'Jin di navenda dîrokê de ne'

  • 09:05 1 Gulan 2024
  • Çand û Huner
Gulîstan Gulmuş
 
AMED- Nivîskar Fatma îzol ku dema girtî bû li ser dîroka jina Kurd lêkolîn kir,di pirtûka xwe ya nû ‘ji Xwedavendiyê ber bi Xwedabûnê kurd’ de  diyar dike ku jin di navenda dîrokê de cih digire û nirxandinên xwe pêşkêşî xwendevanan dike.
 
Nivîskar Fatma Îzol der barê dîroka jinan de li berhemên xwe yên nivîskî yek nû zêde kir. Bi salen li ser berhama xwe ya ‘ji Xwedavendiyê ber bi Xwedabûnê kurd’ dinivîse û cihê herî kevnar yê xwecihbûnê yê mirovahiyê Gobeklîtepe lêkolîn kir û pirtûka wê ji Weşanên Aramê derket. Pirtûka wê ji 523 rupelî pêk tê û  di bin sernavên ‘Gobeklîtepe’, ‘Mîtraîzm’, ‘Ezdaîbûn’, ‘Deq’, Împaratoriya Kurd Hîtît’, ‘Jinên Kurd yên Amazon’ de cihê jinê yê di dîrokê de digire dest. Fatmayê jin di qadên wekê nîjad, ziman, çand û hunerê de jî lêkolîn kir û diyar dike ku divê ewil mêr vê pirtûkê bixwînin.
 
‘Min lêkolîn bi Birêz Abdullah Ocalan re parve kir’
 
Fatmayê daxuyakirin ku kesê ku di vê mijarê de cesaret daye wê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û da zanîn ku derxistina holê ya dîroka jinan, bi derxistina hişmendiya dîroka mirovahiyê re wekhev e. Fatmayê wiha anî ziman: “Di pêvajoya girtinê de min di lêkolînên xwe de ji pirtûkxana girtîgehê sûd girt. Xalên ku bala min kişandin hebûn. Min lêkolînên xwe yên akademîk bi Birêz Abdullah Ocalan re parve kir. Min bi nameyekê jê re şandibû. Bersivên pir erênî şandibûn. Min jî ferq kir ku ez di lêkolînên dikim de di riya rast de me. Min xwest der barê dîroka jinan de lêkolînê bikim. Armanca min ev bû ku lêkolîneriya dîrokê bikim. Dema min ev kir jî min dîroka olan a jinan lêkolîn kir.”
 
‘Ez bi dîrokek mezin a jinan û olan re hatim rû hev’
 
Fatmayê her wiha diyar kir ku di dema pêvajoya lêkolînê de wek pîr bi fîgurên jin yên Kurd re hatiye rû hev û wiha dirêjî dayê: “Min ferq kir ku pîrên dîroka olan jin in. Piştre min ferq kir ku ev dîrok jî aydê gelekî aryenîk e.  Her wiha min ferq kir ku gelê Aryenîk bi koka xwe digihêje Kurdan. Di lêkolînên xwe de bi dîrokek mezin a jinan û olan re hatim rû hev. Min ev pêvajo ji Gobeklî Tepe da destpêkirin.”
Fatmayê axaftina xw wiha bi dawî kir: “Ji bo lêkolînên min bigihêjin armanca xwe min li her qadê xebat meşand. Di encama xebatên arkeolojîk de ez ji nêz ve bi peykeran re eleqeder bûm. Bi taybet jî bi peykerên xwedavendan re eleqeder bûm. Min dît ku cil û bergên peykerên xwedavendan bi kiras û xeftanên jinên Kurd re heman e. Îro hîna jî jin wan cil û bergan li xwe dikin. Li Gobeklîtepe 12 stel hene. Di navîna 12 stelînan 2 stelên mezin hene. Arkeolog dibêjin îhtîmalek mezin stelek jin yek jî mêr e. Li gorî min di navenda Gobeklîtepe de jin heye.”
 
Fatma Îzol kî ye?
 
Fatma di 1970’ê de li Rihayê hatiye dinê û di 1990’î de ji Zanîngeha Teknîk a Karadenîzê mamostetiya polê diqedîne.  20 salan endam û rêveberiya Egîtîm Senê kir. Fatmayê piştre ji mamostetiyê îstîfa kir û  hevserokatiya BDP’ê ya Rihayê kir. Di çarçoveya doza KCDK’ê de di 2012’an de hat girtin û pêvajoya girtîgehê de dest bi lêkolînkirina dîroka jinên Kurd kir. Di gelek rojnameyan de ji ser 120’an zêdetir nîvîs û gotarên wê yên lêkolînan hatiye wşeandin. Her wiha Fatmayê li ser platforma çepemeniya dîjîtal û youtubeyê ji 20’an zêde bernameyên perwerdê kir.