Di têkoşîna jinê de hewcedariya partiyê

  • 09:04 13 Cotmeh 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
“Partiyên burjuva yên sedsala 19’emîn,  çawa partiyên xwe dispêrin keda sedsala 20’an, wê sedsala 21’ê jî bibe sedsala partîbûna jinê’. Ev gotina nirxandina Abdullah Ocalan gelek girînge.  Nêrîna wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê mijara vê nivîsê ava dike."
 
Nagîhan Akarsel
 
Em di serê rê de ne. Di sedsala ku rawesteha xwe diyar dike. Polîtîkayên olperest, zayendperest, nîjadperest teşhir bûne. Ji 1950’yî şûnde ‘dawiya dîrokan’ ‘dawiya îdeolojiyan’ teoriyên ku modernîteya kapîtalîst bi postmodernê hatiye cîlakirin, hilweşînên ekolojîk û krîzên sermayeyê dijîn.
 
Reform û restorasyon zêdetir bîhna me diçikînin û êrîşî hişê me dikin. Pergala hegemonîk xurt dikin. Niha wek qirkirina bîhnê pandemî îlan dike. Hişê me ji aliyê vîrusê ve tê dagirkirin . Fikara windabûn, windakirina bîhnê tê jiyîn. Ji ber vê hewcedariya me ji her demê zêdetir bi forman heye.  Hewcedarî ne bi reform û restorasyonê bi mudaxaleya îradî ya radîkal heye.
 
Em her yek di jiyana me de salên ku em xwe xurt hîs dikin hene. Ev tekabulê salên xwendekariyê dike. Motîvasyonek ji weşanên çep xwedî dibe. Di her rupelên weşanên çep de rêgeza ‘tahlîla objektif a şertên objektîf’ bang li me dike. Her ku ev rêgez tê şuxulandin li ber me navberek diyar dibe.  Pandemiya di çaryeka sedsala 21’ê de hat jiyîn û polîtîka hat ferzkirin, neçareserî, serhildanên gel û çalakiyên jinan, navberekê nîşan dide. Nîşan dide ku em bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Ji ber vê jî forma çêbûn û wateyê wek pirs li pêş me ye
 
Forma îdelojîk û zanistî; forma çêker heza mudaxala îradî yanî rêxitsinbûna îradî ya kolektîf ferz dike. Ev hêza zanistî, îdeolojîk  û rêxistibûnê, xwedî potansiyela ku qedera sedsalê diyar dike ye. Kirdeya vê potansiyelê  qedera sedsalê diyar dike. di sedsala 21’ê de kirdeya  rêgeza ‘mafê tayînkirina qedera xwe ya neteweyan’ jin e. Ji binpêkirin û zexta civakê îro naqokiya herî mezin û kevn dijî.  Bi qasî bandor li pêşketina civakê dike ji pêşketina civakê jî bi bandor dibe.
 
“Partiyên burjuva yên sedsala 19’emîn,  çawa partiyên xwe dispêrin keda sedsala 20’an, wê sedsala 21’ê jî bibe sedsala partîbûna jinê’. Ev gotina nirxandina Abdullah Ocalan gelek girînge.  Nêrîna wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê mijara vê nivîsê ava dike."
 
Nakokiya esas rast venasîn
 
Sê nakokiyên ku mohra xwe li sedsala me daye hene. Ev nakokî di bernameya DEHAP’ê ya sala 2003’an de wiha tê îfadekirin:
 
“Nakojiya yekemîn a navbera hemû mirovahî û sermayedaran e. Ya duyemîn jî nakokiya navbera mirov û xwezayê ye û yaa sêyemîn jî naqokiya zayendê ye.”
 
Foruma wate û çêkerbûnê ya hêza pêşeng a îdeolojiyê ye diyar dike di hêza çareseriya her sê nakokiyan nakokiya zayendê wê bê avakirin. yanî bi îfadeyek din karekterê serdemê bi çareseriya pirsgsirêka azadiya jinê wê bê çareserkirin.  Di heman demê de ronakbûna jinê ronakbûna civakê jî bixwe re tîne.
 
Di her sê naqokiyan de nêzîkatiya paradîkmal şert e. Di serê sedsalê de paradîgma modernîteya demokrtîk a Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye çareseriya her sê nakojiyan jî dihewîne û em jî diyar dikin ku ev şansê herî mezin ê mirovahiyê ye. Abdullah Ocvalan ku stratejiya çareseriyê ya van nakokiyên ku cîhan dijî, dike navîna paradîgmayê û li ser vê pergalê ava dike. Di nîşeyên Îmraliyê de jî wiha tê gotin: “Gelek girînge ku jin ji objebûnê derkeve û azad bibe û bibe kirde. Ger jin bibe kirde azad bibe wê civak jî azad bibe.”
 
Jina bibe kirde, xwe di alî îdeolojîk zanistî û rêxistinbûnê de xurt bike girînge. Bi îdeolojiya rizgariya jinê û partiyê re dewlemendiyek ava bû. Divê ev di esasa  znistê de bê bidestxistin. Di alî jîneolojîk de em dikarin îfade bikin ku serkeftina şoreşa jinê niha ji her demê pêkantir e. 
 
Di esasê de bi çareserkirina nakojiya zayendê sedsala 21’ê namzeta ku bibe sedsala jinê ye. Lê ev pêvajoya wisa bixwe pêş nakeve. Bi heza çalaki bername, teori û zanist û îdeolojiyê pêkan e.
 
Nîşe: berdewama nivîsê  hefteya pêş bi sernavê ‘pirsgrêka azadiya jinê û hewldanên çareseriyê’ wê bê weşandin.