zivistnê buhayê gaza xwezayî jî daxin. Em nizanin ku ev rewşa me wê çawa be. Ji bo zivistanê min hinek firingî û îsot kiriye sarincê. Lê min îsot jî zêde nekirî. Sarinc vala dimînin. Di demên berê me gelek tişt dikaribû bistanda, lê niha em nikarin tiştekî bistînin. Em nizanin dawiya me dê çawa be.”
 
‘Destên vala tên û diçin’
 
Gulçîn Eroz jî ku ji bo zivistanê di bazarê de danûstandin kir, diyar kir ku bi 200 TL'yî du kîlo îsot û du kîlo jî firîngî kiriye û ev tişt got: “Em nikarin her tiştî bistînin. Ev gel dê çawa bike. Em vê havînê nikarin bistînin, em ê zivistanê çawa bikin. Ez hatim bazarê li cihê herî erzan tiştan bikirim, min 300 TL da du poşetan. Ji bo zivistanê min hîn tiştek nekiriye. Her sal min amadekarî dikir. Kar nîne ku malbatên me bixebitin. Çima ev qas buha dikin. Hevjînê min, ji ber kar nîne, di malê de ye. Ez jî hatime bazarê tiştan bistînim. Lê dirav nîne bistînim. Em bi destên vala tên û diçin. Ev hemû ji ber me ye. Me ewqas ew mêrikê mezin kir, îro vî tiştî tîne serê me.”