Filmê muzîkal 'Stranên Keziya Sor’ tê pêşandan

  • 14:07 2 Adar 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn Filma muzîkal ‘Stranên Keziya Sor’ a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kişandin, li gelek navendan tê pêşandan.
 
Filmê muzîkal ê bi navê ‘Stranên Keziya Sor’ ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Film balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê.
 
Film sibê saet di 18.30’an de li navendên çand û hunerê yên li kantonên Reqa, Tebqa, Hesekê, Qamişlo û Kobanê tê pêşandan. Di heman demê de dê li ser înternetê were weşandin.
 
Filmê ku ji 7 beşan pêk tê ku bi tevlîbûna 200 jin hatibû amadekirin, ji jiyan û têkoşîna yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz îlham hatiye girtin û di 7 mehan de bi dawî bûye. Film li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.