Lîstikvanên jin ên futbolê: Bila jin werin û di futbolê de xwe pêş bixin

  • 09:02 8 Tebax 2022
  • Tenduristî/Werzîş
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Jinên li Kobanê futbolê dilîzin dan zanîn ku ew dixwazin jin di her qadê de xwe pêş bixin û wiha gotin:"Bila jin werin û di futbolê de xwe pêş bixin."
 
Jinên li Kobanê tevî hemû şerd û mercên zor û zehmet jî di qada futbolê de xwe pêş dixin û dilîzin. Lîstikvanên jin ên futbolê dan zanîn ku ew dema futbolê dilîzin, gelek hestên serbilindiyê di dilê wan de çêdibin û gotin tevî hemû zehmetiyan ew di qada futbolê de kedeke mezin didin. 
 
'Ez dema futbolê dilîzim gelek hestên min ên serbilindiyê çêdibin'
 
Lîstikvana futbolê Leylay Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ez lîstîkvana futbolê me û di ferîqa Berxwedan de dileyizim. Em niha dixebitin, da ku em di pêşerojê de biçin bi dewletên derveyî Rojava re bileyizin. Ez dema dilîzim gelek hestên min ên serbilindiyê çêdibin. Min rojekê bawer nedikir ku ez ê werim di lîstîkgehan de bilîzim. Her wiha min her demê dixwest ku di nava van lîstikvanên kevn de bilîzim û ji wan fêrî rê û rêbazên futbolê bibim. Min xwe pêş xist û ez ketim vê derê û min roleke baş lîst."
 
'Di destpêkê de malbat ji me re bû asteng'
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hinek astengiyan û wiha bi lêv kir: "Niha di nava malbat û civakê de hinek tişt hene ji kesayeta me re şerm tê dîtin. Dibêjin çawa jin biçe werzîşê bikin an jî futbolê bilîzin. Vê mijarê gelekî astengî ji me re çêkir. Lê me li ber xwe da û malbatên xwe qeneh kirin. Me hişt ku êdî ferîq were serdana malbata me bike û ji wan re rave bike ku ev mijar normal e. Hêviyên min ji her jineke ku hez dike futbolê bilîze ew e ku berê xwe bide vê derê û xwe pêş bixe."
 
'Bila jin werin û di futbolê de xwe pêş bixin'
 
Lîstikvana futbolê Sîlva Simo da zanîn ku bila jin werin û di futbolê de xwe pêş bixin û wiha lê zêde kir:"Ev 2 sal in ez futbolê dileyizim. Kêfa min pir jê re tê. Dixwazim hemû jinên ciwan lîstina gogê ji xwe re wekî eybekê nebînin. Berovajî vê yekê, werin xwe bi rê ve bibin, îsbat bikin ku her tişt ji destên wan tê û tiştek pêşketina wan sînordar nake. Min gelek sûd ji futbolê girt. Bi rastî tiştekî cihê kêfxweşiyê ye. Ez di pêşerojê de hêvî dikim ji wiha pêşketîtir bim û hez dikim her kes li min binêre û ji min fêr bibe."
 
'Hezkirina min a ji futbolê her ku diçe mezintir dibe'
 
Sîlvayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hezkirina min a ji futbolê her ku diçe mezintir dibe. Her wiha ez hîn dixwazim bêtir fêr bibim û xwe jê dûr nexim. Ji ber ku min kesayeta xwe di futbolê de dît. Di heman demê de jî kes nikare li ber îradeya min bisekine û gavên min şûnde biavêje."
 
'Tevî zehmetiyan hevalên me kedê didin û karê xwe dewam dikin'
 
Ji Rêveberiya Ofîsa Jinên Ciwan  a Desteya Jinê û Werzîşê ya Herêma Firatê, Nêroz Bozan jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ku herêm tê re derbas dibe û êrîşên ku rojane tên kirin û wiha pê de çû:"Em dibînin ruxmî êrîş, hedefgirtin, topbaranê, şerê taybet  di nava ciwanan de çawa tê meşandin. Lê ruxmî zor û zehmetiyê jî me di kesayeta wan hevalên jin de karek kir. Niha tîmên li Kobanê 10 Tîm in. Ew tîm meh bi meh, rojane perwerdeyên xwe dibînin. Ji her tîmekê du kes hatine, niha perwerdeya xwe dibînin. Em dizanin ku zor û zehmetî heye, lê dîsa jî hevalên me kedê didin û karê xwe dewam dikin."
 
'Em kedeke mezin didin'
 
Nêrozê di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku ew rojane hevalên jin perwerde dikin û rêya pêşketinê mezin dikin û wiha dewam kir: "Em asta pêşketinê baş dibînin, ji ber vê jî, em bi hemû hêza xwe li pêşberî avakirin û daxwaza jinên ciwan in ku êdî xwe di hemû cîhanê de bi rê ve bibin. Ew hevalên ku me niha anîne her yek ji gundekî ne, her yek ji taxekê ne. Ji ber vê jî em kedeke mezin didin. Ev ewqas sal in em van hevalan kom dikin û li ser wan dixebitin. Perwerdeya wan rojane tê dîtin, asteke wan a fêmkirinê heye. Perwerdeya wan 72 rojan berdewan dike. Em carinan dibînin, hinek malbat rê li ber zarokên xwe yên keç digirin. Dibêjin 'neçe eyb e, ev kar ji te re nabe', gotinên bi vî rengî yên bi zarokên xwe yên keç re dibe sedema astengkirinê."
 
'Wê jinên ciwan di her qadê de bi ser bikevin'
 
Nerozê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta 2 salên berê derfeta wan ne bi vî rengî bû, pir kêmasî jî hebû û wiha dawî lê anî: "Di salên borî de derfeta xweşpêşxistinê pir zêde tunebû. Hişmendiya salên berê jî bandor li civakê dikir. Li dijî vê yekê jinên ciwan têkoşîn kirin, xwe afirandin, di futbolê de rola xwe berdewam kirin. Bi rastî, ev jî cihê serkeftinê ye. Ciwanan Rejîma ku di nava civakê de hatibû avakirin, têk birin û têkoşîna xwe bi ser xistin. Berê civak pir baş nêzî lîstina futbolê ya jinan nedibû. Lê a niha em dibînin çiqas pêşketin heye. Hêviya min ji bo rojên pêş de hîn zêde ye ku wê jinên ciwan di her qadê de bi ser bikevin."