Ji Makbûle Ozer peyam: Ez ê li ber xwe bidim

  • 09:04 2 Gulan 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Girtiya nexweş Makbule Ozer ku bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî, peyama “Ez ê li berxwe bidim” daye. Keça wê Lorîn Ozer Yetîş jî destnîşan kir ku dema mijar kurd be pergala edaletê hildiweşe û bang Wezîrê Dadê kir ku girtiyên nexweş berdin.  
 
Girtiya nexweş Makbule Ozer a ku li navçeya Artemêt ya Wanê bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kiriye” hat girtin, di 9’ê Gulana 2022’yan de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hat birîn.  Di 7’ê Îlona 2022’yan de, cezayê wê ji ber nexweşiyên wê salekê hat paşxistin û hatibû berdan. Lê piştî rapora ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “Dikare di girtîgehê de bimîne” Makbuleya 82 salî dîsa hat binçavkirin û di 22’yê Nîsanê de hat girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Wanê. Piştî girtina Makbule di her aliyê de bertek mezin bûn.
 
Keça Makbule, Lorîn Ozer Yetîş ji ajansa me re axivî.
 
ATK’ê tercûman qebûl nekir
 
Lorîn, anî ziman ku di meha kanûna 2023’yan de dema dayika xwe birine ATK’ê biryara “Girtîgeha navenda rehabîlîtasyonê dikare bimîne” daye û got ku du bijartin dane pêşiya wan yek Îzmîr û yek jî Elezîz. Lorîn, diyar kir ku ji ber li Îzmîrê xizmên wan hebûne wan Îzmîrê jibartine û wiha domand: “Di encama jibartina me de me şandin girtîgeha navenda rehabîlîtasyonê, Girtîgeha Tîpa R. Dema dayika min sîwarê balafirê bû bi biryara dozgeriyê gotin dê carekedin pêvajoya nirxandinê bêkirin. Di vê pêvajoyê de piştî sê mehan em benda rapora tipa edlî bûn û di meha adarê de carekedin ji me mûayeneya wê hat xwestin. Me carekedin dayika xwe bir saziya tipa edlî ya Stenbolê. Dema ku em ketin hindir ji me tercûman xwestin. Me jî tercûmanê ji Kurdî-Der ê daxwaz kir û ji me re parêzer Abdulsamet Yavûz şandin. Ev kes ji aliyê Wezîrê Dadê ve tercûmanê sondxwariyê ye jî. Lê belê saziya tipa edlî vê tercûmanê qebûl nekir û memûrekî xwe wek tercûman anîn. Di raporê de jî eşkereye ku ev tercûman baş kurdî nizane. Ji ber ku di raporê de cih hat girtin ku ‘Ji ber tirkî nizane testa guhê wê nehat kirin’. Ji dayika min  xwestine ku rabe li ser xwe û tevbigere. Lê belê raporê de cih dane ku ‘Bi zanebûn ranebûye ser piyan’.  Dayİka min ger ku alîkariya kesekê nebe nikare rabe li ser piyan. Ji ber vê yekê jî saziya tipa edlî raporê de cih daye ku ‘Dikare girtîgehê de bimîne.’ Lê belê ji vê biryara girtinê re em nehatin agahdarkirin. Her wiha dema ku me dayika xwe li ATK’ê bir destşoyê ji kursiya bi teker dema ku rabû erdê ket û serçoka xwe êşand. Dema ku me bir nexweşxaneyê bijîşk got serçoka wê şiqitiye.”
 
Agahiya biryara girtinê nedane malbatê
 
Lorîn, diyar kir ku hefteya borî roja duşemê emniyetê malbatê geriyaye û gotine ku ji bo îfadeyê divê bê îfadeyê bide. Lorîn, da xuyakirin ku ew fikirîne ku bi tenê ji bo îfadeyê bang li dayika wê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê birayê min ji wan re got ‘Erebeya min nîne, nikarim bînim’ û li ser vê yekê wan got ‘Em ê bên hildin.’ Dema ku cendirme hatin berderî me hêst kir ku dê dayika min bê girtin. Dema me ji cendirme pirs kir tu agahiyekê nedan me. Piştre dayika min birin edliyê û me li vê derê hîn bûn ku der barê dayika min de biryara girtinê derketiye. Hefteya borî roja duşemê der barê dayika min de biryara girtinê dane û dayika me bêyî me hatine birine. Agahiya parêzer jî ji vê yekê tunebû. Dayika min di aliyê derûniyê de êdî ne başbû. Dayika min çend caran ji me pirs kir, got ‘Agahiya we jê hebû’. Me ji dayika xwe re nekarî bigota dê te bibin girtîgehê. Me xwatir jî jê nexwest. Piştre birayê min agahiya biryara girtinê da. Dayika min bertek nîşan daye û gotiye ‘Min çi kir? Ez di vê temenê xwe de dikarim çi bikim?’ Dayika min bi rêya telefonê me geriya û got ‘Ez ê li berxwe bidim. Ger ku du mehê min mabe ez ê bimînim hindir de’. Di vê pêvajoya salekê de dayika min aliyê derûniyê de gelek ne başbû. Di vê pêvajoya salekê de ji xwe dayika min derûniya girtîgehê dijiya. Di derûniya waye bên dê bigirin de bû. Dema em bi telefonê axivîn kêfa wê gelek xweş bû. Dayika min her wiha got ‘Ne bi tenê ji bo min ji bo hemû girtiyên nexweş dengê xwe derbixin. Ger ku di şexsê min de ji girtiyên dinê re bibe feyde qet bêdeng nebînin’. Em jî di şexsê dayİka xwe de ji hemû girtiyên nexweş re azadiyê dixwazin. Belê em dixwazin dê hinek zehmet bibe.”
 
‘Dayik û bavê min bê sedem hatin girtin' 
 
Lorîn, bang li Wezîrê Dadê kir ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên temenê wan mezinin gavekê bê avêtin û xwest ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. Lorîn, bi lêv kir ku ji bo girtiyên nexweş edaletê dixwazin û got ku bila demên xwe yên dawiyê bi malbatên xwe re derbas bikin. Lorîn, destnîşanê zext û zordariyên li ser Gelê Kurd kir û diyar kir ku dema mijar kurd be edalet ji pergalê derdikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayîk û bavê min bê sedem û sûc hatin girtin.”
 
'Dayika min nikare serê xwe bişo'
 
Lorîn, da xuyakirin ku ew ê êdî dayika xwe sewqê ATK’ê nekin û wiha axivî: “Ji ber ku êdî baweriya me ATK’ê nayê. Ji bo hepsa malê de bimîne em ê serlêdanê bikin. Ji xwe parêzer li dijî girtina dayika min îtîraz kir. Em dixwazin di hepsa malê de bimîne da ku em li cem wê bin. Hem ji hevalên wê derê re dibe bar û hem jî bi xwe nikare bimîne hindir de. Kesekê ku ger nikaribe pêdiviyên destşo û serşoyê pêk bîne ji xwe ev kes mihtace. Piştî ku milê dayika min di girtîgehê de şikest şûnde nikare serê xwe bişo. Dayika min dema ku ji destşoyê derdikeve serê wê dizivire û ji destên hevalên me dikeve, milê wê dişikê. Em bawerin ku hevalên wê derê gelek baş dayika min dinêrin. Dema ku caradin ji girtîgehê derket bi rûyekê ken behsa ew hevalan dikir.”
 
‘Sozên hatin dayîn bi cih nehatin’
 
Lorîn, di dawiya axaftina xwe de got ku dema çûne ATK’ê tabloyê wê derê dema dîtine gelek xemgîn bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek girtiyên nexweş li wê derê hebûn. Ev rewş jî mirovan gelek xemgîn dike. Ji ber vê yekê mirov pirsa ‘Ev mirov çawa di girtîgehê de dimînin’ hezaran caran ji xwe pirs dike. Min ji dayika xwe re got ev kes jî dibe ku ji ber kurd in di girtîgehan de ne. Em ji edaleta vê welatê re matmayî namînin. Komkujî, êriş û zext li ser Gelê Kurd hat meşandin. Lê belê girtiyên me yên nexweş êdî bûn kela dawî ya bardexê. Ji hemû girtiyên nexweş re bila pergala edaletê bikeve meriyetê û pêk bê. Sozên ku ji bo girtiyên nexweş hatibûn dayîn bi cih nehatin. Em hêvî dikin ku hemû girtiyên nexweş demekê nêz de bigihîjin azadiya xwe. Di bin şert û mercên girtîgehê de girtî nikarin bên tedawîkirin. Girtiyên me bila berdin, em wan binêrin.”