TJK-E: Bi reng û alên xwe dakevin qadên 1'ê Gulanê

  • 12:47 30 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - TJK-E'yê 1'ê Gulanê silav kir û li dijî şer, qirkirin û kapîtalîzmê bang li jinan kir ku dakevin qadên 1'ê Gulanê.
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî 1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê ya Kedkaran daxuyaniyek weşand.
 
TJK-E'yê roja kedkaran pîroz kir û got, "Sîstemên dewletperest ên bi serweriya mêr, bi mewzûatên xwe yên qanûnî, mêtingeriya kedê ya li ser civakan û jinan di sedsala 21'ê de zêde kirin û dixwazin sîstema mêtingeriyê hîn xurt bikin. Sîstema kapîtalîst bi talankirina keda jinê ya ku di nava civakê de bi rola sereke radibe, hewl dide jinan ji qada siyasî û civakî dûr bixîne. Ev nêzîkatiya ku jinê wekhev nabîne, tundî, destdirêjî û destavêtinê asayî dike û dibe sedema qirkirina jinê."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin li qadên siyasî, civakî, çandî û cemaweriyê, ji aliyê wergirtina mûçeyan û bersiva li kedê ve wekhev nayên dîtin û hate gotin, "Jinan hesabên sîstemê yên di vê derbarê de têk birin û bi hêza xwe rêxistiniya xwe mezin kirin."
 
Di dewama daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna jinên Kurd û perspektîfa 'Jin, Jiyan, Azadî' hate kirin û hate gotin, "Pespektîfa ku destnîşan dike ku jiyaneke azad û demokratîk wê bi têkoşîna jinê bibe û sedsala 21'ê wê bibe sedsala serketinê ya jinê, roj bi roj hîn bi wate dibe. Lewma bi mezinkirina pêngava xwe, bi kombûna li dora azadiya Rêberê xwe, di 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê de bi kombûna li dora nasname, çand û zimanê xwe, em ji sîstema kapîtalîst a li dijî jinê re dibêjin 'na'. Bi dirûşma 'Azadiya Rêberê me azadiya me ye' em ê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî me, têkoşînê mezin bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku bi reng û alên xwe dakevin qadên 1'ê Gulanê."