Berteka li dijî astengkirina zimanê Kurdî: Em ê xwedî li Kurdî derkevin

  • 14:37 17 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
 
WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, nehişt afîşên bi kurdî yên DEM Partî û DBP’ê têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li bîllboardan bên daliqandin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî afîşa “Dem dema zimanê kurdî ye” amade kirin. Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, destûr neda li bîllboardan bên daliqandin. Komeleya Lêkolînên Çand û Hunerê ya (ARSÎSA) û DEM Partiyê têkildarî mijarê li avahiya partiyê daxuyanî dan. 
 
‘Feraseta ku dijminatiyê li ziman û nasnameya kurdî dike’
 
Li ser navê komeleyê Faysal Yacan daxuyanî da û got ku ziman û nasnameya kurdî bi sala ye rastî pişaftina hêzên dagirker tê. Faysal, wiha domand: “Feraseta ku dijminatiyê li ziman û nasnameya kurdî dike, bi sedsala ye didome. DEM Partiyê bernameya xwe ya ji bo zimanê kurdî eşkere kir. Di çarçoveya bernameyê de li Wanê jî afîşên bi kurmancî û dimilî hatin amadekirin. Lê zîhniyeta qeyûm asteng kir û nehişt bên daliqandin. Ev zîhniyet nîşan dide ku îktîdar bi tu awayî gelê kurd û zimanê wê qebûl nake. Em vê hewldana qeyûm û vê zîhniyetê şermezar dikin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê bidome. Em êrişên li dijî zimanê kurdî şermezar dikin. Divê gelê me li dijî van êrişê ser ziman û nasnameya kurdî derkevin û em ê ji her demê bêhtir xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin. Zimanê me her tiştê me ye. Bila gelê me li dijî vê zîhniyetê bêhtir xwedî li zimanê xwe derkeve.” 
 
‘AKP êrişî ziman, çand, şano û her tiştekî bi navê kurdî dike’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî jî bertek nîşanî astengkirina qeyûm da û got ku roj bi roj zextên li ser zimanê kurdî zêdetir dibin. Veysî, wiha domand: “Li dijî zimanê kurdî şer dane destpêkirin. Bêyî ku hincetek were nîşandan nehiştin em afîşên bi kurdî daliqînin. Tevî ku ji hêla fîrmayeke taybet ve jî hatine amadekirin, zîhniyeta qeyûm zimanê kurdî asteng kir. Şaredarên AKP’ê yên Wanê propagandayên xwe bi kurdî dikin lê ev ziman li me tê qedexekirin. AKP êrişî ziman, çand, şano û her tiştekî bi navê kurdî dike.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van polîtîkayan xurtir bikin’
 
Herî dawî jî Veysî ev tişt anî ziman: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van polîtîkayan xurtir bikin. Zîhniyeta AKP’ê zîhniyeteke dagirker û nîjadperest e. Em ê li dijî vê zîhniyetê, têkoşîna demokrasiyê bimeşînin. Heta duh li Stenbolê lîstika şanoya kurdî hate qedexekirin. Sedema vê jî ev zîhniyeta dadgirker û nîjadperest e. Ne em ne jî gelê me van astengkirinan qebûl nake. Dê kurdî li her kolan, tax û malan bijî û em ê bersivê bidin van lîstikên qirêjî.”