Abdullah Ocalan: Zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e

  • 09:04 21 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar dike ku civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe û wiha dibêje: "Li şûna ku hûn ji hikumetê bixwazin, hûn bi xwe tevbigerin û bi rêxistin bikin. Xetaye ku mirov ji dewletê bixwaze. Ev ne peywîra dewletê ev peywîra civakê ye. 
 
Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir. Ji sala 2000’an ve her sal weke 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pêşwazîkirin. Ji ber polîtîkayên bişaftinê heta niha li Tirkiyeyê 18 ziman winda bûn. Zimanê kurdî û zaravayên vê kurmancî û kirmanckî jî niha bi xetereya windabûnê re rûbirû ye. Sazî û dezgehên sivîl li dijî polîtîkayên şerê taybet hewl didin ku zimanê kurdî zindî bihêlin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe, pirtûka xwe ya bi navê "Çareseriya Neteweya Demokratîk" (Parastina kurdên di hawêra qirkirinê de) û hevdîtinên bi parêzeran re gelek caran bal kişand ser girîngiya ziman. Me bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bal kişand ser nirxandinên Abdullah Ocalan a derbarê zimanê dayikê. 
 
‘Ziman asta pêşketîna jiyanê ye’
 
Abdullah Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê "Çareseriya Neteweya Demokratîk" de derbarê ziman de wiha nirxandin kiribû: “Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. 
 
Qirkirin û asîmîlekirin…
 
Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin maddeya xam a bikaranînê. Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê maddî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe.”
 
'Bi hezaran zarok ji kurdî hatin dûrxistin'
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 4’ê Nîsana sala 2007’an de ya bi parêzeran re pêk anî de wiha dibêje: “Gelê kurd, li seranserî dîrokê rastî polîtîkayên qirkirina çandî hatin. Bi pêşdibistanan re bi hezaran zarokên kurd ji dayikên wan tên qutkirin, ji kurdî tên dûrxistin û bi vê yekê re jî kurdî tune dikin."
 
Li kolan û parkan xebatên zimanê dayikê
 
Di hevdîtina heman salê ya 20’ê hezîrana de Abdullah Ocalan mijara astengkirina xebatên şaredariyan ên pirzimaniyê wiha şîrove kiribû: "Bila biçin li malan bi dehan enstîtûyan ava bikin. Bila xebatên xwe berdewam bikin. Li kolanan bila bikin, li parkan. Beriya niha jî min gotibû ku bila navendekî çandê ya mezin çê bikin. Ji bo vê jî çi dikeve ser milê kê divê bike. Bila hinek kes bi keda xwe û hinek kes jî kevirên xwe yên reş û spî deynin holê.
 
Ev yek, peywira rewşenbîran e. Ziman, girîngtirîn hilgirê civakîbûnê ye. Ziman, amûra ragihandinê yê mirovan, civakan û çandan e. Sedema hebûna mirovan e. Xwedîderketina li ziman û çandê û pêşxistina wan, yek ji sedemên mirovbûnê ye. Kesekî/a ku nekare li zimanê xwe xwedî derbikeve, nikare li tiştekî xwedî derbikeve. Yên ku li van tiştan xwedî dernekevin, nikare li mirovahiyê jî xwedî derbikeve. Mirovekî/a ku zimanê xwe nizane, kesekî/a nîvmirov e. Nedikare bi kesekî re têkiliyên rast û durist deyne û ne jî dikare pêş ve bibe. Di vê mijarê de min di heşt saliya xwe de dayika xwe sûcdar dikir. Min jê dipirsiya; dayika min, te çima bi zimanê min tiştek hînî min nekiriye? Ev, sûcdariyeke dîrokî bû. Min, di wî temenî de fêm kiribû û gelek difikiriyam. Pêncî salan piştî wê dîrokê jî em têkoşiyan. Me li hemberî qedexekirina ziman û çanda me, têkoşîneke bêhempa da. Xwedîderketina li ziman û çanda xwe, peywira her kesekî ye.”
 
Amed û zimanê zikmakî
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 24'ê Îlona 2008'an de wiha behsa lîstikên AKP'ê yên derbarê ziman de kir: “Zimanê zikmakî girîng e. AKP, bi taybetî li ser Amedê radiwest e. Divê ev baş bê dîtin û dahûrandin. Di vê mijarê de gelek kar dikeve ser milê ronakbirên Amedê. Divê lîstikên ku AKP'ê dixwaze li Amedê bilîze ji raya giştî re baş vebêjin. Nêrînên min ên vê derbarê de ji gel re baş bên vegotin û ronakbir vê nîqaş bikin. Amed ji Kerkûkê jî girîngtir e. AKP, hewl dide kurdan bi pereyan bi xwe ve girê bide. Hewl dide li herêmê, bi holdîng, hin malbat, qrediyên mîkro-makro kurdan bi xwe ve girê bide. Gelê Amedê di vê mijarê de hişyar dikim. Neyên lîstika AKP'ê. Dibe ku qrediyên mîkro-makro bi kar bînin. Lê bila weke bîrdozî ne girêdayî wan bin."
 
‘Tehemûlê zaroka 10 salî nekirin’
 
Di hevdîtina 28'ê Cotmeha 2009'an de Abdullah Ocalan wiha qala zaroka 10 salî ya ku mamostetiya bi kurdî dikir, kir: "Li Amedê keçek hebû ku dersên kurdî dida zarokan. Ev keça deh salî bi zimanê xwe yê dayikê mamostetî dikir. Dozgerê Tirkiyeyê tehemûlê vê yekê jî nekir. Li dijî keçikê lêpirsîn da destpêkirin. Dozgerê we jî tehemûl nake ku kurd fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, ev vebûn e? Hînbûna zimanê dayikê yê kurdan jî nayê qebûlkirin. Ev li ku derê dinyayê heye? Îsraîl jî ev yek li Filistînê nekir. Hîtler jî tiştekî wisa nekir. Hikûmet dibêje ku em li ser kar berfirehkirina çandî, aborî û civakî dikin. Ev tê wateya qirkirina civakî, çandî û aborî ya li ser kurdan. Ji sedî 80’ê xelkê bêkar in, rewşa Amedê diyar e. Li ser eksena Agirî-Bedlîsê behsa vebûna kurdan tê kirin. Hikûmet li vir bi belavkirina aboriyê û kirêkirinê polîtîkaya afirandina alîgirên xwe dimeşîne."
 
‘Mirov çawa fêrî zimanekî biyanî bibe’
 
Di 8’ê Îlona 2010’an de parêzeran bi Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de wiha li ser girîngiya mafê xwezayî ya ziman hat rawestandin: “Zimanê kurdî ligel ku mafê herî xwezayî ye, kurd nikarin bi azad zimanê xwe fêr bibin û biaxivin. Di peymanên Neteweyên Yekbûyî de qedexekirin, çewisandin û neazad bikaranîna vî zimanê dayikê wekî qirkirina çandî tê binavkirin. Peymanên Ewropî yên ku Tirkiye jî alîgirê van mafan e. Ji bo derbaskirina qedexeyên heyî pêwîste hewl were dayîn. Dema ku min di 7 saliya xwe de dest bi dibistanê kir, min dît ku ez neçar mam ku fêrî zimanekî ji zimanê xwe yê dayikê cuda bibim. Di zarokatiya xwe de ez ditirsiyam, ez difikirîm ka mirov çawa fêrî zimanekî biyanî bibe. Ev yek pir li zora min çû. Ev meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e. Ger tu nikaribî zimanê xwe yê dayikê hîn bibî, nikaribî pê perwerde bibî, nikaribî rast bifikirî, nikarî hilberînê bikî, hema tu bi mirina mêjî re rûbirû dimînî.
 
Malbat bila zarokên xwe hînê zimanê dayikê bike 
 
Min serhildana xwe ya li dijî pergalê ku min bi dayika xwe re dest pê kir, berdewam kir. Ji ber vê yekê ez li vir im. Malbatên me çi dibe bila bibe bila zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bike. Aliyê herî girîng ê têkoşîna me ev e. Li gel hemû qedexeyan jî divê bi derbaskirina qedexeyan vê yekê bike. Saziyên ku dê zimanê xwe yê dayikê hîn bikin divê li taxan bên pêşxistin. Divê malbat malên xwe bikin dibistanên perwerdehiyê û zimanê xwe yê dayikê li pêş bixin. Divê di vê mijarê de erka xwe pêk bînin, ez ji wan berpirsyar dibînim. Divê girîngiya vê pirsgirêka zimanê dayikê baş fêm bikin. Divê ev mesele cidî li ber çavan were girtin, nexwê ez ê pir hêrs bibim.
 
Zarokan bi çanda xwe mezin bikin
 
Heke em nikaribin zimanê xwe yê dayikê hînî zarokên xwe bikin, tê maneya ku em teslîmî vê sîstemê dibin. Dîsa dibêjim, çima fêm nakin? Ev ji bo me pirsgirêka herî jiyanî ye. Divê her ku biçe em zarokên xwe bi zimanê dayikê û çanda xwe mezin bikin. Qirkirina çandî ne wek qetlîamên din e, ji qirkirina fizîkî talûketir e. Lê hûn fêm nakin, mirovan rizîne, ji însaniyetê derdixe, kesayetek bêrûmet derdixe holê. Bi rastî dema mervi bi qirkirina çandî dihese şûn ve êdî meriv nikare tiştekî jî bike. Vê qirkirina çandî em wek zincîrekê, zencîrê li qirik û stûyê me girtine, em kirine kole dibînin. Zarok bi vê zincîra di stûyê xwe de mezin dibin, malbat hewl nadin wê bişkînin û tevkariyê lê bikin. Dema ez van tiştan dibêjim divê neyê fêmkirin ku ez li dijî zimanê tirkî û fêrbûna tirkî me. Em hînî tirkî jî dibin, îtîraza me jê re tune. Binêre ez li vir bi tirkî diaxivim. Lê ev hemû nayê wê wateyê ku me dev ji vê têkoşîna zimanê xwe berda ye.”
 
‘Li malê perwerdeya ziman bê dayîn’
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 17’ê Îlona 2010’an de derbarê boykotkirina dibistanan a di vekirina sala perwerdeyê de ev tişt anîbû ziman: “Qirkirinek çandî ye ku zarokên me nikarin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin heye. Şîrovekirina vê yekê weke îstîsmarê ji mafekê wêdetir armanca qirkirina çandî nîşan dide. Ev rêziknameya di destûra bingehîn de ji bo xizmeta qirkirina çandî tê bikaranîn! Li vir îstîsmara zarokan nîne, berovajî vê daxwaza mafê herî bingehîn a mirovî heye. Heger zarokên me ji zimanê xwe bêpar bimînin û qirkirinên çandî li wan bên kirin, divê em zarokên xwe ji dewletê dûr bixin, bila ew jî ji dewletê dûr bixin. Bila bêjin em ê destûrê nedin vê qirkirina çandî. Heke hewce bike divê bi tevahî dibistanan boykot bikin û perwerdeya xwe bidin. Li malan li her deverê, divê her mal bibe dibistan, li malê perwerdeya ziman bê dayîn.
 
Serî li DMME'yê bidin
 
Di mijara zimanê dayikê de divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û DMME’yê rakin ser piyan. Divê serî lê dan bên kirin û doz werin vekirin. Divê bi mijarên ‘Zarokên me rastî qirqirina çandî tên, nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin’ li NY û DMME’yê  bi hezaran serlêdan bên kirin û doz bên vekirin. Divê di her astê de mafên xwe biparêzin. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser zarokên kurd li dijî Peymanên Mafên Zarokan ên NY’yê jî ne. Di van peymanan de rêzikname hene, pênaseya qirqirina çandî heye. Divê hemû cîhan di vê mijarê de rabe ser piyan.”
 
Li dibistanên şevînê pêk anîna jenosîd e
 
Di hevdîtina 30’ê Nîsana 2010’an de Abdullah Ocalan wiha behsa qedexeya kurdî ya li dibistana şevînê ya Sêrtê kiribû: “Tişta ku qewimî hovane ye. Li herêmê derdora deh hezar zarokên kurd li dibistanên şevînî hene. Zimanê zikmakî ya zarokan li dibistanên şevînî yên herêmê qedexe ye. Bi veqetandina wan ji dê û bavên xwe, ji zimanê dayikê wan dixin bin asîmîlasyoneke tam. Ev jenosîd e. Qirkirin, tinekirina fizîkî, çandî-zimanî û sosyolojîk a civakeke din ji aliyê civakekê ve ye. Di dibistanên herêmî de zarok zimanê xwe yê dayikê ji bîr dikin û bi zimanekî din tên mezinkirin. Ev qirkirina çandî ya eşkere ye. Di peymanên NY'ê de jî bi vî awayî hatiye diyarkirin. Li gorî min eşkere ye ku ev bûyer ji aliyê dewletê ve hatine kirin û AKP dixwaze vê yekê veşêre."
 
‘Ji hikûmetê nexwazin hûn bi xwe tevbigerin’
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 15’ê Îlona 2013’yan de ev pêşniyar ji bo civakê kiribûn: “Niha divê ez xeletiyan rast bikim. Li şûna ku hûn ji hikumetê bixwazin, hûn bi xwe tevbigerin û bi rêxistin bikin. Şûna ku di mijara zimanê dayikê de hûn daxwaz bikin, hûn bi xwe da dest bi perwerdehiya zimanê dayikê bikin. Pirtûkên dersan dikarî werin amadekirin, akademiya ziman û pêşdibistan dikarîbûn werin avakirin. Xetaye ku mirov ji dewletê bixwaze. Ev ne peywîra dewletê ev peywîra civakê ye. Heke tu li zimanê xwe yê dayikê xwedî dernekevî û hînî zarokê xwe nekî, tu çawa ji dewletê dixwazî? Ji bo niha pirtûk, alfabe, dibistana seretayî dibe lê pişt re dibe ku tu li hemû dibistanan bikî. Ji bo ziman dikarin li Amedê hin dibistanên mînak vekin. Dewlet nikare mudaxileyî van bike û qedexe bike. Di destûra bingehîn de rêgeza wekheviyê heye. Ev nabin mijara daxwazê. Mijarên weke boykotê û hwd. pirsgirêkan aloztir dikin, çareser nakin. Ez nabêjim nekin, te biryara xwe da lê ew ê neke. Heke polîs êrişî dibistana ku hûn vedikin bikin, hûn ê bi awayekî bi canbexşane biparêzin.”