Kedkarên tendirustiyê dev ji kar berdan

  • 15:34 1 Tebax 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran neçûn kar û bi daxuyaniyan daxwazên xwe rêz kirin. 
 
Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) beriya hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) li hin bajaran dev ji kar berda û daxuyanî da. Di çalakiyan de 13 daxwazên kedkaran hatin rêzkirin. 
 
Di vê çarçoveyê de li Mêrdîn, Antalya û Îzmîrê kedkarên tenduristiyê neçûn kar û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de kedkaran xwestin ku mûçeyên hemû kedkarên tenduristiyê û xizmetên civakî bi ser sînorê xizaniyê re bin û li gorî wesfa kar, xetere, rewşa perwerdeyê, sala xizmetê û hwd. heqdestê wan were zêdekirin. Her wiha hat xwestin ku qanûna sendîkayê bê derxistin, dema xizmeta fiîlî ya kedkarên tenduristiyê li ser 90 rojan bê hesibandin û li tevahiya kedkaran were belavkirin û salên berê jî di nav de bin. 
 
Hin daxwazên din ên kedkaran ev in: 
 
* Bila heqdestê nobet, îcab û saetên xebatê yên zêde 2 qet bên zêdekirin. 
 
* Bila hemû kedkarên di qada tenduristiyê de bikevin ber “beşa xizmetên tenduristiyê.” 
 
* Bila mafê tayînê bidin xebatkarên li nexweşxaneyên zanîngehan dixebitin. 
 
* Ji bo bidawîkirina tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê, bila ‘pergala tundiyê diafirîne’ biguhere û pergaleke tenduristiyê ya nû were avakirin. Ji bo vê jî divê mekanîzmayeke ku avadaniyên gel ên birêxistinkirî di nav de cih digirin bê avakirin. 
 
* Bila hemû lêçûnên ASM’yan ku xizmeta tenduristiya ya cemaweriyê lê tê dayîn, dewlet pêşwazî bike. 
 
* Nexweşiyên girêdayî pîşeyê yên weke Covid-19 bila ji bo hemû xebatkarên tenduristiyê weke nexweşiya pîşeyî were hesibandin. 
 
* Bila kedkarên tenduristiyê û xizmetên civakî yên hatine îxrackirin ku biryara darazê ya derheqê wan de teqez nebûye dîsa li karê xwe vegerin. 
 
* Bila hemû kedkarên tenduristiyê bi awayekî wekhev sûdê ji maf û derfetên xebatkarên tenduristiyê yên di Wezareta Tenduristiyê de dixebitin bigirin. 
 
* Di dema muayene û tedawiyê de divê tu lêçûneke pêvek neyê girtin. Bila xizmetên tenduristiyê bê pere bin.