Divê mirov zarokên xwe ji tavê biparêze

  • 09:02 16 Tîrmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji pisporên Takvîma Doktoran pispor Dr. Ecem Canturk Nazli da zanîn ku kremên tavê ji sedî 100 mirovan ji bandorên xerab yên tavê naparêze û got di nav rojê de saet di 10.00 û 16.00’an de dernekevin ber tavê.
 
Ji pisporên Takvîma Doktoran pispor Dr. Ecem Canturk Nazli der barê tîrêjên rojê yên bi zirar yên li ser mirovan de axivî û li ser girîngiya krema tavê û bandora zirarên tîrêjên rojê sekinî.
 
Ecemê destnîşan kir ku tîrêjên rojê di serî de pençeşêr dibe sedema gelek pirsgirêkên neyînî yên li ser çerm û got bi tîrêjên rojê gelek nexweşiyên çerm peyda dibin. Nexweşiya Lupus, aktnîk keraoz û lengtîgon hinek ji van nexweşiyane.Ji ber vê ji rojê xwe parastin gelek girîng e. UVB jî dibe sedema nexweşiya pençeşêrê.
 
Kremên ewil di 1920’an de derketin
 
Ecemê da zanîn ku kremên ewil yên li dijî zirarên tîrêjên rojê di 1920’an de derketine. Ecem li ser kremên îdeal yên rojê sekinî û got: “Divê parastina UVA û UVB bihewîne. Divê fotostabîl bin. Kremên rojê du tîp fîltre dihewîne. Yên fîltra fîzîkî zêdetir diparêze û bebek û ducanî dikarin vê bikar bînin. Divê herî kêm kremên SPF 30 bên tercîhkirin. 
 
Ecemê daxuyakirin 15 û 30 deqe beriya ku derkevin ber tavê divê li ser çermê ziwa bê bikaranîn û ji bo rû, stû û  mil kevçiyek çayê bê bikaranîn. Ji bo her çimekê jî du kevçiyên çayê têr dike.
 
Tedbîrên divê bên girtin
 
Ecemê her wiha li dijî bandorên neyînî hişyarî kir û got kremên rojê ji sedî sed naparêzin û bandora kremê tenê du saetan e. Ecemê der barê tedbîrên din de wiha got: “Divê nava rojê di navbera saetên 10.00-16.00’an de mirov dernekevin derve. Ne tenê havînê divê mirov zivistanê jî xwe biparêzin. Divê şebqe berçav û cil û bergên UV bên bikaranîn. Divê mirov ji cil û bergên rengê wan tarî xwe dûr bigirin. Divê lambeyên LED bên bikaranîn. Divê li camên malê û wesayîtan fîltreyên UV bên bicihkirin. Her wiha divê li xwarinê baldarî hebe. Divê xwedîbûnek antîoksîdan bê kirin. Ji rojê xwe parastin dibe sedema kêmasiya vîtamîna D. Ji ber vê dema mirov derdikevin ber rojê divê tedbîrên xwe bigirin.”