Di cejnê de li xwerinê baldar bin

  • 09:02 25 Hezîran 2023
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN – Di cejnê de zêde xwarin û şîraniyê, dibe sedema gelek pirsgirêkên tendursistiyê yên nexweşên dil, gurçik, keze, şekir û tanisyonê. Diyetîsyen Tugba Kuçuk da zanîn ku ji bo pêşî li pirsgirêkên biçûk bên girtin divê baldarî li xwarinê hebe.
 
Di cejnê de xwarinên cur bi cur tên çêkirin û xwarin. Lê doktor hişyar dikin ku bi taybet di demên wisa de divê li tenduristiyê baldar bin. Nexweşên diyabet, şekir, tansiyon, gurçik û yên diyetê dikin divê pêvajoya cejnê de baldar bin.
 
Ji pisporên TakvîmaDoktoran Diyestisyen Tugba Kuçuk, daxuyand ku di nav rojê de nan kêm bikin û wiha bi lêv kir: "Di cejnê de piştî şekir, şîraniyên bi şerbet û pasteyan bi qedehek şîr an jî du sê kevçî mast, asta şekir bixînin. Ger ku alternatîf hebin li şûna şîraniyên bi şerbet û hevîr, yên bi şîr tercîh bikin. Nav rojê de fêkî bixwin an jî nan kêm bikin.”
 
‘Hûn dikarin ji zarokan re sînoran deynin’
 
Tugbayê got dema ku şekirê cejnê tê gotin zarok tên hişê mirovan û got: “Divê zarok pir zêde şekir nexwin. Ev dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê û tenduristiya diraran. Ne qedexe lê hûn dikarin sînoran deynin.”
 
Xwarin divê sivik bin
 
Tugbayê daxuyakirin ku xwarinên di cejnê de tên îkramkirin jî divê zivik bin û li tehma wê binêrin û zêde nexwarin. Tugbayê da zanîn ku li şûna şekir, tercîhkirina çîkolateyan hîn rastire. Her wiha Tugbayê got pêvajoya cejnê de divê zêdetir av bê vexwarin.
 
Tugba, pêşniyar kir piştî taştê saetekê meşeke bi lez ji bo rojê baştir e û got ku dema diçin serdanê, mesafeyên kurt bi meşê, li şûna asansorê bi derenceyan, di nava rojê de tevgera fizîkî û bi vî rengî ji bo tenduristiyê girîng e. 
 
Li şûna birincê savar çêkin
 
Tugba ji bo kesên ku dixwazin di cejnê de ji mêvanên xwe re xwarinên tendurist pêşkêş bikin ev pêşniyar kir: “Hûn dikarin şîrînahiyên şîr an jî fêkî, fêkiyên hişk amade bikin. Di dema amadekirina çayê de, hûn dikarin çayek xweş û hevseng çêkin, perçeyek darçîn û 3-4 qulikan bavêjin nav çaydankê. Li şûna vexwarinên bi asîd, hûn dikarin ava fêkiyan an jî lîmonata amade bikin. Hûn dikarin li şûna birincê savarê bikar bînin.”