Parêzer Gîzem Mîran: Divê tîpên S û Y bên valakirin

  • 09:03 21 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
 
AMED - Hevseroka OHD’a Amedê Gîzem Mîran da zanîn ku armanca zêdekirin tîpên S û Y polîtîkayên tenê hiştinê ye û got: “Divê demildest avakirina tîpên S û Y bên rawestandin, yên din jî bên valakirin.”
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê şertên girtiyên siyasî her diçin zehmet dibin û tecrîd tê meşandin. Destilatdarî niha plan dike girtîgehên tîpên S û Y zêde bike û bi tecrîda li ser girtiyan pergala cezakirinê ava bike. Ev girtîgehên kapasîteya wan 300-400 e, girtî tê de rojê nabînin, nikarin hev bibînin û jiyana civakî tên îzolekirin. Komîsyoan Girtîgehan a Komleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) der barê van girtîgehan de di 2023’yan de rapor weşand û li gorî raporê li Tirkiyeyê herî kêm 16 yên ewlehiya bilind, 4 heb yên tîpaY û 6 jî tîpa S hene. Li gorî raporê hat diyar kirin tîpên Y li gorî yên ewlehiya bilind mîmariya wan cudaye û ji ber vê tecrîd û xesp û  binpêkirin maf lê tên jiyîn. 
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Gîzem Mîran der barê girtîgehên tîpên S û Y de nirxandin kir.
 
‘Em serî li saziyên dewletê didin’
 
Gîzemê daxuyakirin ku binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin, ji nêz ve bi girtiyan re eleqeder dibin. Gîzemê balkişand ser grevên birçîbûnê û got: “Grevên birçîbûnê bi daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û bidawîbûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Em jî wek komele dem bi dem der barê rewşa girtiyan de girtîgehan ziyaret dikin û raporan amade dikin. Di vê mijarê de em serî li saziyên dewletê didin. Bi rêxistinên civaka sivîl re bi heman awayî em serlêdanan dikin.”
 
‘Hucre rojê nabînin’ 
 
Gîzemê, destnîşan kir ku tîpên S û Y zêde bûne û wiha dirêjî daye: “Ev girtîgeh ji Tîpên F girantir ketine rewşa rejîmek înfazê. Bi tîpên S û Y îzolasyon tê armanckirin. Hucre rojê rabînin. Pişta hucreyan bi awayekî li rojê be hatine çêkirin. Paçeyên girtîgehê jî li gorî ku kêm roj bikeve hundir hatine çêkirin û bi telan hatine pêçan. Ji bo hemû girtiyan saetek û nîv mafê hewayê tê dayîn. Lê li qanûnan jî pir zelal tê gotin ku ji bilî kesên muebeta girtina girtin, ji serê sibê heta jimartina êvarê deriyên hewadankê tên vekirin. Lê tevî vê li tîpên S û Y ji bo girtiyên ceza girtine saetek mafê hewadankê tê dayîn.”
 
‘Hevdîtin tên astengkirin’
 
Gîzemê bi lêv kir ku girtîgehên S û Y ji bo mirov tenê bên hiştin hatiye teşekirin û wiha bi lêv kir: “Dema ji tîpên S û Y girtiyan sewqê nexwşxane an jî runiştinan dikin di wesayîtên rîngê yên yek kesî de dibin. Ev girtîgeh bi giştî li ser îzolasyonê hatine avakirin û esasa vê jî pergala tecrîdê ye. Ev girtîgeh li cihên dûr hatine avakirin. Li ser girtiyan zexta psîkolojîk tê kirin. Ligel vê hevdîtin jî bi awayekî cidî tên astengkirin. Gelek malbat hem ji ber şertên hewayê hem jî di alî xwegîhandina girtîgehan de zehmetiyan dikşînin.”
 
‘Pêkanînên dijmirovahî’
 
Gîzemê armanca der barê zêdekirina tîpên Y û S de jî wiha nirxandin kir: “Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Rê li ber texrîbatên mezin vedike. Di vê dem aku pêşiya siyaseta demokratîk hatiye girtin de gelek binpêkirinên mafan li welat tên jiyîn. Mirov di hawirên bê ewle de dijîn. Tîpên S û Y jî yek ji parçeyên vê ne. Li girtîgehên Tîpên S û Y li ser rih û bedena mirovan texrîbatên mezin hene û encamên em dikarin bêjin îşkence û pêkanînên dijmirovahiye dertên holê.”
 
‘Divê avakirina van girtîgehan bê rawestandin’
 
Gîzemê daxuyakirin ku ev girtîgeh bandorek mezin li ser girtiyên nexweş dike û got: “Ev girtîgeh rojê nabînin, hewayê nagirin. Hucre bi nem in. Cilên wan ziwa nabin. Armanca zêdekirin tîpên S û Y polîtîkayên tenê hiştinê ye. Divê demildest avakirina tîpên S û Y bên rawestandin, yên din jî bên valakirin.”