'Di komkujiyê de emniyetê peywira xwe bi parastina DAIŞ’ê anî cih'

  • 09:05 2 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
Melek Avci
 
ENQERE- Yek ji parêzerên doza Garê Îlke Işik da zanîn ku sê roj beriya komkujiyê Yakup Şahîn ê bombeyên zindî anîne ji aliyê dewlet- emniyeta Dîlokê ve hatiye guhdarkirin û got: “Gelek delîl û belge hene ku ev komkujî tenê ji aliyê DAIŞ’ê ve nehatiye kirin. Emniyeta Dîlokê bi parastina DAIŞ’ê peywira xwe kiriye.”
 
Hefteyên borî 24’emîn runiştina doza Garê ya 10’ê cotmehê hat dîtin. Dozger mutala xwe aşkera kir. Di mutala hat dayîn de hat xwestin ku gumanbar Erman Ekîcî ji ‘binpêkirina pergala destura bingehîn’ û gumanbarên din jî  ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ ceza hat xwestin. Ji bo gumanbarên ku teşebusî mirina 11 kesî kirin jî daxwaza beratê hat kirin.  Doz taloqî 26’ê hezîranê hat kirin. Parêzera dozê Îlke Işik der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Di girtina dosyayê de lez û beza mezin
Îlkeyê da zanîn ku doz ji 2016’an de didome û ji destpêkê de hewl tê dayîn doz bi lez bi encam bibe. Îlkeyê wiha daxuyand: “Li welat ji bo tu zozan evqas les nehatiye kirin. Dozek hêsan jî bi salan didome. Lê doza komkujiya herî mezin a li welat bi lez û bez didome. Armanca vê jî ev e ku dosyayê ji ber çavê rayagiştî rabikin. Di esasê de wateyên polîtîk yên lezbûnê hene. Daraz bi talîmatan êdî dimeşe. Li Enqereyê kesekî ji DAIŞ’ê bi rehetî hat komkujiyek mezin kir. 103 kesî jiyan axwe ji dest da. Bi sedan birîndar çêbûn. Gelek kesî şahidiya vê kir. Em vê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
 
‘Dîwarekî mezin yê dane pêş me heye’
 
Îlkeyê ev tişt daxuyand: “Em di rewşek pir polîtîk de ne. Darizandin polîk e. Naxwazin rastiyan bibînin. Der barê hewldanên me de dîwarên mezin hene. Belê DAIŞ’ê ev komkujî kir û hinek hatin girtin.  Bi delîlên nîvco hinek hatin darizandin Gumanbarên fîrarî jî rêveberên rêxistinê ne û me ev îspat kir. DAIŞ’ê rêxistin kir lê, Walîtiya Enqereyê, midûrê emniytê, wezareta dadê ku destur dane mîtîngê berpirsin.  Darazeke ku van qet nîqaş nake li pêş me heye. Mutalayeke ku sûcê li dijî mirovahiyê nabîne heye û tenê ji ‘teşebusa hilweşîna pergala destura bingehîn’daxwaza ceza dike  li pêş me heye.”
 
‘Delîlên der barê Yakup Şahîn de hatin veşartin’
 
Îlkeyê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Ji 2018’an heta aniha ji darizandina hatiye kirin me dît. Di vê komkujiyê de tevî ku evqas delîl û belge hebûn, tenê avêtin ser berpirsyariya DAIŞ’ê. Yek ji kesên ku ev komkujî plan kir Yakup Şahîn, beriya komkujiyê gubre girtiye û ev hatiye tespîtkirin. Delîlên der barê vî kesî de ji aliyê dozger ve tên veşartin. Em her carê dibêjin ev dosyayên winda yên li Nîzîpê ne. 4 sal piştî komkujiyê dozgeran li edliyeyê ev dosya avêtin.Tayînên wan derketin. Hemû rayagiştî êdî dizane. Dozgeran dosya tek kirin û çûn.”
 
Îlkeyê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Li wir çi hebû. Yakup Şahîn di 30’ê îlonê de diçe Nîzipê û hewl dide gubre bigire. Yê gubre difroşe ji dikeve gumanan. Ji ber dixwaze bi tonan gubre bigire. Lê tê îxbarkirin. Emniyeta Nîzîpê wî dibîne. Dibêje Yakup Şahîn e. Navnîşana wî dibîne. Ji Emniyeta Dîlokê re radigihîne. Lê Emniyeta Dîlokê tu titşekî nake. Me der barê vê de serlêdana sûc kir lê dadgehê mixabint  tiştek nekir. Niha hemû delîlan tune dihesibînin û dibêjin em tenê ceza didin gumanbaran. Mutalaya dane tê vê wateyê.  Emniyeta Dîlokê peywira xwe bi parastina DAIŞ’ê aniye cih.”
 
‘Em ji bo 2015’an edeletê dixwazin’
 
Îlkeyê destnîşan kir ku hîna şahidê nehatine guharkirin hene û belge û agahiyên ku tên xwestin di dosyayê de nehatine komkirin. Îlkeyê got ji ber vê nikare mutala bê dayîn û wiha dirêjî dayê: “Runiştina pêş gelek girînge. Bêguman ya girîng ev e ku rayagiştî vê bişopîne. Ji ber em ji bo pêvajoya 2015’an edeletê dixwazin. Em der barê vê komkujiyê de edeletê dixwazin. 26’ê Hezîranê girînge.”