Mamosteyên Mexmûrê ji bo parastina ziman bang kirin

  • 13:08 21 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî hat dayîn.
 
Ji aliyê Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê xwendekara dibistana amadeyî Zenura Babat ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya mamosteyan wiha ye:
 
“Bi armanca piştgirîdayîna pir çandî û pir zimanî ev roj di sala 2000’ê de li tevahî cîhanê hat pîrozkirin. Lê mixabin piştî vê biryarê tevî ku 24 sal derbas bûn jî hinek dewletên mijokdar hê jî vê biryarê nas nakin û li pêşiya pirzimanî û pirçandiyê dibin asteng û roj bi roj zimanên civakan yek bi yek tune dibin.
 
Li gorî daxuyaniya UNESCO’yê, her heftî du ziman ber bi tunebûnê ve diçin. Hinek dewletên weke Tirkiyeyê hê jî zimanê xwe li ser civakên di nava xwe de ferz dikin. Ji bo tunekirina çand û zimanên din di nava hewdanan de ne. Li gorî daneyên fermî gelek caran ji ber Kurd bi zimanê xwe axivîne ceza girtine. Heta carna ji ber guhdarkirina stranên Kurdî, desthilatdariya dewleta Tirk a dagirker qetilkirinê li ser Kurdan pêk anîne. Zimanê Kurdî yê ku bi avakirina komarê re ket ber pêla bişaftinê, piştî salên 90’î bi berxwedana şervanên azadiyê û Kurdên welatparêz destûra weşana bi zimanê Kurdî hat dayîn. Lê piştî hatina dîktator Erdoxan bi taybetî piştî derbeya leşkerî ya ku bi plana Erdoxan çêbû careke din hemû xebatên li ser zimanê Kurdî hatin qedexekirin û rojname, kovar û dibistanên Kurdî yên taybet hatin girtin.
 
Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin û dibêjin ku nabe ku hûn li hemberî hovîtî û bişaftina dîktatorek weke Erdoxan bêdeng bimînin! Her wiha em bang li gelê Kurd dikin ku ger tu naxwazî tune bibî û zimanê te bikeve ber pêla bişaftinê divê li hemberî vê bişaftinê weke gelê Bangladeşê li ber xwe bidî. Çawa Bangladeşî li hemberî qedexekirina zimanê xwe rabûn û zimanê xwe bi berxwedanê bi desthilatdariya Pakistanê dan pejirandin divê em jî li hemberî bişaftina dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin, ziman û mafên xwe bi wan bidin pejirandin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî Roja Zimanê Dayikê’ bi dawî bû.