Li dijî şewbê hijyena dest divê

  • 09:03 23 Îlon 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
AMED - Hemşîre Mehtabê Çalişir, bal kişand ser nexweşiyên ku di demsala payîz û zivistanê de dertên holê û got: "Zivistanê em demek dirêj di cihên girtî de dimînin. Ji ber vê nexweşî zêdetir dibin. Divê em rêbazên parastinê bidin fêrkirin û hîjneya destan û tuwaletê baldar bin. Divê dezenfektan li her qadê hebin. Divê her tim dest bên şûştin."
 
Bi hatina mehên payîz û zivistanê re nexweşiyên rêya bîhndanê yên jor zêdetir dertên holê. Ev vîrus sibe sedema sermaye û şewbê. Ev nexweşiyê di civakê zêde girîng nayên dîtin, xesarên cidî li ser mirovan dikin. Endama Lijneya Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê hemşire Mehtap Çalişir da zanîn ku divê tedbîrê cidî li dijî van nexweşiyan bên girtin û der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Enfeksiyon
 
Mehtabê da zanîn ku vîrus ji dev, poz û çav bandor li kezeb, bronş, sînus û qirikê dike û encama vê de enfeksiyonên rêya bîhndanê ya jorîn dike û got: “Ya potansiyela nexweşiyê ava dike derbasbûna vîrusê ya beden e. Enfeksiyon li çar cureyê vediqedin. Parazît, vîral, mantar û bakteriyel. Enfeksiyonên herî zêde tên dîtin, wek nexweşiyên vîral yên  hepatîp-a, hepatit b, hepatîn c, AIDS, Rota û Adeno ye. Ligel vê bronşîolît, kronik obstruktîf nexweşiya kezebê KOAH, zature û enfeksiyonên rêya îdrarê ye.”
 
Şewb
 
Mehtabê balkişand ser nexweşiyên ji enfeksiyona rêya bîhndanê ya jorîn dertên holê û wiha vegot: “Ev nexweşî di kategoriya şewbê de ne. Demek kurt de li mirovan belav dibe. Li du kategoriyan pandemîk û endemik vediqetin. Yên endemik li welatekî an jî herêmekê belav dikin. Yên pandemîk jî yên li gelek welatan belav dibe ye.”
 
Mehtabê destnîşan kir ku bi taybet mehên zivistanê de du nexweşî grip û nezle dertên holê û wiha daxuyand: “Nezle bandorê li rêya bîhndanê ya jêr dike. nîşaneyên wê kuxik, êşa serî, qirêjê, xitimîna poz e. Grît jî nîşaneyên wê bê halî, êş û agirê beden e. Di nezleyê de jî di grîbê de jî enfeksiyonên vîral mijara gotinê ne. 100 vîrusên dibin sedema nezleye hene. Ji ber vê jî dema pergala xwe parastina beden qels be hema derbas dibe. Lê di grîbê de xweparastin heye. Dema carekê grîb bê drebaskirin piştra xweparastinê qezenc dike.”
 
‘Pandemî di esasa berjewendiyên neteweyî de hat fêmkirin’
 
Mehtabê balkişand ser pandemiya di dawiya sala 2019’an de destpêkiriye û di 2020’an de li hemû Tirkiyeyê belav bûye û got sedema belavbûna vê pandemî di esasa berjewendiya neteweyî de hatiye fêmkirin û got: “Pandemî nexweşiyek global e. Ji ber vê divê wek welatekî ku sînorê wê yê cîhanê tûneye bihata dîtin. Demek kur de bû sedema mirina gelek kesî. Ewil li Çînê derket. Lê piştre berjewendiyên netewî, aborî esas hatin girtin. Tedbîrên esas nehatin girtin. Ji ber vê bi lez li hemû cîhanê belav bû. Aşiyên fezkirî veguhertin bazirganiyê.”
 
‘Ji bo parastina ji şewbê divê perwerde bê girtin’
 
Mehtabê di dawiya axaftina xwe de di alî derbasbûna demsalan û vebûna dibistanan de hişyarî kir û got div an deman de zêdetir nexweşî dertên holê û ji bo parastinê ev tişt anî ziman: “Zivistanê em demek dirêj di cihên girtî de dimînin. Ji ber vê nexweşî zêdetir dibin. Bi taybet jî nezle û grip. Dibistan vedibin û divê em gelek baldar bin. Perwerde ji malbatê destpêdike. Divê em rêbazên parastinê bidin fêrkirin û hîjneya destan û tuwaletê bidin fêrkirin. Divê zarok di tenefusan de baldar bin. Her wiha hejmara zêde ya polê bandor li ser nexweşiyand ike. Divê paçeyên polê her tim bên vekirin. Divê li tuwaletan alavên hîjneyê hebin. Divê dezenfektan li her qadê hebin. Divê her tim dest bên şûştin.”