ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 8 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Jinên ji Efrînê hatine koçberkirin, li kantona Şehbayê diyar kirin ew ji bo debara xwe û parastina çanda jina kedkar, bi çandiniyê re mijûl dibin û gotin:“ Em bêhna xwe bi çandiniyê re derdixin û em bi karê xwe gelekî şanaz in ji ber  tevî hemî cureyên êrîş û ambargoya li ser me tê ferzkirin em li ber xwe didin û jiyana xwe didin domandin." DÎMEN HEYE
 
*Li Peruyê NY û saziyên din ên navneteweyî li dijî sûcên li hember zarokan, tundî, îstîsmara zayendî û her wekî din dem bi dem herçend ku bang bikin jî daneyên mijara gotinê ne nîşan didin ku qanûnên li welat tên derxistin qels in.
 
* 1'emîn danişîna doza 6 mêrên ku bi mehan destdirêjî li zarokekê kiribûn û bi şantaj û gehan fuhuş lê dabûn kirin, dê di 10'ê Gulanê de bê dîtin.
 
*Evîn Ozer di 6 salî de destdirêjî û tundiyê rû bi rû dimîne û di temenê biçûk de tê zewicandin. Seranserê zewacê de jî  tundiyê dibîne. Piştî têkoşîna destberdanê, ji bo zarokên xwe têkoşîn da destpêkirin. Evîn di vê mijarê de piştevaniya jinan dipê. DÎMEN HEYE