Ji ber piştgirî da mafên jinan 11 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

  • 15:12 1 Gulan 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erebistana Suudî der barê parêzvana mafên jinan Manahel al-Otaibî de ji ber di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de der barê mafên jinan de parvekirin kiriye hatibû girtin 11 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Li Erebistana Siûdî parêzvana mafên jinan Manahel al-Otaibî bi hinceta ‘tercîha cilan û piştgiriya ji bo mafên jinan’ hat zanîn ku ji aliyê Dadgeha têkoşîna li dijî terorê ve 11 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.  
 
Li gorî nûçeya rojnameya The Gauardian; di daxuyaniya ku nûnerên Erebistana Siûdî, komîseriya bilind a mafên mirovan a Netewên Yekbûyî (NY) daye de, piştrast kir ku Manahel al-Otaibî di 9’ê Çileye de bi sedema ‘sûcên terorê’ cezayê girtîgehê girtiye.
 
 Di sala 2022’yan de hatibû girtin
 
Mamosteya werzîşê û hunermend Manahel al-Otaibî ji ber ku der barê bihêzkirina jinan de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirinan dikir, di Mijdara 2022’yan de hatibû girtin. Li dijî Manahel al-Otaibî ‘belgeya sûc’ li welat quralên ku li ser jinan hîmaya mêr pêk tînin bi daxwaza rakirinê ku bikaranîna etîketa ‘civak amade ye’ parvekirin cih digire.
 
Xwişka Manahel al-Otaibi Fouz al-Otaibî, berê ji ber sûcên ‘bi awayekî bi rêk û pêk cil li xwe nake’ beriya were binçavkirin ji welat derketibû. Xwişka wan an din a parêzavana mafên jinan Meryem piştî hat girtin di sala 2017’an de hatibû berdan.