Partiya azadiya jinê

  • 09:04 3 Mijdar 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
Wek rêbaz, rêxistinên xweser ên jinan û xweser ji derveyê pergalê pêş ketiye. Amadekariya vê pêvajoyê jî xwe spartiye dewlemendiya zîhnî ya pratîka îdeolojîk û siyasî ya jinan. Di vî alî de partîbûna jinan li ser dewlemendiyên îdeolojîk û civakî ya bi qada parastina jinê hatiye avakirin. Beşek mezin a vê dewlemendiyê jî di şertên giran ên şer de pêk hatiye.
 
Nagihan Akarsel
 
Partiya Azadiya Jinê partiyeke ku di Tevgera Azadiya Kurd de vejiyaye û xwedî diyaletktîkek ku taybetiya ‘şoreşa nav şoreşê’ dihewîne ye. Tevgera Azadiya Kurd, tevlibûna jinê ya şoreşê wek îdeolojîk û rêgeza siyasî girtiye dest û di nav damzerînerên wê de jin jî cih digirin. Rêgezên îdelojîk xwe ewil bi azadiya jinê ve girêdaye. Feraseta sosyalîzmê ya sedsala 21’ê, esasa nîqaşên veguhestina paradîgmayî jî azadiya jinê ava kiriye. Di vî alî de di Tevgera Azadiya Kurd de partîbûna jinê ne tenê rêxistinbûna jinê, rêxistinbûn û îdeolojiya sazbûna giştî ya partiyê bandor kiriye.
 
Wek rêbaz, rêxistinên xweser ên jinan û xweser ji derveyê pergalê pêş ketiye. Amadekariya vê pêvajoyê jî xwe spartiye dewlemendiya zîhnî ya pratîka îdeolojîk û siyasî ya jinan. Di vî alî de partîbûna jinan li ser dewlemendiyên îdeolojîk û civakî ya bi qada parastina jinê hatiye avakirin. Beşek mezin a vê dewlemendiyê jî di şertên giran ên şer de pêk hatiye.
 
Pergalê bandora li ser kesan bi nirxandinan analiz kiriye, ji tecrubeya pratîk a têkoşîna zayend, hezkirina zayend, hişmendiya zayend, nakokiya zayend kuram ava kiriye. Jin ji modernîteya kapîtalîst ji esasa ‘destberdana bêdawî’ ji bo avakirina lêgerîna nû rê û rêbaz pêş xistiye. Ji serî de jin di xebatên rêxistinê de hebûn. Di 1987’an de di 8’ê Adarê de bi tevlibûna du hezar jinî tespîta ‘pirsgirêka jinan pirsgirêka bindestan e û rizgariya jinê rizgariya civakê ye’ hatiye kirin. Yekîtiya Jinên Welatparêz a bi vê tespîtê hat avakirin, rêxistibûna xweser a yekemîn a Tevgera Azadiya Jinên Kurd e. Bi avabûna komîteyên azadî û wekheviyê ya bi teoriya qutbûnê berdewam kir rawestgeha dîrokî ya li her çar parçeyê Kurdistanê ye. Peymana Civakî, ‘Tespîta Hevjiyana Azad’, ‘Pergala hevserokatiyê’bi rêxistinên cuda bandor li ser hemû civakê dike. Ev hemû bi jineolojiyê tên meşandin. Rizgariya jinê bi van rawestgehên dîrokî ava bûye. Îro cîhan bi ‘Konfederalîzma jinê’ aliyê vê îdiayê datîne holê.
 
Bi pergala alternatîf têkoşîna zayendê dayîn di xweserbûna Tevgera Jinan a Kurdistanê de derketiye holê. Di sedsala 21’ê de nîqaşên der barê tevgera jinan û femînîzmê de  di alî afirandina alternatîfan de handîkapên cidî dihewîne. Polîtîkayên hatine nermkirin ên neolîberalîzmê, gelek têkoşînên radîkal û rêxistibûnê lîberalîze dike. Di alî tevgera jinan de partîbûna jinê mekanîzmayeke ku tedbîra vê ava dike ye. Azadiya jinê bi bedelên mezin tê bidestxistin. Ev bi pratîka rêxistibûna partiyan pêkan e. Qirkirina jinê ya li Şengalê derketiye holê tabloya şênber nîşan dide. Li bajarê ku jin derxistin ber firotinê, jin wek lehenga azadkirina bajar vegeriya. Ji bo jinan lêgerîna edaletê, derfetên rehabîlîtasyonê dikaribû bihata kirin. Em bi berxwedêriya jinê ya ku bedel daye ber çavên xwe vê dikarin pêk bînin. Di vî alî de di civaka Kurd û bi jinan re bandorek girîng pêk hatiye. Rêxistibûnên xwser ên jinan bûne wek dibistanan. Dîsa di van rêxistinan de jinan hêza parastina cewherî qezenc kirine û qadên bûne kirde ava kirine.
 
Di radîkalbûna têkoşîna jinê ya xweser de keseyat û pêşengiya kadro bi bandor bûye. Di vî alî de civak bi kadroyan pir bawer in. Hem derfet hem jî bêderfetbûn jî derketiye holê. Nirxên kadrobûyînê bûye hîmê baweriyê. Dema kadrobûn asta ku tê xwestin bi dest nexîne wê demê bandor li asta rêxistibûna partiyê dike. Ligel vê di bin banê partiya jinê de nirxên hatine avakirin her ku derbasî civakê bûye xurt bûye û girseyî bûye. Hewcedariya pergalbûna konfederal wiha derketiye holê. Pergala jinê di modela rêxistibûnê de wek partiya jinê wek partiya îdeolojîk xwe daye venasîn.
 
Qadên parastina jinan, îdeolojiya rizgariya jinê, partîbûn, peyama civakî, konfederasyon û rojevên jinê, di lêgerîna jiyana azad de di asta kodroyên jin ên jiyana xwe dane holê de, hatine rojevê. Li dijî îdeolojiyên serdest ên mêr jinan îdeolojiya di esasa jinê de pêş xistiye û li dijî saziyên serdest ên mêr têkoşîn hatiye dayîn. Hêza biryara jinê, feraseteke pergala xwe dispêre jinê derketiye holê. Jinan qedera xwe bixwe tayîn kiriye û di vê esasê de herî dawî bi şoreşa Rojava şênberî qezenc kiriye. Yanî Şoreşa Jinan a Rojava, destkeftiya şênber a partîbûna jinê ye. Bi rêxistbûnên xweser re di qada siyasetê de pergala hevserokatiyê, di qada parstina ceweherî de, qada çapemeniyê de, aborî û perwerdehiyê de, çandê de pergala hevserokatiyê hatiye rûniştin. Di têkoşîna azadiya jinan a Kurdistanê de guhertin û veguhertin didome. 
 
Di vê esasê de partiya jinê xwedî bingeheke dînamîk û perwerdekirî ye bi kadroyên îdeolojîk her tim zindî û dînamîk e. Di alî çareseriya pirsgirêkên jin û civakê de organeke îdeolojîk û zanistî ya çareseriyê diafirîne ye.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Partiya jinê ya Gabrîela’ wê bê weşandin.
 
1-Ev nivîs ji hejmara 17’an a mijara dosya ‘Sedsala 21’ê: Sedsala jinê’ ya kovara jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.