15'ê Gulana 2006'an: Cejna Zimanê Kurdî

  • 09:01 15 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Kovara yekem a bi Kurdî Hawar, li paytexta Şamê ya girêdayî Sûriyeyê dest bi weşanê kir. Bi giştî 57 hejmarên kovarê hatine weşandin û heta 1943'yan weşana xwe berdewam kiriye. 23 hejmarên ewil ên kovara ku ji aliyê Celadet Elî Berdirxan ve li Şamê hatin weşandin hem bi alfebeya Latînî bi tîpên kurdî û hem jî bi alfebeya Erebî hatiye çapkirin. Lê kovar ji hejmara xwe ya 24'emîn vir de bi tîpên latînî û bi alfebeya kurdî hatiye weşandin. Hejmara kovarê ya dawîn di 15'ê Tebaxa 1943'yan de hat weşandin. Her çend ku hejmarên kovarê bi piranî bi zaravayê Kurmancî hatibin weşandin jî di nav de zaravayên Soranî û Zazakî de jî cih girtine.
 
15'ê Gulanê di 2006'an de ji aliyê TZP Kurdî ve wekî Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. 
 
Hemû hejmarên Kovarê, piştre ji aliyê Firat Cewherî ve di sala 1998'an de ji nû de hatin çapkirin. 
 
Dîroka hejmara yekemîn a Kovara Hawarê ku hat weşandin ji 15'ê Gulana 2006'an ve her sal wekî Cejana Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 
 
1992: Jinan li dijî kontrola bekaretê ku li navçeya Ula ya Muglayê û li navçeya Sîmav a Kutahyayê bû sedema întîharkirina du xewendekaran li Enqerê li ber Wezareta Perwerdeya Millî bi pankarta ku dirûşma "Ji zîhniyeta namûsa bi zar re na" li ser nivîsandin çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.
 
2019: Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di saetên êvarê de li ser Pira dehçavî ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye bi findan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Leyla Guven rûmeta me ye" nivîsandin. Kesên li derdorê jî piştgirî dan çalakiyê.
 
2022: Dayika Aştiyê Turkiye Îldem li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.