Leyla Qasim a ku li dû xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt

  • 09:01 12 Gulan 2022
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Wekî gelek jinên berxwedêr û hêja jina kurd Leyla Qasim jî di nava rûpelên dîrokê de bû xwediyê cihekî taybet. Leylayê bi perspektîfa xwe ya jiyaneke azad ji gelê kurd bû îlham. 
 
Dema em li dîrokê dinêrin em dibin şahid ku gelek jinên têkoşîna wan hêjayî pesindayinê ne bi wêreketiya xwe bûne mînakên berbiçav. Ji bo pêşî li jiyaneke bi rûmet û azad vebe jiyana xwe bi têkoşînê derbas kirine û mirin dane ber çavên xwe. Jina bi rûmet û têkoşer Leyla Qasim jî serî netewand û mirin da ber çavên xwe. 
 
Jinên kurd bi berxwedan, têkoşîn û pêşengiya xwe navê xwe di dîroka Gelê Kurd de nivîsandin. Di her rûpela dîroka Gelê Kurd de jineke têkoşer heye. Yek ji wan jinên rêya azadiyê hilbijartiye Leyla Qasim e. 
 
Leyla Qasim bi sekn, fikir û ramanên xwe li hember dijmin sekiniye û sirûda berxwedanê qêriyaye. Dema sirûda berxwedanê ji devê wê bilind bû jiyaneke bi rûmet di xeyalên wê de geş dibû. Wê ji bo vê jiyana bi rûmet heta hilma xwe ya dawiyê hêviyên xwe di dilên xwe de germ kir. 
 
Leyla Qasim ji bo helbestvanan bû çavkaniyek, gelek malbat ji berxwedana Leylayê bi bandor bûn û navê zarokên xwe kirin Leyla. Bi têkoşîn û berxwedana xwe ji jinên kurd re bû mînak û pêşeng. Leyla yekem jina kurd bû li Başûrê Kurdistanê ji ber têkoşîn û fikrê xwe hat darvekirin. Li ser darvekirina Leyla Qasim re 46 sal derbas bû. 
 
Leyla her çiqas wekî fîzîkî ne di nava gelê kurd de be jî bi fikir, raman, sekna xwe bi rûmet wekî hêzekê di dilê gelê kurd de cihê xwe diparêze. Wê têkoşîneke ji bo doza bi rûmet wekî mîrate hişt. Ew bi serhildna xwe bû mînak û eynika berdewamiya doza ji bo azadiyê. 
 
Leylayê ji ber serî netewand bû hedef
 
Leyla Qasim di sala 1952'yan de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê di nava malbatek welatperwer de çavê xwe li cîhanê vedike. Ew herçend malbateke feqîr bûn jî lê bextewer bûn, zarokên xwe di nava feqiriyê de mezin kirin. Tevî ku malbateke xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî malbat ji ber xizaniyê di sala 1958'an de koçî Bexdayê bûn. Wê dibistana amadekariyê li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin. Jixwe her tim jinên têkoşer bûn ên ku hedef dihatin girtin. Leylayê jî ji ber serî netewand bû hedef. 
 
Leylayê xebat ji bo xwe wekî felsefeyeke jiyanê hilbijartibû
 
Di sala 1972'yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata BAAS'ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya P.D.K.I.  de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, lê Leyla biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike. Ew ji xebatê nedireviya. Ev yek ji bo xwe wekî felsefeyeke jiyanê hilbijartibû. 
 
Ji bo şiyarbûnê çalakiyên bi bandor dike 
 
Di salên xwendinê de hîn zêdetir ser bindestiya welatê xwe lêhurbûn dike. Bi hevalên xwe yên xwendekar re hewl didin ji bo şiyarbûna Gelê Kurd çalakiyên bi bandor bikin. Dema ku li Paytexta Iraqê beşa civaknasiyê dixwend hîn zêdetir ser rastiya civakan û bindestiya kurdan disekine. Di 1974'an de Rêjîma BAAS'ê li dijî Gelê Kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdadê derxistin. Rêjîma Iraqê Bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelê Kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikşîne ser komkujiya li dijî Gelê Kurd balafir revand, di 24'ê Nîsana 1974'an de hate girtin. Dema li girtîgehê bû cureyên îşkenceyên mezin lê hat kirin. Bi biryara Sedam Husên Leyla û 4 hevalên xwe di 13'yê Gulana 1974'an de hatin darvekirin. Leylayê serî li ber dijmin netewand û daxwaza cil û bergên nû ji malbata xwe kir. Wê çavên xwe ji têkoşîneke mayinde girt. 
 
Leylayê Qasim li dû xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt 
 
Li gorî daneyan Leylayê piştî ku di bin çavdêriya îstîxbarata dewletê de bûye jî bi wêrekî bersiva pirsên karbidestên dewletê daye û di dadgehê de li rûyê dadgerê BAAS'î bi dengekî bilind wiha gotiye: "Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd wê ji xewa giran şiyar bibin, ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim." Leyla li Kurdistanê bû sembol û mînakek. Di dilê her kurdekî de cihê xwe girt. Jinek jêhatî û serbixwe bû û di 22 saliya xwe de hat darvekirin. Leylayê li dû xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt û bi şewqa azadiya di bîbikên xwe de siberoja zarokên gelê kurd ronî kir.