Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye: Em ê vî dengî bilind bikin

  • 19:13 7 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE - Emîne Şenyaşar di roja 96’an de çalakiya xwe domand. Parlamentera EMP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca ku çû serdana Emîneyê wiha got: “Yên edeletê naynin cih, yên bêdeng dimînin yên bi doz û lêpirsînan didin destpêkirin îmzeyê davêjin dijhiqûqiyên din. Di destê me de ye. Divê em destur nedin vê.”
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 96’emîn de berdewam kir. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê  Sevda Karaca û parêzerên endamên OHD’ê çûn serdana Emîne Şenyaşar.
 
Sevda di serdanê de axivî û da zanîn ku ew ligel Emîneyê ne û wê her tim ligel bin û got: “Em parçeyek vê nobetê ne. Em ê vî dengî li her derê li meclîsê li kolanan bilind bikin.  Yên edeletê naynin cih, yên bêdeng dimînin yên bi doz û lêpirsînan didin destpêkirin îmzeyê davêjin dijhiqûqiyên din. Di destê me de ye. Divê em destur nedin vê”
 
Piştî vê serdanê Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar derbasî meclîsê  bûn.