Enfeksyona neyê dermankirin rê li ber nexweşiyan vedike

  • 09:21 27 Tebax 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji sê jinan yek dem bi dem bi enfeksyonên vajinal re tên rû hev. Pispora Welidîn û Nexweşiyên jinan Dr. Başar Onal da zanîn ku enfeksyona neyê dermankirin rê li ber nexweşiyên cidî vedike.
 
Tenduristiya vajinal yek ji parçeyên girîng ya tenduristiya jinan e. Enfeksyon piranî di riyên welidinê de tên dîtin. Nîşaneyên enfeksyona vajinal li gorî cureyan diguhere. Xwir an jî texrîşbûn, dema îdarê de êş û şewitîn dertê holê.
 
Sedema enfeksyona vajinal
 
Pispora Welidîn û Neweşiyên jinan Dr. Başar Onal da zanîn ku enfeksyona neyê dermankirin rê li ber nexweşiyên cidî vedike û faktorên enfeksyona vajinal  ku bandora neyînî dike wiha rêz kir:
 
*Bikaranîna antîbiyotîkê
 
*Ji ber ducanî, mijandin an jî menopozê di hormonan de guherîn
 
*Şûştina vajinal
 
*Ketinapergala xweparastina giştî
 
*Bikaranîna tampona bi bîhn
 
*Bikaranîna spreyên vajinal
 
*Nexweşiyên bi riya têkiliyên zayendî derbas dibin
 
*Bikaranîna jelên sperman dikujin
 
Cureyên enfeksyona vajinal
 
Başar da zanîn ku enfeksyonên vajinal li gorî kes diguhere û cure û sedemên wê wiha rêz kir: 
 
Enfeksyona kandidiyaz (mantar): Cureyê enfeksyon aherî zêde tê dîtinê ye. Hinek bikaranîna cureyên antîbiyotîkan dikare rîska vê enfeksyonê zêde bike.
 
Vanjînozîs bakteriyel: di encama kêmbûna bakteriyên ku bi awayekî normal di vajînayê de hene,  hevsengiyek hucreyî dertê holê. Ev jî teşeyê herî zêde ya enfeksyona vajinal ya tê dîtinê ye. Ava ji vajînayê tê bi bîhne. Zêde xwir tuneye, lê xwir dikare zêde jî bibe. 
 
Trichomonas vajiniti (trichomoniasis): Ev enfeksyon bi riya têkiliya zayendî derbas dibe. Dema îdrarê de êşek heye. her wiha di vajînayê de tehrîşbûn, sorbûn û werimîn dertê holê. 
 
Atrofik vajinit: Atrofik vajinit ji enfeksyonekê pêk nayê. Piştî dema mijandin û menopozê dertê holê.Di demên ku hormona jintiyê kêm dibe de dertê holê.
 
Başar di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her ava ji vajînayê tê ne enfeksyone û ava vajînayê nîşaneya pergala welidinê ya jinê ye. 
 
Rêbazên dermankirinê
 
Başarê der barê dermankirina enfeksyona vajinal de jî axivî û diyar kir ku dermankirin li gorî cureyê enfeksyonê diguhere û wiha dawî lê anî: 
 
“Bi çend antîbiyotîkên cuda dikare bê dermankirin. Antîbiyotîk ya ji dev tên girtin an jî wek krem, jel tên bikaranîn.  Enfeksyonên nayên dermankirin dikare rê li ber kisiriyê vebike.
 
Tiştên divê mirov lê baldar bin jî wihane:
 
*Divê li rêgazên hîjyenî baldarî hebe.
 
*Divê bincilkên pembû bên bikaranîn.
 
 *Divê bincil bi navbreên kurt bên guhertin.
 
 *Divê bincilkên teng neyên tercîhkirin.
 
 *Divê bi rêk û pêk xurekên probiyotîk bên bikaranîn.