Partiya jinan a Gabrîela

  • 09:04 10 Mijdar 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Jinan a Gabrîela, armanc dike ku dengê jinan, daxwazên jinan zêdetir bidin bihîstin û bibin dengê jinan. Hêza xwe ya herî mezin jî ji tabana xwe digire. Gabrîela ku tifaqa wê bi rêxistinên jinan ên herî mezin ê welat re heye, li pişt wan li Fîlîpînê bi sedhezaran jin hene. Partiya Jinan a Gabrîela, bi 200 rêxistinên jinan û bi hezaran endamên xwe li Fîlîpînê ji bo aştiyek mayînde û edaleta civakî, parlamento jî tê de li her qada jiyanê ji bo pirsgirêkên jinan çareser bike li çareseriyan digere.
 
Nagîhan Akarsel
 
Partiya jinan a Gabrîel, partiyek jinan a li Fîlîpînê têkoşînê dimeşîne ye. Li Fîlîpînê têkoşîna jinan xwe dispêre dîrokek kevn, navê xwe ji Gabrîela Sîlang a di 1760’î de li dijî binpêkirina Ispanyolan têdikoşe, digire. Gabrîela Sîlang yekem jina navê generaliyê digireye. Li Fîlipînê têkoşîna jinê bi deklerekirina rêxistina femînîst a Fîlîpînê ya 1905’an de dest pê dike. Jinên çîna navîn û jor vê rêxistinê ava dikin û di alî daxwazên mafên civakî de faliyetan dimeşînin. 
 
Di 1972’yan de bi îlankirina OHAL’ê re rêxistinên girseyî hatin qedexekirin û Tevgera Azadiya Jinan (Makibaka), hatiye kişandin. Piştre  Eniya Demokratîk a Neteweyî (NDFP) ya li dijî dîktatoriyê xwe rêxistin kir, yek ji yekemîn rêxistinên beşdar bû. Bi hezaran gerîlayên wan yên jin hebûn. Van jinan di NDFP’ê de bi rêxistinbûna xweser cihê xwe girtin.
 
Di 1984’an de li dijî dîktatoriya Marcos, jinan li paytex Manîla meşeke bi 10 hezar kesî pêk anîn. Piştî vê meşa mezin 200 saziyên jinan hatin gel hev û komîsyona jinan a neteweyî ava kirin. Vê koalîsyonê navê fermandara yekemîn a jin Gabrîela Sîlang girt. Gabrîela ku bi terza kongreyê xwe bi rêxistin dikir, di Cotmeha 2000’î de dîsa bi heman navî partî ava kir û biryar girt ku bikeve hilbijartinan. Partiya Jinan a Gabrîela, armanc dike ku dengê jinan, daxwazên jinan zêdetir bidin bihîstin û bibin dengê jinan. Hêza xwe ya herî mezin jî ji tabana xwe digire. Gabrîela ku tifaqa wê bi rêxistinên jinan ên herî mezin ê welat re heye, li pişt wan li Fîlîpînê bi sedhezaran jin hene.
Partiya Jinan a Gabrîela, bi 200 rêxistinên jinan û bi hezaran endamên xwe li Fîlîpînê ji bo aştiyek mayînde û edaleta civakî, parlamento jî tê de li her qada jiyanê  ji bo pirsgirêkên jinan çareser bike li çareseriyan digere. Di bernameya wan de der barê çareseriya pirsgirêkan de hedef hene û di esasa îdeolojîk de tevdigere. Ne tenê der barê jinan de der barê mêran de jî polîtîkayan pêş dixîne û mekanîzmayên ku dikarin têbikoşin ava dikin. Gabrîela yek ji partiya ku bi hêza jinan a mîlîtan girsebûnê pêk tîne ye.
 
Alternatîf a li dijî kemînên lîberalîzmê pêkan e
 
Partiya Azadiya jinê û Partiya Jinan a Gabrîel, di vê serdema ku venasînên tecrubeyên îdeolojîk, zanistî û rêxistinî, kuram û saziyan zelal nake, bûye îradeya polîtîk. Vê îrade, hişmendî, rêbaz û hêza têkoşînê dibe tevgerên jinan di rêgezên hevpar de tên gel hev, bername û konfederalîzma rizgariya jinê amade dike. Nîşan dide ku pergalek alternatîf a li dijî kemînên lîberalîzmê pêkan e. Tevgerên gel ku li ser daxwazan dest pê kiriye li welatan belav bûye. Bihara Ereban, Şoreşa Gul, Şoreşa Turuncu. Di van serhildanan de pêşengiya jinan tê dîtin. Dînamîkek têkoşînê ya jin tevli çalakiyan dibin mijara gotinê ye. Yek ji welatên ku di van çalakiyan de pêşengiya jinan hat dîtin Şîlî bû. Li Şîliyê biryar hat girtin ku partiya jinan a femînîst wê bê avakirin. Ji ber vê gelek watedar û bi kelecan e.
 
Li Şîliyê di 2019’an de piştî ji xizmetên veguhestina komî re zem hat kirin şûnde çalakiyan dest pê kir û di demek kurt de mezin bûn.   Jinên Şiliyê bi Reqsa Las Tesîs ku ji herêman dest pê kir û li cîhanê belav bû, li çalakiyan yek din zêde kirin û gotin biryar girtine ku wê partiyek jinê ava bikin. Li Şîliyê ku tevgerên jinan xurt in, di tevgerên sendika û derdorê de rêxistinên jinan hene û li sîwaneyeke ku hemû jinan tîne gel hev heye. Lê tevgera jinê diyar kir ku ew van rêxistinên zêde radîkal nabînin û biryara avakirina partiya femînîst girtine. Ligel ku vê biryarê hêvî û kelecan afirand, bi pêşengiya jinê bernameyek ku çareseriya pirsgirêkên civakê dihewîne gelekî girîng e. Di serî de partiyên jinê,  îdiaya afirandina pergaleke alternatîf pir girîng e. Ji ber vê jî  nîqaşkirineke xurt a derfet û bê derfetiyên partiyan girîng e. Rol û mîsyona partiya jinê, bernameya rizgariya jinê, bi nîqaşan wê zelal bibe.
 
Li şûna encamê
 
Di encamê de partî organên ku rota xwe ya îdeolojîk a îradeya kolektîf a rê nîşanê dide civakê û nasnameya temsîl dike, datîne holê ne. Bi kadroyên xwe avabûnên ‘tov davêjin e’. Wek îradeyek pêşneg modelên –proto yên nirxên civakê derdixe holê ye. Ji bo civakên di bin hegemonya emperyalist de ne partî girîng in.
 
Partî ku forma rêxistinkirî ya mudaxale îradî ya di alî kolektîfbûna civakê de ne, di vî alî de çavkaniya rêxistinbûna şoreşa jinê ye. Forma berxwedanê ya îdeolojîk e. Têkoşîna jinan a global tîne gel hev, kirdeya yekbûnê dihewîne. 
 
1-Ev nivîs ji hejmara 17’an a mijara dosya ‘Sedsala 21’ê: Sedsala jinê’ ya kovara jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.