Rêvebera DEM Partiyê Neriman Birlikler tehliye bû

  • 14:00 7 Adar 2024
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Rêvebera DEM Partiyê Neriman Birlikler a bi hinceta serdanên li girtîgehê hatibû girtin, tehliye bû. 
 
Yekemîn rûniştina doza rêvebera DEM Partiyê Neriman Birlikler bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakliyê hat lidarxistin. Nerîmanê û parêzerên xwe di rûniştinê de amade bûn. Xizmên Nerîmanê û rêveberiya partiyê jî doz şopandin. 
 
Pirsa, "Tu çima diçe hevdîtina kesên tu û ew bi heman sûcî tên darizandin" ji Nerîmanê hat pirsîn. Şahida eşkere ya bi navê Buse Aslan a di dosyayê de cih digirt nehat rûniştinê. Şahidê nepen jî da zanîn Nerîmanê ji rêxstinê talîmatê digire û bi girtîgehan re têkiliyê datîne. 
 
Parêzerên Nerîmanê da zanîn derbarê îddiayan de tu delîl tune ye û gotin îfadeyên şahidan ne di cih de ne. Parêzeran tehliyeya muwekîla xwe xwestin. 
 
Dozger xwest Nerimanê bê girtin. Heyeta dadgehê jî dema girtinê ya Neslihanê girt ber çavan û biryara tehliyeyê da. 
 
Rûniştin taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin.