Li Şengalê pêşbirka bezê

  • 13:45 3 Tîrmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê, li komelgeha Borik a Şengalê pêşbirkek bezê hat lidarxistin.
 
Di çarçoveya çalakiyên pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê, li komelgeha Borik a Şengalê pêşbirkeke bezê hat lidarxistin. Pêşbirka bezê ya ciwanên Şengalê ji çerxerêya Borik heya Seytereya Asayîşa Êzîdxanê a Şehîd Qasim dewam kir.
 
112 jin û ciwan beşdarî pêşbirkê bûn. Beşdarvan ji tevahiya gund, navçeyên Şengalê û Başûrê Kurdistanê, wekî  Zaxo û Dihokê cihê xwe di pêşbirkê de girtin. Pêşbirka bezê bi qasî 5 km an bû.
 
Di pêşbirkê de jina ciwan a bi navê Wefa Fano û ciwanê ji pêkhateya Şîe Eda Abdullah pileya yekemîn bidest xistin. Piştre ji aliyê Yekitiya Ciwanên Şengalê û Malbata Fermandarê YBŞ’ê Şehîd Zeredeşt Şengalî ve kesên serkeftî hatin xelatikirin.
 
Ji beşdarvanên pêşbirkê Dilvîn Berxwedan beriya ku pêşbirk destpêbike hestê xwe ji Ajansa NuJINHA'yê re anî ziman û got: “Em wekî jinên ciwan  hatine borik ji bo ku em pêşbirka bezê lidarbixin. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku pêşbirkekî bi vî awayî li Şengal hatiye li darxistin. Bang li hemû jinên ciwanan dikim ku werzîşê bikin û bejdar bibin, ji ber werzîş ji bo tendûrustî û  bedena mirova gelek başe. Pêşbirkek pir serkeftî ye û serkeftin wê ya me jina be û ew jî xwesteka me ye.”
 
Wefa Fano ya di pêşbirkê de pileya yekemîn bidest xist wiha axivî: “Ez gelek beşdarî pêşbirkên bi vî awayî li Bexda û cihên cuda bûm.  Ev cara yekeme di nava  Şengalê de ez beşdar dibim. Ji bo wê ji bejdariya min cihê kêfxweşiyê ye. Ev  3 sale ez werzîşê dikim û dibezim. Ez gelek kêfxweşim ku min pileya yekem bi dest xistiye. Ev ne cara yekeme ez  pileya yekem bi dest dixim.”