Li Riha û navçeyên wê gelek kes hatin binçavkirin

  • 09:53 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
RIHA - Di encama serdegirtinên malan ên li Riha û navçeyê wê de rêveber û endamên meclisa ciwanan ên DEM Partiyê jî di nav de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin. Her wiha Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz jî hat binçavkirin. 
 
Polîsan îro di danê sibehê de li navenda Rihayê û navçeyê wê yên Curnê Reş, Hewag û Wêranşarê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberê navçeyê û endamên meclisa ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz jî hat binçavkirin. Kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. 
 
Têkildarî hinceta binçavkirinê tu agahî nehatin dayîn û tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. Çende kesên binçavkirî yên navên wan hatin tespîtkirin wiha ne: “Li navçeya Curnê Reş Muzaffer Akcan û Bunyamîn Demîr; li navendê Şîrîn Aktaş, Leyla Daghan, Meyaser Korkmaz, Kemal Çakmak û Nuh Albayrak; li Hewagê Rêveberê DEM Partiyê yê Navçeyê Huseyîn Aslan, Kemal Aslan, Mehmet Aslan, Mehmet Emîn Açikgoz û li navçeya Wêranşarê jî Îsmaîl Topkan, Serhat Îşlek û Azîz Taşkin.”