Hefteya Çandê ya Jinên Kurd bi dawî bû

  • 10:04 9 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hefteya Çandê ya Jinên Kurd bi konserên Cemîle Dînçer û Nergez Dilo bi dawî bû. Nûrê Alkiş got ku wan di tevahiya hefteyê de hewl da ku çand, huner û zimanê Kurdî bi aliyên cur be cur nîşan bidin û ji jinên gelên din re vebêjin.
 
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî bi motoya “Hunera Berxwedanê” di navbera 2-8’ê Adarê de li paytexta Elmanya Berlînê li ser bingehê pêşangeha hunerê, panel, xwarinên Kurdî yên kevneşopî, Deq, Dengbêj, lîstokên gelê Kurd û danasîna cil û bergên herêmî û semînerên Jineolojiyê şahî lidar xistin. 
 
Pîrozbahî roja 8’ê Adarê bi konserên hunermend Cemîle Dînçer û Nergez Dilo bi dawî bû. Konser piştî pêşandana filmê muzîkal a “Stranên Keziya Sor-Jin Jiyan Azadî” ya Hunergeha Welat dest pê kir.
 
Nûnera Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê Nûrê Alkiş têkildarî Hefteya Çandê ya Jinên Kurd axivî û bi wesîleya 8’ê Adarê jinên ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin pîroz kir û di heman demê de ev roj li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî pîroz kir.
 
Nûrê Alkiş got ku wan bi Hefteya Çandê ya Jinên Kurd hewl da ku çand, huner û zimanê Kurdî bi aliyên cur be cur nîşan bidin û ji jinên gelên din re vebêjin û ev tişt bilêv kir: “Bi sedsalane li ser erdnîgariya me polîtîkayên asîmîlasyonê tên pêkanîn. Bi saya Rêber Apo bi têkoşîna 50 salan me çand û zimanê xwe dîsa bi dest xist. Me armanc kir ku çanda herî kevin a Mezopotamyayê û kevneşopiyên wê yên pîroz bidin nasandin. Weke jinên Kurd em ê li her qada têkoşînê cihê xwe bigirin.”
 
Turkan Aktaş jî destnîşan kir ku di rojên ku 8’ê Adarê tê pîrozkirin de jî jin tên qetilkirin û got: “Em pir kêfxweş in ku Rêbertiya me ji me re her qad vekiriye. Bi paradîgmaya Rêber Ocalan em li her qadê xwedî mafê gotinê ne, li her qadê hebûn û nûnertiya xwe ya wekhev didomînin.”