Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Li dijî xespkirina kedê berxwedan

  • 12:39 1 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
 
WAN - Di Mîtînga Herêmî ya li Wanê hate lidarxistin de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û got: "Heke em bi hev re birçî bimînin, bi hev re tî bibin em ê bi hev re têbikoşin.” Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê jî wiha axivî: “Çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna gelê xwe derkevin û jiyana xwe bi kedê bihûnin.”
 
Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê  ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de tê lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir. 
 
Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê hatin bahev. Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê , “Bijî Serok Apo”, “Ked ya me ye, gotin ya me ye”, “KHK dê biçin em ê bimînin” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîn lê were lidarxistin ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin.
 
Qada ku bi hezaran kedkar herikînê tejî bû û li qadê pankartên “Jina xwe bi rêxistin dike, civakeke azad e”, “Kurdbûna teqez û jiyana azad rastiya ebedî ye”, “Dem dema rizgarkirina rojê ye”, “Ne Spartakus weke me jiya ne jî Che weke me şer kir”, “Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe xweşik dibe, yê xweşik dibe tê hezkirin” hate vekirin. Mitînga ku ji bajarên Serhedê jî kedkar beşdar bûn bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
'Têkoşîn dê bidome'
 
Nûnerê DÎSK Genel Îş’ê Omer Tekîn ê li ser navê Komîteya Amadekar axivî, wiha got: “Em piştî berxwedana gelê Wanê ya 31’ê Adarê 1’ê Gulanê pîroz dikin. Em careke din dibêjin em bi paş ve gavê naavêjin. Êdî hewcehiya vî welatî bi rêveberiyeke ku alîgiriya kedê û demokrasiyê bike heye. Em ê dawî li vê rêveberiya yekperest bînin. Em ê ji bo demokrasî û azadiyê di nava yekitî û piştevaniyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Vîna me ya me ye
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Me di 3’yê Nîsanê de li vê qadê got ‘vîna me ya me ye’. Gelê me bi berxwedaneke mezin xwedî li vîna xwe derketin. Hewl didin hemû polîtîkayên xwe yên qirêj bi ser me de têxin meriyetê. Li dijî vê dê têkoşîna me ya kedê bidome. Dîsa desthilatê bi sedan hevalên me yên kedkar kirin hedef û îxrac kirin. Li dijî kesên ku vîna me û keda me xesp kirine em ê berxwedaneke mezin nîşan bidin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna gelê xwe derkevin û jiyana xwe bi kedê bihûnin. Têkoşîna me li dijî polîtîkayên şerê taybet, talankirina xwezayê û qirkirina jinê ye. Em ê têkoşîna vê yekê bi awayekî bixurt bidin.”
 
'Li dijî budçeya şer li vir in'
  
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz ê pişt re axivî jî mudaxileya polîsan a li dijî kesên ber bi Taksîmê ve meşiyan şermezar kir û wiha got: “Keda bi milyonan karker û kedkaran tê xwarin. Hemû fatore ji gel re tên birîn û hemû çavkanî ji alîgiran re tên veqetandin. Di 31’ê Adarê de gelê me ji vê re careke din got bes e. Gelê Wanê du caran ji van polîtîkayan re got ‘na’. Em we hemûyan pîroz dikin. Ji mezinkirina têkoşîna li hember zêdetir rêyeke me nîne. Li dijî kesên em bêbêhn hiştin di 31’ê Adarê de bersiva xwe da divê em careke din vê bersivê bidin. Em aştî, xwişk û biratî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û welatekî gel weke xwişk û birayan lê bijîn dixwazin. Li dijî neçareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan ji bo budçeya ji şer re tê xerckirin ji gel re were veqetandin em li van qadan e.”
 
'Mesele divê bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin'
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir piştî guhdarkirina muzîkê wiha axivî: "Li Kurdistan Tirkiyeyê kedkar di çavên desthilatê de weke dijminan tên dîtin. Li dijî zilmê çareyeke me heye; hevrebûna gelan. Heke em dest bidin hev em ê bikarin li dijî zilmê mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin. Gelê Wanê çawa li ber xwe dabe divê hemû gel bibin yek û li ber xwe bidin. Heke ev yekitî çêbibe em dikarin wan têk bibin. Dem dema vê têkoşîna me ya bi salan e didome bi aştî û azadiyê tacîdar bike ye. Li dijî gelê kurd çi tiştê wan hebe di şer de xerc kirin. Heke meseleya kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin dê li welat krîz berdewam bike. Divê hûn vê meseleyê jî bi birêz Ocalan re çareser bikin. Têkoşîna me çareserkirina van pirsgirêkan e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê ev şer kûrtir bibe.”
 
'Bi tank û topan bersi didin daxwazan'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li welat bêkarî û xizanî ye û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê nêzî 50 milyon mirovan di sînora birçîtî û xizaniyê de dijî. AKP li qesran hemû çavkaniyên welat pêşkeşî alîgirên xwe dike û ji karker û kedkaran re jî xizanî û birçîtiyê rewa dibîne. Vê hikûmetê bi tank, top, fîşek û çekan bersiv da daxwazên me yên çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ku zêdeyî 40 sal in li vî welatî dewam dike. Jinekê got ku ka li bazarê pîvazek çiqas giran e. Erdogan jî got ku ‘tu dizanî ka fîşekek bi çiqasî ye?’ Ji jina ku got kartol, pîvaz biha ne, em nikarin ji zarokên xwe re xwarinê çêbikin re bersiva serokkomar bû bihayê fîşekê. Ey Erdogan em bihayê fîşekan nizanin. Em naxwazin bizanin jî ji ber ku em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Li dijî feraseta şerxwaz ku dixwaze di navbera kurd û tirkan de cihekariyê bike em dibêjin aştî. Heke pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin bawer bikin dê ew budçeya mezin ji karkeran re bimîne û dê para me jî zêde bibe.
Ez dixwazim ji Wanê ji gelên Tirkiyeyê, ji xwişk û birayên xwe yên tirk re bang bikim; Hûn kîjan çalakiyê li dar bixin ji bo ku wan asteng bikin dibêjin ‘teror’. Karkerên kurd û tirk ji hev vediqetînin. Lê para, kurd, tirk, ereb hemû gelan bi heman awayî biçûk dibe. Li dijî vê feraseta, ku hewl dide hevgirtina karker û kedkaran û hevgirtina navbera gelan ji holê rake, wezîfeya me ya herî mezin ew e ku em hevgirtinê bêhtir mezin bikin. Heke em bi hev re birçî bimînin, bi hev re tî bibin em ê bi hev re têbikoşin.”
 
Mitîng bi derketina ser dikê ya Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna bi dawî bû.