Rastiya yekbûnê li ku ye çawa ye bi destê kê hat xerakirin?

  • 09:03 25 Tebax 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
 
Li rojhilat jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin, li rojava jin kopyayek kêm a mêr hatiye venasîn. Ev zanîna di serdema navîn de mijara gotinê bû, jin wek  mêrên qels tê venasîn û di navbera vê venasîn û plana zayendî ya Xiristiyanê de têkiliyek heye. Ev zanîn jinê qels mêr tam vedinasîne. Jinê wek kopyaya mêr a qels dibînin. Ev agahiyek girîng a ji mîrateya tibî ya modern re maye. Di modernîteyê de jin tenê nefs e. Ji bo têrbûna mêr alav e.
 
Nagîhan Akarsel
 
Pirsa ‘zayend bi destê kê hat xerakirin’ girîng e. Bi nêzîkatiyên qederê yan jî madeyiyê em ji wateyê dûr ketin. Zayend ku yek ji hestên esas in, bi armanca meşandina nifş tê meşandin û ligel vê hesreta li hember hestê yekbûyî ye. Lêgerîna bi êş a mirov a li aliyê xwe yê din digere ye. Ji têrbûna fîzîkî wêdetir lêgerîna yekbûnê ye. Haci Bektaşi Velî dibêje ‘Em bibin yek bibin zindî’. Hevdîtina rih û beden e. Lê modernîteya rojava jihevkirina beden û rih û tenê wek hestekî bedenî ye. Hezkirin rêzdarî û bawerî tunebe ev hest tê îstîlakirin. Di zayendê de têrnebûyîn zêde dibe.
 
Di Yahûditiyê de di zêdebûna nifş de zayend esas tê girtin û jin di her alî de biçûk hatine xistin. Xiristiyanî jî zayendî bi pêkanîna rahip û rahîbeyê qedexe kiriye. Abdullah Ocalan der barê vê de wiha dibêje “Xiristiyaniyê bi vê pêkanîna kadrobûyênê re neyîniyên civaka zayendperest sînor kiriye. Di alî pêşketina civakî de rolek girîng lîstiye. Lê di pêşketina diyalektîka ku hevjiyana azad pêkan dike de rê venekiriye. Li dijî wê wek bertek teqîna zayenda civakî ya kapîtalîzma modernîteyê pêk hatiye. Jiyana tenê hevjînek a mulkiyet a modern, li dijî çanda rahip-rahîbe, wek duyemîn terza jiyanê nokteyek din ava kiriye. Di aloziya di jiyana tenê hevjînek a modernîst de, çanda rahîb-rahîbe ya di xiristiyaniyê de heye. Her du çand di civaka zayendî de dixitimin. Di aloziya çanda zayendperest a civaka rojava de ev rastî heye.”
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku der barê mijarê de çareseriya îslamî jî bi ser neketiye û wiha dibêje: “Berovajî jiyana rahip-rahîbe, îslamiyet têrbûna ji zayendê esas digire û gelek hevjîn û cariyeyan pirsgirêkê çareser dike. Pêkanîna haremê wek rola genelev pêk tê. Cudahiya wê ji bo hinek kesan hatiye taybetkirin. Yanî di navbera wan de cudahî tune ye. Civaka rojhilat ji civaka rojava şûndetir ketiye û di vir de pêkanîna civak a zayendperest rola wê girîng e. Jin û mêrên rojhilat li hember jin û mêrên rojava têk diçin û di vir de rola zayenda civakî gelek girîng e. Zayendperestî li ser pêşketina civakê gelek bi bandor e. Feraseta zayendperestî ya îslamê koletiya jinê giran kiriye û mêr kiriye desthilatdar. Li gorî şaristaniyên rojava encamên neyînîtir derxistiye pêş.”
 
Li rojhilat jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin, li rojava jin kopyayek kêm a mêr hatiye venasîn. Ev zanîna di serdema navîn de mijara gotinê bû, jin wek  mêrên qels tê venasîn û di navbera vê venasîn û plana zayendî ya Xiristiyanê de têkiliyek heye. Ev zanîn jinê qels mêr tam vedinasîne. Jinê wek kopyaya mêr a qels dibînin. Ev agahiyek girîng a ji mîrateya tibî ya modern re maye. Di modernîteyê de jin tenê nefs e. Ji bo têrbûna mêr alav e.
 
Di sedsala 19’an de lêgerîna fêmkirina têkiliya di navbera jin û mêr de dewam kiriye. Ji fîlozofên ku hewl dane vê nakokiyê çareser bikin, Hegel, ji bo  avabûna hişmendiya xweser îfade bike têgeha ‘naskirinê’ bi kar aniye. Wek mînak, jin û mêr wek zayend aniye hember hev:
 
 “Mirovên alavan bi kar tînin xwezayê wek alava xwe dibîne. Di rasthatina hev a zayendan de jî hest aydê xwe tên dîtin. Xwe digihînin agahiyên ku ev çi ne? Her gumanbar bi nezelalî û tirs nêz dibe, ji ber xwe bi hinekên din re dibîne.”
 
Hegel yekîtiya çavkaniya wê hişmendiya xweser, wek du beşan jin û mêr îfade dike:
 
“Di têkiliya zayendî de, her gumanbar hewl didin nêrînek hevpar biafirînin. Ev nêrîna hevpar di evînê de, wek teşeyê zanînê dertê pêş. Têkiliya zayendî xwezaya kûr a hişmendiya gumanbar derdixe holê. Têkiliyek zayendî ya xwedî hişmendiya xweser, ji ber vê yekê ji xwezabûnê wêdetir, ji kişandina biyolojîk a kûr a zayendê zêdetir e; her gumanbar bi awayekî radîkal bi nêrîna xwe nêz dibe.”
 
Tevî vê venasînê, Hegel li ser wekheviya jin û mêr venasînek qels kiriye. Em li çîroka Karl Marx û hevjîna wî Jenny binêrin. Marx di seranserê jiyana xwe de hewl dide keça malbateke dewlemend Jenny kêfxweş bike. Ji zaorkatiyê de ji Jenny hez dike û çar salan jê mezintir e. Têkiliya wan tevî ku carnan baş carnan xerab bû têk naçe. Karl diyar dike ku sedema esas aborî û ev rolek têkiliyê bû.
 
Karl ku bi kurtasî hewl dide nakokiyê bi aboriyê çareser bike, Hegel bawer dike ku ev bi dewletê dikare mayînde bibe. Berovajî Hegel Ocalan vê di navbera pîrozî û lanetbûnê de digire dest û balê dikşîne ser girîngiya hevjiyana azad. Abdullah Ocalan diyar dike ku xerabûna hevsengiya di navbera jin û mêr de hemû hevsengiyên cîhanê xera dike. Jirêderketina herî mezin a şaristaniya dewletî di vê qadê de bûye. Niha qada herî zehmet a tê afirandinê ev e. Çavkaniya jiyanê xweşikahiya jiyanê girêdayî vê têkiliyê ye.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘Exlaq û hişmendiya azadiyê’ hefteya pêş wê bê weşandin.