Zekiye Îlbasan beraet kir

  • 16:01 7 Adar 2024
  • Hiqûq
 
 
AMED - Cîhgira Hevsokên DBP'ê ya berê Zekiye Îlbasan ku di daxuyaniya hat xwestin ji bo Rêeberê PKK'ê Adullah Ocalan bê dayîn de hat binçavkirin û hat girtin, ji doza jê dihat darizandin beraet kir.
 
Cîhgira Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP)  Zekiye Îlbasan ya dema tevli daxuyaniya ku wê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bihata dayîn bû di 2023'yan de li parka Koşuyoluyê bi 103 kesî re hat binçavkirin û piştre jî hat giritn, 2'emîn Danişîna Doza jê dihat darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Zekiye tevli danişînê nebû lê parêzera wê Ozum Vurgun tevli bû. 
 
Dadgehê piştî parastinê biryara xwe aşkere kir û biryara beraetê derbarê Zekiyeyê de da.