Li dijî qedexeya li ser ziman bertek: Em ê li her derê Kurdî biaxivin

  • 09:07 20 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
Zelal Tunç 
 
WAN - Perwerdekaran bertek nîşanî polîtîkayên qedexekirina zimanê kurdî dan û gotin, "Qedexeya li ser zimanê kurd şerma hemû cîhanê ye. Em banga bila zimanê Kurdî li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn dikin. 
 
21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li her derê bi çalakiyên xwedîderketina li ziman tê pêşwazîkirin. Lê li Kurdistanê di vê sedsalê de  ji ber neçareserkirina pirgirêka kurd, qedexeyên li ser zimanê Kurdî dewam dikin. Bertekên li dijî qedexekirina kurdî ji çar aliyê cîhanê bilind dibin û kurdîhez û mamosteyên zimanê kurdî ji bo pêşî li windabûna ziman bigirin, girîngiya bikaranîna zimanê zikmakî di hemû qadên jiyanê de tînin ziman.
 
Di çarçoveya xwedîderketina li zimanê Kurdî, kursên ji aliyê Navenda Lêkolînên Çand û Hunerê ya Ziman (ARSÎSA) ve li Wanê hatine vekirin bi eleqeyek mezin dewam dikin, mamosteyên ku bertek nîşanî qedexeyên li ser zimanê Kurdî dan, têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamên xwe bi rêya ajansa me ragihandin.
 
Eleqeyek mezin ji qursên ARSÎSA re
 
Hîndekara ARSÎSA'yê Evîndar Akbulut, diyar kir ku ji bo kurdî zêdetir di nava civakê de bê axafitn xebatên xwe didomînin. Evîndar anî ziman ku li navenda wan ji bo polên 1, 2 û 3’yemîn kursên perwerdehiyê hene û wiha got: “Eleqeyek mezin ji bo kursên ziman heye. Me kursên asta 1'emîn ji nû ve dan destpêkirin û kursên me yên asta 2 û 3'yemîn qediyan. "Kursên me yên dersa asta mamostetiyê jî li ber qedandinê ne,"
 
'Ne tenê di dersê de divê em li hemû qadên jiyanê biaxivin'
 
Evîndarê diyar kir ku herçend kursên ji bo ziman zêde bin jî dîsa kêm dimînin û diyar kir ku ziman tenê bi axafitn û bi bikaranîna li hemû qadên jiyanê dikare bê parstin û belavkirin.  Evîndarê diyar kir ku piştî sed salî li Tirkiyeyê mafê dersa bijarte hatiye dayîn û got, "Niv saet ango saetek dersa bijarte ku ji zarokan re tê dayîn têrê nake. Niha dersa bijarte ku li dibistanan tê dayîn jî zêde baweriyê nade min. Zimanê Kurdî xwed bingeheke dîrokî ye. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Ne tenê bi rêya rêxistineke ku em girêdayî wê an jî saziyeke sivîl divê em li hemû qadên jiyanê zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin."
 
'Divê zimanê me li her derê bibe rojeva me ya taybet'
 
Evîndarê bal kişand ser wate û girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û diyar kir ku xwezaya mirovan bi ziman watedar dibe û wateya hebûna mirovan ziman e û peyam da ku divê ziman ne tenê di rojên taybet de bibe rojevî, divê zimanê me li her derê bibe rojeva me ya taybet."
 
Qedexeyên li ser ziman
 
Ji perwerdekarên komeleyê Nazîme Arvas jî bal kişand ser polîtîkayên "qedexeyê" yên li ser zimanê Kurdîkurdî û got, “Divê her kurdek ji xwe bipirse  ‘di nav hemû zimanên cîhanê de çima zimanê me qedexe ye?’  Çima em hemû kêm behsa zimanê xwe dikin? Çima em bi kurdî naxwînin? Çima em xwewnên xwe jî bi zimanê xwe nabînin? Pêdivî ye ku wan pirsên xwe bipirse. Di van mijaran de kêmasiyên me yên şexsî hene. Banga min ji gelê Kurd re ev e: Divê her kes bi Kurdî biaxive.Divê ku kurd zarokên xwe fêrî kurdî bikin."
 
'Ji dîrokê heta niha tenê zimanê kurdî hatiye qedexekirin'
 
Nazîme anî ziman ku hikûmet bi polîtîkayên  qedexeyê yên li ser zimanê Kurdî hewl dide desthilatdariya xwe mayînde bike û got, “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi rastî roja hebûna hemû civak û gelan e. ji ber ku hemû civakan di vê dîrokê de girîngiya cihêrengiya zimanên xwe dîtine. Zimanê kurdî jî wekî van zimana ye. Ziman ji dema ku mirovatiyê gav avêtiya ser axa Mezepotamyayê ve hebûne. Di nava van zimanan de tenê zimanê Kurdî bi polîtîkayên desthilatdariya heyî hatiye qedexekirin. Di xwezaya mirovan de ziman bi laş ve girêdayî ye. Ger ziman biqede, laşê mirov jî dest bi helandinê dike. Li ser eniya kesî neteweya kesî nayê nivîsandin, lê dema mirov diaxive netewam mirov diyar dibe."
 
Bertekên li dijî astengkirina kurdî ji aliyê qeyûman ve!
 
Nazîmeyê bal kişand ser zêdebûna qedexeyên li ser zimanê kurdî di van demên dawî de, lîstika kurdî ya bi navê "Qral u Travis" bi bîr xist ku berê li gelek bajaran ji ber bi kurdî bû hatiye qedexekirin, dayikek kurd bi saetan li Balafirgeha Stenbolê ji ber zimanê xwe dîl hat girtin û bal kişand ser êrîşên qeyûman ên li dijî afîşên bi kurdî. Nazîmeyê têkildarî qedexekirina afîşên Kurdî ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin ve jî ev tişt got, "Dibêjin 'Cihê afîşên we nîne, hûn nikarin bi Kurdî biaxivin.'  Lê di çarçoveya propagandaya hilbijartinên 31'ê Adarê de bi taybetî li Wan û navçeyên wê li her derê bi Kurdî propagandayê dikin."
 
'Qedexekirina Kurdî şerma hemû cîhanê ye'
 
Di dawiyê de Nazîme  Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û bi bîr xist ku zimanê Kurdî weke zimanê 8'emîn yê cîhanê hatiye hilbijartin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Kurdî zimanekî pir dewlemend e û bi zaravayê ku li her herêmê cuda tên bikaranîn, dewlemendiya xwe nîşan dide. Digel ku zimanekî wisa dewlemend e jî îro hatiye qedexekirin. Qedexeya li ser kurdî şerma hemû cîhanê ye. Pêwîste zimanekî wisa xweş û dewlemend were parastin."