Berxwedana jinan a di hafizeyan de mayî

  • 09:08 30 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di 1'ê Gulana 1977'an de li Taksîmê jiyana xwe ji dest dan, bi bîranînên xwe di dilê jinên îro têkoşîna xwe didomînin de dijîn. Bîranînên wan ên kurt weke sembolên têkoşîneke demdirêj di bîra mirovan de ne.
 
Di 1'ê Gulana 1977'an de li Qada Taksîmê bi tevlibûn 500 hezar kes mîtîng hat lidarxistin. Lê di encama êrîşa li ser qada mîtîngê ku hat kirin qad veguherand gola xwînê.  Wê rojê ji Jalê heta Hacerê gelek jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyera ku bi navê '1'ê Gulana bi xwîn' ke dîrokê, ligel ku di ser re 47 sal derbas bûn jî nehatiye jibîrkirin. Lê bi demê re li gel ku nav, bîranîn û têkoşîna van jinan hatiye asta jibîrkirinê, hîna çîrokên wan di dilê jinên têkoşer de dijîn. 9 jinên têkoşer jî wê rojê li girê Kazanciyê hatin qetilkirin. Niha jî xizm û nasên wan jinan têdikoşin ku bîranînên van  zindî bihêlin.
 
Wekî 1'ê Gulana bi xwîn di dîrokê de cih girt
 
Di roja qetlîamê de 28 kesî di encama pelçiqandinê ango xeniqînê de jiyana xwe ji dest dan, 5 kes bi guleya panzêrê û 1 kes jî ji ber ku di bin parnzerê de ma jiyana xwe ji det da. Piraniya kesan ji ber kamyoneke ku li ser girê Kazanciyê hatibû bicihkirin asê man û jiyana xwe ji dest dan jiyana xwe ji dest dan. Di vê roja bi êş a ku di dîrokê de weke '1'ê Gulana bi xwîn' hat nivîsandin, li Girê Kazanciyê 9 jinan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Navê jinên hatin qetilkirin di arşêvên DÎSK'ê de ye
 
Jinên  bi navê Diran Nergis, Îpek Sarman, Hatîce Altun, Jale Yeşilnil, Kıymet Duman, Leyla Altiparmak, Meral Ozkol, Nazan Unaldi û Sibel Açikalin ku di arşîva DÎSK'ê de cih digiri hatine asta jibîrkirinê.
 
Li ser navê wê bîrdariyek hat çêkirin: Hacer Îpek Sarman
 
Hacer Îpek Sarman a ku bi porê xwe yê honandî û ruhê xwe yê berxwedêr dihat nasîn naskirin, bi Kiymet Duman a ji navçeya Bozcaada ya Çanakkaleyê re heman qeder parve kir. Dema xwendekara Fakulteya Veterinary bû, di heman demê de aktîvîsta Kovara Rêya Gel (Halkin Yolu) bû. Piştî salan hevalên wê her sal bi serdana bîrdariya ji bo wê li Bozcaada hatiye çêkirin wê bi bîr tînin.
 
Çîroka Sîbelê di bîra jinên têkoşer de ye
 
Sîbel a ku tevî astengiyan ji mal derket û çû Taksîmê xwendekara Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Stenbolê bû. Wê rojê weke jineke ciwan a 18 salî jiyana xwe ji dest da. Çîroka Sîbel a ku ji aliyê heval û hogirên wê ve weke "jineke gelekî serkeftî û şoreşgereke navdar" tê dîtin, di bîranînên jinên têkoşer de cihekî girîng digire.
 
Jale wekî 'şoreşgerê lîseyê' tê binavkirin
 
Jale Yeşîlnil yek ji sembolên girîng ên têkoşîna jinên lîseyê ye. Jale, di sala 1960 de ji dayik bû û di temenê xwe yê 17 salî de hat qetilkirin. Têkoşîna Jaleyê ji ber ku navê wê li lîseyekê hat kirin di nava jinên lîseyî de dewam dike. 
 
Her sal di 1’ê Gulanê de ruhê jinên hatine qetilkirin di nava jinên ber bi Qada Taksîmê ve dimeşin, barîkatan derbas dikin û li kolanan berxwedanê dikin û têkoşîna xwe didomînin de ye. Komkujiyê di pêkhateya siyasî û civakî ya Tirkiyeyê de şopên kûr hişt û jinên hatin qetilkirin îro jî bi wêneyên wê serdemê û vegotinên şahidan li bendê ne ku ji nifşên pêşerojê re navê wan bê ragihandin.