Li Reqayê Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan

  • 11:51 23 Tîrmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî, azadî dê bi ser keve” duh li Reqayê li dar xist.
 
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Ocalan tevî 5 endamên din ên yekitiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li dijî maleke Kobanê di 25`ê Kanûna 2021`an de jiyana xwe ji dest dabû. Bi minasebeta bîranîna wê Yekitiya Jinên Ciwan Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî, azadî dê bi ser keve” duh li Reqayê li dar xist. Xelkê herêmên, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û rêxistinên jinan tevli mîhrîcanê bûn.
 
Di mîhrîcanê de tîmên jinan ên ji Cizîr, Reqa, Minbic, Kobanê û Tebqayê ketin pêşbaziya durçerxeyê (Bîsîklet) û di dawiyê de tîma Kobanê bû yekemîn û ya Reqayê jî bû duyemîn.
 
Dûre jî turnovayên hilgirtina giraniyê, satrancê û futbolê hatin lidarxistin. Di dawiya turnovaya futbolê de tîma Kobanê li hember Reqayê bi ser ket.
 
Di tenîsa masayê de jî tîma Reqayê bi ser ket.
 
Di dawiya mîhrîcanê de, Desteya JInê û Desteya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîmên serkeftî xelat kirin.