'Xizan dimirin û dewlemend jî bêhtir dewlemend dibin'

  • 09:02 6 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Rewşa aborî ku bandor li her qadê kiriye welatiyan li bazarê jî dide zorê. Jinên ku ji bo dan û standina hefteyî diçin bazaran destvala vedigerin. Jinan bi gotinên ‘xizan dimrin, dewlemend hîn bêtir dewlemend dibin’ bertek nîşanî polîtîka aboriyê dan.
 
Li Tirkiyeyê bi milyonan mirov di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Li welatê ku zarok nikarin têr bibin, jin nayên îstîhdamkirin û welatiyên ji 7 salî heta 70 salî di nava xizaniyê de hewl didin bijîn, her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe, pêdiviyên herî bingehîn jî nayên dabînkirin. Yek ji sedemên herî mezin ên van şert û mercên xizaniya kûr polîtîkayên şer ên ku hikûmet dimeşîne ye. Îsrara di polîtîkayên şer û zextê de mirovan mehkûmî mirinê û birçîbûnê dike.
 
Li Kurdistanê di nav hebûnê de tunebûn!
 
Li Kurdistanê ji ber bandora polîtîkayên şer, gel xizanî û birçîbûnê dijî. Çandinî û sewalkarî ku çavkaniya debarê ya sereke ya Kurdistanê ye, ji ber polîtîkên şer bê bandor hatiye hiştin.
 
Bajarê çand û sewalkariyê
 
Yek ji bajarên ku ji ber polîtîkayên şerê taybet nisîbê xwe ji krîza aborî girtiye jî Mêrdîn e. Li Qosera Mêrdînê ku yek ji navçeya herî mezin a çand û sewalkariyê ye, tablo naguhere. Nifûsa navçeyê ya li gorî hejmarên fermî 271 hezar û 307 e lê gelek penaber jî li navçeyê bi cih bûne. Li Qoserê piranî welatî di bin mûçeyê asgarî ku di bin sînorê birçîbûnê de ye dixebitin.
 
Li qada bazarê li etîketên sebze û fêkiyan li şûna kîlo, nîv kîlo tê nivîsin. Bê guman yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Jin der barê rewşa xizanî û aboriyê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Ez bi 300 TL hatim bazarê lê kîloyek pelên mêwan  150 TL ye’
 
Makbule Onder (63):  Her tişt biha ye. Em mehê bi hezar TL hewl didin debara xwe bikin. Hezar TL ma pereye gelo. Ez bînim bazarê bêyî em tiştekî bigirin wê biqede. Mûçeyê me tune ye. Hevjînê min naxebite. Ez hatim bazarê lê nikarim tiştekî bigirim. Bi 300 TL hatim lê bi vî pereyî çi tê girtin. Kîloyek pelê mêwan bi 150 TL ye. Em niznain çi bikin. Pere têrî titşekî nakin. Bila bihayê bên sekinandin biha bikevin. Mirov perîşan bûne.Ez nexweşa şekir û tansiyonê me neçarim 48 hezar TL bidim dermanan. Gelo ez ê çawa bidim.”
 
‘500 TL ancax têrî xwarina êvarê dike’
 
Selwa Omer (48): Her tişt biha ye. Em bi 500-600 TL tên bazarê lê em nikarin tiştkî bigirin. Tiştên em digirin jî têrî me nake. 500 TL ancax têrî xwarina êvarê dike. Em nikarin fêkî bigirin. Divê biha bikevin. Em nikarin debara xwe bikin. Em 10 kes dijîn. Em nikarin ji zaorkan re fêkî bigirin.”
 
‘Em goşt salê carekê di cejna qurbanê de dixwin’
 
Şukriye Ballibey (52): Bi 500 TL hatim bazarê. Lê hîna min tiştek negirtiye 250 TL çû. Mîn hîna firingî, îsot tiştên wisa negirtine. Em mehê sê kes bi 10 hezar pere debara xwe dikin. Em nikarin goşt bigirin. Em salê carekê di meha qurbanê de goşt digirin. Em mirişkê jî du mehan carê digirin. Em li bendê ne ku biha kêm bibin.
 
‘Xizan dimrin, dewlemend hîn bêtir dewlemend dibin’
 
Munevver Yusuf (54): Ez bi 500 TL hatim bazarê. Min hindik goşt, pîvaz, firingî û kartol girt. Yek kuruşek nema. Min fêkî û xiyar nikaribû bigirta. Saleke me goşt negiriye. Em goştê mirişkê digirin. Ez mehê hezar û 200 TL mûçe digirim. Em 4 kes bi vî pereyî debarê dikin. Xwişk û birayên min piştgiriyê didin min .Xizan dimrin û dewlemend jî dewlemend dibin.
 
‘3 hezar mûçeyê pîrbûnê digirim, 3 hezar û 500 jî kirê didim’
 
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide: Min kîloyek sêv, çend mişmiş û hinek îsot girt 70 TL girt. Em nikarin debarê bikin. Jiyan zehmet bûye. 3 hezar mûçeyê pîrbûnê digirim, 3 hezar û 500 jî kirê didim. Divê hikûmet piştgiriyê bide me. Divê mûçeyê me bê zêdekirin.
 
‘Gelo bila xizan bimirin?’
 
Bedîya Ertaş: Kîloya mişmişan 50 TL. Ya firingiyê 25, ya îsotê 40 TL. Gelo bila xizan bimrin? Ez bi 500 TL têm bazarê em nikarin tiştekî bigirin.
 
‘Em 6 kes bi 15 hezar pere debarê dikin’
 
Esma Ok: Ez bi hezar TL têm bazarê. Lê em nikarin li gorî xwe tiştekî bigirin. Her tişt biha ye. Em nikarin fêkî bigirin. Em ji aboriyê ne kêfxweşin. Her tişt biha ye. Bila bihayî bê sekinandin. Em 4 hezar TL kirê didin. Em 16 kes bi 15 hezarî debarê dikin.