Li Şehbayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin

  • 13:48 17 Sibat 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê û Komîteya Lêkolîn û Parastina Şûnwaran pêşangeheke wêneyan li navçeya Fafînê vekir.
 
Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê û Komîteya Lêkolîn û Parastina Şûnwaran pêşangeheke wêneyan li Hola Axîn a navçeya Fafînê vekir.
 
Di pêşangehê de 86 wêneyên balê dikişînin ser dîrok û çanda Efrînê, hatin pêşandan.
 
Di pêşangehê de endamê Desteya Çand û Hunerê Îsmaîl Mûsa li ser girîngiya pêşangehê axivî û got: “Ev pêşangeh ji bo me efrîniyan gelekî girîng e da ku zarokên me dîrok û çanda Efrînê nas bikin û ji bîr nekin.”
 
Her wiha bi navê Komîteya Lêkolîn û Parastina Şûnwaran endamê komîteyê Ebdîn Dicle wiha anî ziman: “Ev wêne tevahî di demên û cihên cuda li Efrînê hatin kişandin. Me ji arşîvên xwe peyda kirin. Ev yek ji bo me nirxeke herî bi qîmet e.”
 
Pêşangeh dê sibehê jî dewam bike.