Fîlmê ‘Stranên Keziya Sor’ li gelek bajarî hat pêşandan

  • 21:55 3 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlmê muzîkal ê bi navnîşan "Stranên Keziya Sor" ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê vedibêje, li navendên çand û hunerê yên bajarê Qamişlo, Kobanê, Tebqa û Reqayê hate pêşandan.
 
Fîlmê muzîkal "Stranên Keziya Sor" ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Fîlm balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên fîlm 7 mehan dewam kirin.
 
Navê fîlmê ji kesayet û têkoşîna şehîd Sakîna Cansiz hatiye hilbijartin. Dema fîlmê muzîkal 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 jin di fîlm de cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.
 
Fîlm li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan.
 
Beriya pêşandana fîlimê rêveberiya Hîlala Zêrîn a kantona Cizîrê Rûken Mihemed bi xêrhatina mêvanan kir û piştre li ser çêkirina fîlimê axivî.
 
Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq axivî û got: "Heya niha em deyndarê Rêber Abdullah in û em vê fîlmê diyarî wî dikin."
 
Di dawiyê de temaşevanan dirûşma '' Jin Jiyan Azadî'' û '' Bê Serok jiyan nabe'' berz kir.
 
Kobanê
 
Fîlmê "Keziyên Sor" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate pêşandan.
 
Beriya pêşandana fîlmê, endama Şano ya kantona Firatê Dîlara Şêx Demir axivî û got: "Fîlm, şoreşa jinan vedibêje ji destpêkê ve û heta roja îro. Çawa jinan xwe bi pêş xist û di tevahî qadên jiyanê de leşkerî, siyasî, civakî de cih girt û bû şervan û fermandar. Em fîlmê diyarî şehîdan û jinan li cîhanê dikin."
 
Reqa
 
Film li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate pêşandan. Beriya pêşandana fîlmê bi navê Tevgera Hîlala Zêrîn endama rêveber Gulbihar Seydo axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: "8`ê Adarê û Newroz li ber derî ne. Ev roj, roja fedakariyên jinan e. Jin destanên lehengiyê nivîsandin."
 
Tebqa
 
Fîlêm "Keziyên sor" li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate pêşandan. Di çalakiyê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê Nûr El Qitran axivî û got: "Xweşikbûna biharê û rengên rengîn, di Adara berxwedanê, kombûna jinan û têkoşînê de tê. Bijî ev kombûn, bijî ev têkoşîna ku yek ji destkeftiyên herî mezin ê jinan e, qeydan ji holê radike û bi serkeftinê tacîdar dibe."