Di çalakiyên ji bo ziman de banga 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî'

  • 16:27 21 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê çalakî hatin lidarxistin û bang hat kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. 
 
Bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê çalakî hatin lidarxistin û bang hat kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Li gelek cihan banga xwedîderketina li zimanê Kurdî hat kirin. 
 
Mêrdîn
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li Mêrdînê meş hat lidarxistin. 
 
Li ber avahiya DEM Partiyê bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” meş hat destpêkirin. Gelek kes tevli meşa ku heta avahiya DBP'ê hat lidarxistin, bûn. Pankarta “Bi Kurdî bifikire, biaxive û binivîse” hat vekirin. 
 
Li vir metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê Necla Acibuca xwend. Necla da zanîn daxwaz ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û got divê kurdî bibe xwedî statu bibe zimanê fermî. 
 
Piştî bidawîbûna meşê girse çû serdana Nobeta Edaletê. 
 
Colemêrg
 
Bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê li ber burayên hilbijartinê yên DEM Partiyê ya Colemêrgê û Geverê daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Namzetên hevşaredariyê yên Colemêrgê, Dayikên Aştiyê û gelek endamên partiyê tevli çalakiyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê" û dowizên "Zimanê me hebûna me ye","Kurdî nasnameya me ye","Ji bo Kurdan Statû","DEM Dema zimanê Kurdî ye" hatin vekirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê her kurd ji bo kurdî bixebite û hat gotin divê her kes li her derê bi kurdî biaxivin. 
 
Wê têkoşîna ji bo zimanê kurdî bidome
 
Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli daxuyaniya li ber buroya hilbijartinê ya Geverê bûn. Li vir hat gotin têkoşîna ji bo zimanê kurdî mijareke stratejîk e û hat gotin wê têkoşîna ji bo zimanê kurdî bidome. 
 
Şirnex
 
Komisyona Çand û Ziman a DEM Partiyê û Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê xwestin ber bi Birca Belek ve meşê li dar bixin. Biryara walîtiyê ya qedexeyê wekî hincet hat nîşandan û destûr nehat dayin. Girseyê li ber avahiya Rêxistina Cizîrê daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek kes bi kincên xwe yên kurdî tevli bûn. 
 
Metna daxuyaniyê Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, Fatma Gizleyici xwend. 
 
Di metnê de hat gotin zimanê kurdî dilê kurdan e û hat ragihandin azadiya zimanê kurdî azadiya Kurdistanê ye. 
 
Enqere
 
Egitim Senê li avahiya navenda Enqereyê bi munasebeta 21'ê Sibatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser zextên li ser ziman û banga rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê hat kirin. 
 
Stenbol
 
Şaxên SES'ê yên Stenbolê li buroya xwe ya Aksarayê daxuyanî da. Li vir bal kişandin ser xizmeta bi zimanê dayikê ya di qada tendirustiyê de û hat ragihandin divê ji bo herkesî xizmete wekhev a zimanê dayikê ya di qada tendirustiyê de bê dayin. 
 
Riha
 
Rêxistina DEM Partiyê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kesên tevli vê çalakiyê bûn gotin bê ziman jiyan nabe. 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê li avahiya xwe daxuyanî da. Li vir hat gotin mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe biaxivin û hat gotin divê astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rabin. 
 
Êlih
 
Li Êlihê bi girseyî meş hat lidarxistinb. Bi pêşengiya ARÎ-DER'ê meş hat lidarxistin û gelek kes tevli meşê bûn. Girseya li ber avahiya DEM Partiyê ya Êlihê hatin gel hevdu meş li dar xist. Li vir dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana zîndanan" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Girse heta Parka Yilmaz Guney meşiya. 
 
Piştî gerandina govendê çalakî bi dawî bû. 
 
Dîlok
 
Rêxistina DBP'ê ya Dîlokê li Parka Yeşilsu daxuyanî da. Li vir pankarta "21'ê Sibatê roja zimanê dayikê pîroz be" hat vekirin. Li vir daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî hat kirin.