Jinek herî zêde ji ku derê xwe birîndar dibe?

  • 09:02 29 Îlon 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Hilweşandina sînorê di navbera jin û mêr de wê bi venasîna hebûna jinê pêk bê. Jin xwe pêş bixîne wê hebûna xwe watedar bike. Her ku jin xwe nas bike wê xweza, gerdûn û mirovahiyê venasîne. Lê jin hebûneke giştî ya çavkaniya xwe ji xwezayê digire ye.
 
Nagîhan Akarsel
 
Yek ji qada ku desthilatdarî ewil lê mayînde bûye hebûna jinê ye û nasnameya ku herî zêde ji aliyê deshtilatdariyê ve hatiye birîndarkirin. Têgeha hebûna jinê ya ku ji aliyê serdestiya mêr ve wek qada desthilatdariyê hatiye dîtin, ji ber vê gelek girîng e. Di vir de hewcedarî bi venasîna xwezaya jinê heye. Di vir de girîngiya jinê dertê holê. Bi taybet bersivdayîna pirsên di mijara zanista jinê de gelek girîng e. Di vir de pirsa, çima baskên zanistê ku her organê bedena mirovan û 3 hezar û 500 baskên matematîkê lêkolîn dikin, jinê lêkolîn nake tê hişê mirovan.
 
Desthilatdariyê herî zêde jî li çar qadan jin birîndar kirine. Ya yekemîn; bi zext, destdirêjî, heqeret û komkujiyan jin kirine alava zarok anînê. Desthilatdariya ku jin ewil kir koleya malê, jin di vê statuyê de hişt û kir milk. Ya duyem jî; jin wek alava zayendê hatiye dîtin. Ya sêyemîn, jin wek kedkara ku tu beramberê keda wê tune ye hatiye dîtin. Ya çaremin jî; jin bi kapîtalîzmê re bûye meta. Nasnameya jinan bi van hatiye birîndarkirin.
 
Di vî alî de jî bersiva ji bo pirsên der barê hebûna jinê de tên jiyîn gelek girîng in. Dema em di nokteya ku gotinên jiyan û jinê bi hev re bigirin dest, divê xweserbûnê baş îfade bikin. Divê têkiliya jinê ya bi jiyana watedar re baş, xweş û rast bê kirin û ji bo vê jî jineolojî li cihekî girîng cihê xwe digire.
 
Wek hebûn venasîna jinê girîng e. Spînoza ji bo pirsa xweserbûna hebûnê çiye gotiye ‘Daxwazkirin û ji bo vê hewldan’, Nîetzsche gotiye ‘daxwaza hêzê’, Marks jî gotiye ‘hêza kedê’. Heîdegger jî dibêje hewce bi veqetînek wisa tune ye. Îbn-î Sîna jî hebûnê bi du rêgezên esas vegotiye; teoriya derketinê. Her teoriyek xweserbûna hebûnê nîqaş dike.
 
Fîzîka Kuantumê jî diyar dike ku girêdayî şert û çavdêran dema ev potansiyel dikeve tevgerê hebûnê qezenc dike. Bi teoriya ne zelal a li ser parçebûn û pêlê ya parçeyên bin atomê re, bi tevlibûna çavdêr re dema ji ser bandorekê bê çavdêrîkirin, dibêje dibe pêl an jî parçe. 
 
Di vê mijarê de Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Beriya her tiştî venasîna jinê û rola wê ya di jiyana civakî de, ji bo jiyana rast esas e. Em vê darazê di alî statuya civakî û taybetiyên biyolojîk a jinê de diyar nakin. Wek hebûnê têgeha jinê girîng e. Di asta ku jin bê venasîn de jin jî tên venasîn. Dema ji mêran bê destpêkirin, em nikarin jin û jiyanê rast venasînin. Jin navenda hebûna xwezayî ye. Di alî biyolojîk de jî wisa ye. Tunekirina jinê, xistina statuya jinê divê pêşî li venasîna têgeha jinê negire. Xwezaya jiyanê piranî girêdayê jinê ye. Neqebûlkirina jinê tunekirina jinê vê rastiyê nikare şaş nîşan bide. Mêr bi çavsoriyek mezin di şexsê jinê de êrîşî jiyanê dike. Dijminahiya mêr a li hember jiyanê, girêdayî rastiya civakî ya lê dijiye.”
 
Hebûna jinê her tim li gorî mêran hatiye venasîn. Yanî jin ‘ya ku ne mêr e’. Ev venasîn tevî ku jinê îfade nake, berovajî dike. Venasîneke din a hatiye kirin jî wek zayenda nayê qebûlkirin tê venasîn. Bêguman bandorên biyolojîk hene lê ya esas ev e ku jin di çanda civakî de bê destgirtin e. Hebûn ger ku bi xweza, ziman, çanda xwe bê îfadekirin, wê demê tê dîtin ku pêşî li jinan hatiye girtin. Bi hewldanên îdeolojîk ev hatiye kirin. Ger wek hebûnekê jin bigihêje îfadeyê wê venasîna mêr jî bê kirin.
 
Hilweşandina sînorê di navbera jin û mêr de wê bi venasîna hebûna jinê pêk bê. Jin xwe pêş bixîne wê hebûna xwe watedar bike. Her ku jin xwe nas bike wê xweza, gerdûn û mirovahiyê venasîne. Lê jin hebûneke giştî ya çavkaniya xwe ji xwezayê digire ye.
 
Ger jin hebûna xwe venasîne, xwe dizane. Xwezanebûn di heman demê de hişmendiyê jî diafirîne. Destgirtina mirovan a wek ‘kakila gerdûnê’, di dîrokê de venasîn, wek zindiyekî çandî û hebûna sosyolojik destgirtin gelek girîng e. Divê rêbazên hebûna jinê yan jî berxwedana jinê bên fêmkirin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘hebûna jinê yan jî rêbazên hebûnê’ bê weşandin.