Li Stavrapolê şevbihêrka çandî hate lidarxistin

  • 14:40 20 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Stavrapolê ya girêdayî Federesyona Rûsyayê şevbêrkek bi navê “Şevbihêrka Neteweyan wek malbateke yekgirtî” hat lidarxistin.
 
Şevbihêrk li Mala Çandê ya gundê Ladovskaya Balka yê bi ser herêma Stavrapolê ve hate lidarxistin.
 
Ji neteweyên cuda; Rûs, Kurd, Ermenî, Maldov, Tatar, Bêlarûs, Mardovîn, Gurcî û gelek neteweyên gelek kes tevlî bûn.
 
Beşdar bi bi cil û berg, xwarin û dîlanên xwe yên gelerî tevlî bûn.
 
Bername bi stran û govendên gelêrî destpê kir.
 
Koma govendê ya Kulîlkên Rojê jî bi govenda Kurdî tevlî bernameyê bû.
 
Piştî stran û govenda neteweyan xwarinên neteweyên cuda hatin pêşkêşkirin.