Evrîm bi pênûsa xwe û têkoşîna da şopa xwe hişt...

  • 11:21 12 Nîsan 2022
  • Portre
 
AMED - Nivîskar û Rojnameger Evrîm Alataş ku di rojnameya Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundem û gelek rojnameyên din de xebitî, berî bi 12 salan îro jiyana xwe ji dest da.  Evrîmê, bi nûçeyên çêkirin, pirtûkên nivîsandin û hem jî bi têkoşîna xwe şopa xwe hişt. 
 
 Rojnameger û nivîskar Evrîm Alataş, di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê navçeya Akçadag a Meletiyê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn li gundekî din, lîse jî li Stenbolê diqedîne. Di sala 1995’an de di demeke ku gund dihatin valakirin, di kovara Newrozê de ku birayê wî Huseyn derdixist dest bi xebatê dike. Piştî girtina kovarê bi demeke kurt, bi piştgiriya xwişka xwe Mukaddes Alataş, di rojnameya Ozgur Gundemê ya ku wê demê bi biryarên dadgehê dihat girtin û bi navên cuda hebûna xwe berdewam dikir de dest bi xebatê kir.
 
Nêrîneke qerfî
 
Evrîm a ku dema rojnamegerî dikir gelek caran hat binçavkirin, di qunceka rojnameyê ya bi navê "Fîncan Xanim" de rewşa heyî bi awayekî qerfî dinivîsand. Evrîm, ji bilî qunciknivîsînê, derbarê binpêkirinên mafan de jî gelek nûçe çêkirine.
 
Evrîm a ku li rojnameyên wekî Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundem xebitiye, ji bo rojnameyên wekî Evrensel BîrGun, Ozgur Polîtîka, Radîkal Îkî û kovara , Esmer, Bîrîkîm, Amargî û Tîrojê jî gelek gotar nivîsî ne. Herwiha Evrîmê li Rojnameya Taraftar jî di quncika bi navê "Kurtlar Vadîsî" de ji nivîsiye. 
 
Senaryoya 'Min Dît' nivîsî
 
Romana yekem a Evrîmê "Çîrokên Mayoz Bounme" di 2003'yan de li Weşanxaneya Aramê hat weşandin. Pirtûka wê ya duyem ku ya dawî ye jî "Her Dagin Golgesî Denîze Duşer"  di 2009'an de ji aliuyê Wêşanxaneya "Îletîşîmê" ve hat weşandin. Herwiha Evrîmê senaroyaya Fîlmê "Min Dît" ku wekî fîlmê yekem ê li Tirkiyeyê hat pêşandan bi derhinerê fîlm Mîraz Bezar re nivîsaniye ku ev fîlm hêjayî xelatê jî hatibû dîtin .Mijara fîlmê  jî du zarokên ku li Amedê dayik û bavê wan di şer de hatibûn kuştin û bi tenê mabûn e. 
 
Evrîm di demeke ku binpêkirinên mafan gelek zêde bûn, kes bi destûra dewletê dihatin windakirin û rojnamegerî her ku diçû zahmet dibû de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Lê Evrîmê, vê pêvahoya dermankirinê jî bi nivîsnadinê derbas dike.
 
Evrîm di 12'ê Nîsana 2010'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.