Ji axê heta ser sifreyê girar...

  • 09:02 17 Îlon 2023
  • Jiyan
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Jinên Hêşerîyî, xwarina herî sereke ya mitbexên Kurd girarê di sîtîlan de dikelînin û dibin ser sifreyan.
 
Jinên gundê Hêşerîya Qoser a Mêrdînê xwarina herî girîng a mutbexa Kurd, girar di sîtîlan de kelandin. Sîtîlên girarê ku wek kevneşopiyekê ne, ji aliyê zarokan ve jî eleqeyek mezin dîtin.
 
Ji axê heta ser sifreyê
 
 
Genimê ku payîzê di meha cotmehê de tê çandin havînê tê rakirin û bi rakirina berhem re genim ji bo girar û ard tê paqijkirin. Genimê hişk ji bo girar, yê nerm jî ji bo ard tê veqetandin. Piştre genimên ji bo girar bi keda jinê tê parzûnirin û di sîtîlan de tên kelandin û tê raxistin du rojan di bin rojê de dimînin. Hebên girar ku baş hişk dibin, ji bo hêranê dişînin aş. Piştî vê girar ji bo ser sifreyan amade ye.
 
Bi keda jinê li ser sifreyan cihê xwe digire
 
Zehra Ertaş çêkirina girarê ku berê wek kevneşopiyekê bi komî di sîtîlan de dihat çêkirin wiha vegot: “Ji berê de em girara xwe çêdikin. Ji sîtîlan tenekeyek me ji bo zarokan derdixist. Piştî dikeliya me li zarokan belav dikir. Berê me hemû gundiyan an jî bi dorê dikeland. Piştî rakirina berhem me girar dikeland. Du roj sê rojan me li ber rojê hişk dikir piştre dişand aş. Piştre makîneya şeîreyan dihat gund. Ji bo şeîreyan me hevîr dikir û diqeland. Me jî şeîreyên xwe bi girar re li nav hev dixist. Me berê her tişt bi keda destê xwe dikir. Lê niha em bi makîneyan dikin. Di hefteyekê de me girara xwe amade dikir û ji bo ser sifreyan amade bû.”