Ji bo Çaglar Demîrel daxwaza beraetê

  • 13:16 20 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Ji bo Parlamentera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel a ku bi hinceta "Heqaret li serokomar kiriye" tê darizandin daxwaza beraetê hat kirin. 
 
Rûniştina doza parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel ku bi hinceta “heqaret li serokomar kiriye” li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin.  Çaglar tevli danişînê nebû, parêzerê wî Serdar Çelebî li danişînê amade bû.
 
Ji dozger daxwaza beraetê
 
Dozgeriyê der barê esasê dozê de nêrîna xwe pêşkêşî dadgehê kir û bi bîr xist ku Çaglar di axaftina xwe ya 29'ê Gulana 2016'an de li hemberî gotinên Tayyîp Erdogan ên di mîtînga Amedê ya 2016'an de gotina "Em gotinên wî li wî vedigerînin" bi kar aniye,  bi bîr xist ku Çaglarê di axaftina xwe ya 1'ê Tîrmeha 2016'an de jî gotiye, "Yên ku heta duh Rûsya û Îsraîl weke 'terorîst' bi nav dikirin, niha serî li ber wan ditewînin û dixwazin lêborînê ji wan bixwazin  de got, "Tu îfadeyeke ku heqaretê li serokomar dike tune ye" û daxwaza beraeta Çaglarê kir.  
 
Li ser daxwaza beraetê ya dozger û parêzerê Çaglarê heyeta dadgehê biryar da ku di rûniştina pêş de biryarê bide û danişîn taloqî 21'ê Adarê kir.