Berxwedana jinê yan jî rêbazên hebûnê

  • 09:05 6 Cotmeh 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
Venasînên jineolojiyê ji ber vê girîng in. Jineolojî li dijî feraseta zanista pozîtîvîst a heyî ye. Jineolojî wek alternatîfa li dijî vê feraseta zanista pozîtîvîst e. Ji pirsgirêkên hebûnê re li çareseriyan digere û alternatifan hildiberîne.
 
Nagîhan Akarsel
 
Rêbazên berxwedana jinê di heman demê de rêbazên hebûna jinê ye. Derxistina holê ya rêbazên berxwedana jinê venasîna hebûna jinê jî bixwe re tîne. Jîneolojî ku zanista jiyan û jinê ya xwe dispêre rêbaza lêkolîna rastiya jinê (Abdullah Ocalan) û ‘gava yekem a sosyolojiya rast a zanista li dora jinê pêş dikeve’ (Abdullah Ocalan), rêbazên bexwedana jinê yanî venasîna hebûna jinê derdixe holê.
 
Di vir de ku hewl tê dayîn heqîqeta veşarî ya jinan bê fêmkirin, rastiya hebûna bi bexwedana heqîqetê re derdixe holê. Jiyan û berxwedan beramberê hev in li vê erdnîgariyê. Nivîsandina vê nivîsê jî daneyên girîng pêşkêş dike. Ev erdnîgariyeke ku hebûna xwe terk nake ye. Berxwedan bi gotina ‘Biqasî bimire ji jiyanê hez dikim’ didomin û ji ber vê jî vegotina rastiyê gelek girîng e.
 
Venasînên jineolojiyê ji ber vê girîng in. Jineolojî li dijî feraseta zanista pozîtîvîst a heyî ye. Jineolojî wek alternatîfa li dijî vê feraseta zanista pozîtîvîst e. Ji pirsgirêkên hebûnê re li çareseriyan digere û alternatifan hildiberîne.
 
Wate ku wek çalakiya fêmkirinê ye, têkiliya zanistê ya bi dîrok û sosylojiyê re derdixe holê. Dîrok hebûnek sosyolojîk e û bi nêrîna jineolojîk mêzekirina li daneyên vê rêbazek pir girîng e. Bi nêrîneke wisa destgirtina dîrok û sosyolojiyê, momentên esas ên jiyan û hebûna jinê derdixe holê. Ev moment kodên ku jinan hewandiye û parastiye heta îro anîne. 
 
Çend mînakên berxwedana jinê ya xwe dispêre mayîndebûnê
 
Li Kobanê jinên li dijî DAIŞ’ê li berxwe dan, li Efrînê esasgirtina zanîna axê û li dijî artêşa mezin a duyemîn a NATO’yê îmze avêtin berxwedana serdemê. Li Şengalê li dijî destdirêjî, qirkirin, qirkirina jinê çand û çanda xwe parastin. Ev tecrubeyên jinên berxwedêr mînakên herî girîng ên rêbazên hebûna jinê ya serdema me ye. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê vê diyalektîkê derdixe holê. 
Biyanîbûna jin dijîn divê bi îradebûna hevpar a hevzayendan bê derbaskirin. Teoriya qutbûnê û girêdayê wê xwegîhandina hişmendiya xwezaya jinê, hezkirina hevzayend û li dijî paşverûtiyan têkoşîn rêbazên girîng in. Ev rêbaz di Têkoşîna Azadiya Jinên Krudistanê de bûye çavkaniya rêxistinbûnê.
 
Aliyekî hebûnê jin ya din jî mêre. Bi vê rastiyê re bi hedefa ku mêr bê guhertin têkoşîn meşandin girînge.  Projeyeya guhertinê ya mêr, ji bo azadiy ajinê azadiya civakê girînge. Rêbazên têkoşîn û venasînên jinan di vir de gelek girînge. 
Jinên ji pirsa ‘divê çawa bê jiyîn’ li bersivê digerin jî, tecrubeyên parve dikin xwedî girîngiyek mezine. Jîneolojiya ku xwedispêre zanîna tecrubeyan, van rêbazên ku dînamîkên hebûna jinê ne, derdixin holê û ev yek ji peywirên herî esas e.  Di dema parvekirina vê zanînê de, hîskirin, avakirina empatiyê, pêşxistina diyalogê, rexne û xwerexnedayîn divê cuda bên dest girtin.
 
Encam
 
Wateyên berxwedanê ji kes heta civakê ji jinê het amer ji zindiyan heta nezindiyan ku hemû gerdunê dihewîne di nivîsekê de dayîn ne pêkane.Di vê nivîsa xwe de me têkiliy ajiyanê ya bi berxwedanê re esas girt. Armanca me rêbazên berxwedanê yên jinan, rêgazên hebûnê vegotine. Paradîma ku jinê ji zayendê wêdetir wek xweserbûna sosyolojiyê dide nasîn, xwe dispêre  demokrasî,ekoloji û azadiya jinê balê dikşîne ser têkilkiya navbera desthilatdariyê. Girîngiya zanîna jinê nîşan dide. Dem û warê em lê dijîn, di vî alî de mînakên dînamîk û zindî yên berxwedanê dijî.  Bi qasî ku canê xwe bidin ji bo azadiyê têdikoşin.
Pergala Modernîteya Demokratîk û felsefeya berxwedanê ya rêbazên hebûna eass a paradîgma xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê xurt dike û  şîara ‘bexwedan jiyane’ wek ‘serkeftin jiyane’ mayînde dike.