‘Şanoya bi zimanê dayikê zêdetir eleqeyê dibîne’

  • 09:06 6 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
 
AMED - Yek ji lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê Zeycan Ateş der barê xebatê Çandî yên Kurdî de ku di demên dawî bi qedexeyan tê rojevê de axivî û got: “Mirovên me bi zimanê xwe, bi zimanê rojane jiyana xwe di vê lîstikê de dîtin. Me jî bi vê dît ku şano bi zimanê dayikê zêdetir eleqeyê dibîne.”
 
Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember Kurdî ji rojevê dernakeve.  Şanoya Bajar a Amedê ya beriya qeyûm  di bin banê Şaredariya Bajarê  Mezin a Amedê de xebat dimeşand piştî qeyûman bi qedexeyan re hat rû hev lê tevî vê serkeftinek mezin bidestxist.
 
Yek ji lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê Zeycan Ateş der barê bandora şanoyê ya li ser jinan û tiştên pêşkêşî civakê dike de nirxandin kir.
 
‘Eleqeyek mezin dît’
 
Zeycanê da zanîn ku berê jî tevli xebatên qadên çand û hunerê bûye û wiha got: “Di 2007’an de min dest bi şanoyê kir. Min lîstikvanî kir û di qada teknîkê de jî cih girt. Ez di Şanoya Bajar a Amedê de dixebitim. Beriya 2007’an şano piranî Tirkî dihatin kirin. lê sala min destpê kir, sala 2009 û piştî vê giranî dan Kurdî. Ev projeyek xweş bû. Mînak lîstika ‘Mala Min’ ya kurdî a ewil min temeş kir bû. Komedî bû û gel eleqeyek mezin nîşan dabû. Me ev eleqe dît.”
 
Şanoya bi zimanê dayikê didome
 
Zeycanê bi lêv kir piştî qeyûm hatine tayînkirin Şaredariya Bajarê Mezin hatiye girtin Şanoya Bajar a Amedê ava kirine û wiha dirêjî daye: “Di lîstikên me de dayik hene, doktor, mamoste, xwendekr, xebatkar, esnaf herkes heye. Xwe di van lîstikan de dibînin. Tiştên tên lîstin û axaftin xîtabê wan dikin. Ji ber vê elqeyek mezin dît. Mînak ‘hamlet’, ‘çîrokek zivistanê’, ‘Mala dîna’ û gelek lîstikên din hebûn.  Turneyên me jî çêbûn. Piştî qeyûman me Şanoya Bajar a Amedê ava kir. Em ji gel qût nebûn. Lîstikên stand up yên Kurdî jî gelek çêdibin.”
 
Bandora qedxeyan a li ser şanoyê
 
Zeycanê balkişand ser qedexeyan û wiha nirxandin kir: “Qedexe ne tenê der barê şanoyan bi giştî li hember Kurdî ye. Şano, konser sinema bernameyên çand û hunerê yên Kurdî hatin qedexekirin. Lîstik bi Tirkî jî tê lîstin lê bi Tirkî nayê qedexekirin. Lê lîstik hemane replîk hemanin.”
 
‘Em rola qels a jinê qebûl nakin’
 
Zeycanê balkişand ser rola lîstikvanên jin a di şanoya Kurdî de û got: “Me rola pêvek a ji bo jinan bi Şanoya Bajar a Amedê hilweşand. Me di Şanoya Kurdî de rola jinê derxist pêş. Mînak di rêzefîlmên TV’yan de jî jin li pişt mêran dimînin. Rola ji bo mêran tê dayîn hîn xurtir xêz dikin. Rola didin jinan jî qels e. Me ev bi şanoya xwe hilweşand.”
 
Zeycanê balkişand ser rola jinan a di qada çand û hunerê de û wiha dawî lê anî: “Em ne hindikin. Her tişt ji ser me dimeşe. Em dikarin her tiştî bikin. Di şano, sinema muzîkê de em di her pozîsyonî de cih digirin.Tevî vê mêr di plana pêş de ne. Ji ber vê jin helwesta xwe danin holê wê gelek tişt biguherin.  Em mehane bernameya xwe amade dikin. Her hefte lîstikên me hene. Li ser çapemeniya dîjîtal bername tên parvekirin. Gel bi rehetî dikarin xwe bigihînin bîletan. Li pêş me 8’ê Adarê heye. Ji niha de roja hemû jinan pîroz dikim. Bawer dikim ku wek her qadê wê  di qada çand û hunerê de jî jin hîn bêtir pêş bikevin.”