Pirsgirêka azadiya jinê û hewldanên çareseriyê

  • 09:05 20 Cotmeh 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
"Ji bo heqîqet  û rêbaz bên pêşxistin, rêxistinbûn bê kirin divê şert û merc baş bên tahlîlkirin. Divê têliyek rast ya bi jiyana civakî û siyasî re bê avakirin. Karekerên demê jî wê ev nêzîkatî diyar bike. Esasên têkoşîna azadiya jinê jî xwe dispêrin vê esasên îdeolojîk."
 
Nagîhan Akarsel
 
Nakokiya zayendî ya hiş û binpêkirinek berfireh dihewîne, nakokiya herî kûr a civakê ye. Ji ber vê jî gelek tevlihev e ev nakokî. Derxistina xweserbûn û hêza vê nakokiyê jî glek zehmet e. Ji ber torên li dora jinê hatine hûnandin xwe dispêre hezaran salî. Zayendperestî, netewperestî, nîjadperestî, alprestî û zanist ku gena modernîta kapîtalîst ava dike, di her qada jiyanê de bi lîberalîzmê re hegomonya îdeolojîk ava kiriye. Ev hegemonya xwe dispêre serdestiya mêr. Ji ber vê jî pirsgirêka azadiya jinê, di astên ku nakojiya zayendê derbas dike girantire. Di vê pergalê de avabûna îradeya xweser û hêza xweser a jinê têkoşînek mezin ferz dike.
 
Çareserkirina nakokiya zayendê pirsgirêkek azadiya jinê ye. Di du sedsalên dawî de di esasa azadî û mafên jinan de tevgerên azadiya jinê ava bûne. Di vê pêvajoyê de di alî ku rastiya civakî û dîrokî ya jinê derkeve holê de lêkolînên berfireh û perwerde hatine kirin û têkoşîn hatine meşandin. Ji bo derxistina îrade û hêza jinê, rêxistinbûna jinê gavên girîng hatine avêtin. Potansiyelek polîtîk a bi heybet a hêza jinê derketiye holê. (Cinzia Arruzza, Bhattacharya Tithi ve Nancy Faraser, ji sedî 99 için Feminizm: Bir Manifesto)
 
Jinan li dijî binpêkirinan her tim serî hildane. Ev serhildan bi formên cuda her tim hatin kirin. Ne tenê wek çalaki; bi teorîk jî serhildan pêk hatine. Jinan bi femînîzmê nirxandinên xurt kirine, pirsgirêk û mafên jinan dane xuyakirin. Pêşenga femînîzma Anarko Emma Goldman, diyar kirin ku çavkaniya hemû nebaşiyên serdestiya li ser jinê ye û têkiliya bi zîhniyeta dewletê re derxistiye holê. Emma gotina ‘trajediya azadiya ijnê’ pêş xistiye. Dîsa Aleksandra Kollantaî diyar dike di 1095’an de yek koleke ku jin gotina xwe bêje û mafê xwe bixwaze tunebû û baldikşîne ser rewşa jinên li Rusyayê ya di sala 20’an de. 
Pêvajoya Şoreşa Ekîmê de mîtîngên jinan pêk hatine. Bi sendîkayan re hevkarî hatiye kirin. Zenodel an jî Jenotyel ku di bin bana Partiya Komunîst de hat avakirin, wek sazbûnek ji bo têkoşîna jinê têdikoşe derbasî dîrokê bû. Di alî ku jin tevli qada jiyanê bibe sazbûnek xurt bû lê di alî ku jin bibin heza biryara polîtîk de ne zêde bi bandor bû. Di serê sedsalê de em partiyên jinan dibînin. Li Rûsyayê partiya Jinan a Pêşketî ya di 1905’an de li Rûsyayê hatiye avakirin mînake. Yek ji taybetiyên vê partiyê mêr negirtine nav xwe. Li Tirkiyeyê 1923’an de bi pêşengiya Nezîhe Muhîddîn Firkaya Gel a Jinan hat avakirin û her çiqas wek partî destur neyê dayîn jî hewldanek girîg bû.
 
Derbarê rêbazên têkoşîn û rêxistinbûnê ya şertên sedsala 19 û 20’an de ji bo îro dikarin ders bên derxistin. Di enamê de destkeftiyên têkoşînan hebe jî pirsgisrêka azadiya jinê bi hemû tûndiya xwe berdewam dike. Nezelalî wek pirsgirêkê li ber pêş me ye. Rê û rêbaza vê têkoşînê çiye? Ji bo şoreşa herî girîng a dîrokê pêk bê, divê têkoşîna îradî bê meşandin. Gelo jin wê di sedsala 21’ê de têkoşînek îradî pêk bînin? partîbûna jinan ji bo pêşxistina vê têkoşîna îdarî dikare derftên girîng bide.
 
Di sedsala 21’ê de hewcedariya îdeolojî
 
Ji bo heqîqet  û rêbaz bên pêşxistin, rêxistinbûn bê kirin divê şert û merc baş bên tahlîlkirin. Divê têliyek rast ya bi jiyana civakî û siyasî re bê avakirin. Karekerên demê jî wê ev nêzîkatî diyar bike. Esasên têkoşîna azadiya jinê jî xwe dispêrin vê esasên îdeolojîk. Em di dîroka nêz de li serhildanên gel û serhildanên jinan binêrin. Bêguman serhildan her tim hene û naqedin; lê  heta enerjiya ku sor dibe bê komkirin, pergal xwe kom dike ji xwe. Em ji vir derkevin rê û vegerin îdeolojiyê.
 
Îdeolojî ji gotinên ‘eîdos’ û ‘egos’ ku gotinek grekî ye tê.  Îdeolojî tê wateya ‘zanista fikran’.Abdullah ocalan wek ‘pakêta fikran ya hevpar a îradeyê, ahlaqê civakî’ an jî  ‘navê din yê xwe venasînê’, îdeolojiya civakî vedinasîne. Ev di heman demê de pêvajoya îradebûn û kirdebûnê ye. Di esasa berjewendiyê civakî de îdeolojî her tim hebûn. Alavên îdeolojîk yên dewletê ev misyon anîne cih û hişmendiyek ava kirine.
 
Bêguman ‘hişmendiya şaş’, dogmatîzm ya ku îdeolojîk dijîn yên ku îdeolojiyên dewletan afirandine, mijarên ku divê bên rexnekirinê ne. Lê ev nayê wateya ku êdî hewce bi îdeolojiya tuneye. Emdikarin bêîdeolojîbûnê biparêzin. Îdeolojî, beramberê xwedî nasnamebûn, nêrîn û fikr e. Nêzîkatiyên ku bêîdeolojîbûnê diparêzin bi tena serê xwe êrişên îdeolojîk in. Ji ber vê em hewce bi veqetînên îdeolojiyên civakî û îdeolojiyên deshtilatdariyê dibînin. 
 
Di vê esasê de formên der barê ku divê îdeolojiya sedsala 21’ê çawa be, mijarên nîqaşê ne. Di nêzîkariyên li hember pirsgirêka azadiya jinê de bêîdeolojîbûn û bê formbûnê dertê pêş. Ji ber vê li gorî hewcedariyên serdemê ji nûve venasîna îdelojiyê gelek girîng e.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Wek hêza rê nîşandanê ya îdeolojîk hewcedariya partiyê’ wê bê weşandin.
 
1-Ev nivîs ji hejmara 17’an a mijara dosya ‘Sedsala 21’ê: Sedsala jinê’ ya kovara jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.