Koronavîrus zêde dibe: Divê tedbîr bên girtin

  • 09:03 13 Tîrmeh 2022
  • Tenduristî/Werzîş
Derya Ren
 
AMED - Seroka OdeyaTabîban a Amedê Elîf Turan da zanîn ku li Tirkiyeyê piştî pêvajoya normalbûnê ya piştî pandemiyê her kes rehet tevgeriyaye û got: “Ev du hefteyên dawî ye hejmara kesên bi vîrusê dikevin pir zêde bûye. Ji ber vê divê em tedbîrên xwe bigirin.”
 
Di ser bûyera yekem a şewba vîrusa korona ya li Tirkiyeyê re du sal û nîv derbas bû û di pêvajoya pandemiyê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Hikûmetê di mehên ewil yên îsal de derbarê pêvajoya normal bûnê de daxuyanî da  û piştî daxuyaniya hat dayîn maske û hemû rêbazên parastina civakê ji vîrusê jî hatin rakirin. Lê rewşa normal dîsa rê li ber zêdebûna hejmara kesên bi şewbê vekir. Piştî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ya ‘pandemî neqedyaye’ şûnde Yekitiya Tabîbên Tirk jî daxuyanî da û got hejmar zêde dibe.
 
Di du hefteyên dawî de hejmar zêde bûn. Li gorî daneyên wezîrê tenduristiyê Fahrettîn Koca aşkera kiriye di 20 û 26’ê hezîranê de hejmar 26 hezar û 135 bûye û di 27’ê Hezîra û 3’ê Tîrmehê de ev derketiye 57 hezar û 113’î.
Seroka Odeya Tabîban a Amedê  Elîf Turan der barê mijarê de axivî.
 
‘Gel ket rehetiyê’
 
Elîfê da zanîn ku pandemî neqedyaye lê tedbîr hatine rakirin û wiha daxuyand: “Bi rakirina tedbîran re rehetiyek derket holê. Wekê ku rîsk rabûye tevgeriyan. Maske hatin rakirin. Test hatin rakirin. Belê ev du sale zêdeye li dijî pandemiyê têkoşînek hat dayîn. Ji ber vê her kes bêzar jî bû. Lê bi rabûna tedbîran re her kes rehet bû.”
 
‘Fikarên aboriyê derketin pêş’
 
Elîfê di berdewamiyê de destnîşan kir ku daneyên vîrusa korona bi wan re nayên parvekirin û ev tişt bi lêv kir: “Li gorî xebatên qadan û xebatên hevpîşeyên me hejmar zêde dibe. Daxuyaniya DSO jî di vî alî de ye. Kesên aşî nebûne divê teqez bibin. Yên berê kirine jî divê biçin doza bibîrxistinê bikin. Belê belkî em bi hêsanî derbas bikin lê yên di bin rîskê de hene. Divê em van li ber çavan bigirin û tedbîrên xwe bigirin. Mixabin fikarên aboriyê derketine pêş.”
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de kesên testa wan pozîtîf derdiket ji tirsa ku ji kar bên avêtin nedigotin ew pozîtîfin û wiha dawî lê anî: “Gelek kesî nediçû test nedikir. Divê dewlet di van mijaran de piştgiriyê bide. Divê tedbîr bên girtin. Divê em li hijyen û navberê û maskeyan baldar bin.”