Exlaq û hişmendiya azadiyê

  • 09:03 1 Îlon 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
“Pergalên serdest hevjiyan wek qada ‘jiyana taybet’ pîroz dîtine û heqîqeta civakî hatiye berovajîkirin. Di esasê de cemawerî wek taybet, taybet jî wek cemawerî fêm kirin zêdetir li gorî xwezaya civakê ye. Têkiliya di hevjiyanê de, bandorê li hemû têkilkiyên civakî û gerdunî dike. Dûrûtiya herî mezin a şaristaniyê,vê têkiliya gerdûnê tenê wek yek hêman dihesibîne. Sedema bênirxbûn û bêfedebûna herî mezin a zanînê jî ev e.”
 
Nagîhan Akarsel
 
Fêmkirina gerdunê me digihîne venasîna azadiyê. Îfadeya Abdullah Ocalan ‘armacan gerdunê azadi ye’ girêdayê vê ye. Venasîna azadiyê zimanê gerdûnê ye. Belkî jî azadî lêgrîna lihevhatina bi heybet a gerdûnê ye.  Belkî jî têkoşîna li dijî pêlan e. Bi hişmendiya ku parçeyek gerdûnê ye, an jî hêza  fêmkirin, watedarkirin û şîrovekirinê ye. yên tên gotin ne rastiyên teqez in bêguman. Ya girîng ne tezbûne kêfxweşiye. Em bêjin kêfxweşiya demê ye.  An jî di gerdûnê de di navbera du kesan de firekans bi hev digire ye. Bêyî bendewarî, samîmî û bi hezkirin.
 
Lê em di serdemek ku têkiliya navbera jin û mêr de ji rêgeza etîk yanî ahlaqê azadî dur ketiye de dijîn. Di vê serdemê de bi çiqas mêr an jî bi çiqas jinî re têkilî danîn wek pîvana azadiyê tê destgirtin.  Kesên dixwazin di alî zayendê de têr bibin, ji bo enerijya xwe biherikînin ji nirxên etîk bêpar dimînin. Rastiya hebûna mirov herî zêde di vê têkiliyê de seqet dibe. Têkiya bi gerdûnê re tûne dibe, herikbariya xwe winda dike. Ji bo xwe têr bike dibe koleye kapîtalîzmê. Lêgerîna xwetêrkirinê deriyê koletiyê vedike. Hepsî sînoran dike.
 
Bedena dibe alav dibe makine yekbûna beden-fikr-rih nikare ava bike. Hem di alî bedenê hem jî di alî civakî de xwe dike kole. Di ahlaqê azadiyê de lêgerîna têrbûnê tûne ye. Lêgerîna xwegîhandina yekbûnê heye. Dem, cih û civak ferz e. Ji têrbûnê wêdetir xwegîhandina daxwazan îfade dike. Ji bo vê jî amadebûna jin û mêr girînge. Divê jin û mêr xwe ji desthilatdariyê dur bigirin. Azadî ne girêdayê têkiliyek koletiyê ye. girêdayê ahlaqê azadiyê ye.
 
Ev têkiliya di navbera jin û mêr de vediguhere têkiliya serdestiyê. Xwe li ser teslimiyete ava dike. Çiqas zêde têkilî hebin evqas kêm têrbûn çêdibe. Her ku ev netêrbûn bê jiyîn bikarhênerî zêde dibe. Ev bikarhênerî ji bo her tiştî derbasdare. Pergala kapîtalîst vê bi têgehên nû rewa dike.Em ji bo vê dikarin gelek mînakan bidin. Mînak di sedsala 19’emîn de daxwazên zayendî yên jinan tune bûn. Zayend piranî ji bo welidînê dihat kirin. Armanc ne alavbûn bû. 
 
Mêrê ku jinê wek alav dibîne  bêguman li sirên rast yên bi jinê re nagere. Nizane ku hezkirin wateya heval, dost û rêheval dihewîne. Li hemû bedenan bi çavên têrbûnê dinêrin. Bi jin û mêrên ku denge wan Rengê wan, nêrîna wan hîs nakin re têkiliyê datînin. Rih ji beden koç kiriye.
 
Di roja me ya îro de dixwaze jin be dixwaze mêr be ji bo zayendan têrbûna bedenê wekî armanca herî mezin dertê pêşberî mirovan.Ev nêrîn mixabin jin û mêr ji ahlaqê azadiyê dur dixe. Hewldana naskirina vê têrbûnê her carê li bedena wan dikeve. Beden ji ber ji mêjî û dil dur dikeve diêşe û tu carê aram kêfxweş nabe.
 
Mijarek din a zirarê dide hesta yekbûnê  welidîn e. Mêr pir hez bike jî pir caran li hember hesta welidîna zêde têk diçe. Di vî alî de mînak zêde ne. Mînak em bêjin têkiliyeke ku bi salane berdewam dike ji ber yek daxwazeke mêr winda dike. Di dîrokê de gelek mînakên wê hene. Mêr ji bo bibin bav jiyana azad û aramiyê davêjin aliyekî. 
 
Ev aloziya di navbera jin û mêr de di heman demê de zemîna ji ser koletiyê bilind dibe jî îfade dike. Li koleiya civakê rê vedibe. Di vê zemînê de behsa ahlaqê azadiyê kirin wek utopya tê fêmkirin. Çawa ku ji ahlaqê azadiyê tawîz bê dayîn şûnde wê hêz bê windakirin. Hişmendî gelek girînge. Wê çawa be? Wê di têkiliyekê de ahlaqê azadiyê çawa be?Yanî tuyê çawa bijî? Bersiva pirsa divê çawa bê jiyîn çiye?
 
Hişmendiya azadiyê
 
Em di serdemek wisa de dijîn ku mirov bi gûman nêzî nirxên bi wan bawaer jî dibin.  Taybet çi ye? Giştî çi ye?Mirov di van pirsan de zehmetiyan dikşînin. Ya taybte ne mal milk e û pir giran û kûre. Ya ku bi hezkirin û rêzdariyê tê parastinê ye, hişmendiya azadiyê ya ku hesta yekbûnê bi kes re ava dike ye. Mijara nîqaşeke berfireh e.
 
Hişmendiya kifşkirina aliyê afrîner û ahlaqê azadiyê girînge. Hişmendiya azadiyê û ahlaqê azadiyê divê têkiliya wê bi civakîbûnê re bê avakirin. Wek lîberalîzm dibêje ‘bihêlin bila bike, bihêlin bila bişkînin’ nabe. An jî nayê wateya ku ‘dilê min bixwaze ez dikim’. Ocalan wiha dibêje: 
 
“Pergalên serdest hevjiyan wek qada ‘jiyana taybet’ pîroz dîtine û heqîqeta civakî hatiye berovajîkirin. Di esasê de cemawerî wek taybet, taybet jî wek cemawerî fêm kirin zêdetir li gorî xwezaya civakê ye. Têkiliya di hevjiyanê de, bandorê li hemû têkilkiyên civakî û gerdunî dike. Dûrûtiya herî mezin a şaristaniyê,vê têkiliya gerdûnê tenê wek yek hêman dihesibîne. Sedema bênirxbûn û bêfedebûna herî mezin a zanînê jî ev e.”
 
Ocalan bi van gotinan nîşan dide ku taybetbûn û giştîbûn çiqas girêdayê hev in. Di serdema îro de mêr û jin ji bilî zayendê hev nas nakin û di giştîbûnê de kifşkirina taybetbûn an jî ji taybetbûnê  kifşkirina giştîbûnê pêkane? Bersivek statik a vê pirsê tûne ye. Her mirov di diyaletkîka jiyana xwe de li gorî rastiya civak û ahlaqê xwe dijî. Lê ji salên 1960’î şûnde şoreşa zayendê ya hatiye destpêkeirin û azadiya zayendê ji vê re xizmetê nake. Di bin navê azadiya zayendê de li têrbûna bedenan digerin û ji ahlaqê azadiyê dur têkiliyan dikin alav. Parastina vê ferasetê jî ne raste. 
 
Niha di gelek tevgerên azadiyê de jî handîkapa sereke ya tê jiyîn ev e. Ligel parastina nêrîna herî pêşkberî, di venasîna hestê de zehmetiya tê kişandin zehmetiya venasîna polîtîka zayendî ye. Venasîna azaidya zayendî bi ferasetek azadiyê ya çawa re tê bikaranîn, ev gelek girîng e. Di modernîteya kapîtalîst de azadî wek tişta ku tê xwestin û tê kirine û ev di asta herî jor de tê jiyîn. Ev feraset jinê dike mal-milk û alav. 
 
Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Divê çawa bê jiyîn?’ hefteya pêş wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji dosyasya bi sernavê “Hevjiyana Azad: Çima, Çawa?” a Kovara Jineolojiyê ji hejmara 8’an hatiye girtin.