Azadiya zayendî yan politikaya zayenda azadiyê?

  • 09:08 11 Tebax 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Di vê serdema dem û cih li cîhanên cuda tên bicihkirin de jî kî dixwaze yekbûnê fêm bike? Ji bo mirovan bi beşek jiyanê re eleqeder dibin her tişt zû çêdibe û diqede. Her kes bi qasî tijî îqna dibe û îdia dike ku giştîbûn fêm kiriye. Lê mirov ji perdeya di navbera rih û beden de li jiyanê temaşe dikin. 
 
Nagîhan Akarsel
 
Evîn rastiya ku her tişt girêdayê hev e îfşa dike. Hedefa wê ev e ku lihevhatinê bi dest bixe. Bi vê hewl dide jiyanê fêm bike. Riya xwegîhandina azadiyê vedinasîne. Di heman demê de dibêje azadî tunebe mirov jî tune ye. Car caran bi hemû xweşikahiyan re têkiliyê datîne. Car caran hatina gel hev a heybeta ez û tû dihewîne. Bi kurtasî rewşa destpêkê ye. Afirandin e. Du cîhanê cuda hev temam dikin. 
 
Destpêk di nav yekbûnê de xwe diyar dike. Bi parçeyên yekbûnê re xwe dide dîtin. Parçe yekbûnê, yekbûn jî parçeyan xwedî dike. Ev lihevhatin û aheng di civakîbûnê de veşartiye. Di jiyanê de yekem gava em davêjin jî wek pirs li bende bersivê ye. Gava yekem di heman demê de navê nakokiya tê danînê ye. Gava duyem jî analîzkirina nakokiyê ye. Ya sêyemîn jî parvekirin û avakirina zanînê ye. Ev gelek caran bi mîtolojiyên vejînê tê formulekirin. Carnan jî di  metnên pîroz de xwe li heqîqetek bi sir dipêçe. Car caran jî mahkumê nêrînên beden dibe. Lê tevî her tiştî dixwaze bê fêmkirin.
 
Di vê serdema dem û cih li cîhanên cuda tên bicihkirin de jî kî dixwaze yekbûnê fêm bike? Ji bo mirovan bi beşek jiyanê re eleqeder dibin her tişt zû çêdibe û diqede. Her kes bi qasî tijî îqna dibe û îdia dike ku giştîbûn fêm kiriye. Lê mirov ji perdeya di navbera rih û beden de li jiyanê temaşe dikin. Lêgerîn tijekirina emrekî didome û diçe. Ji jiyanên din temen dibirin. Di her birînê de ji jiyana xwe dûr dikevin. Lê ma her tiştê mirov ji por, dil, neynûk û rengên çav bigire heta her tiştî, ne di yekbûnekê de ye? Hemû mucîzeyên gerdûnê bi mirovan re pêk nedihat gelo? Mirov ne gerdûna mikro bûn? Bêyî pirs û bêyî lêpirsîn, destûr nedaye ku beden bibe makîne?
 
Têkiliya di navbera jina şaristanî û mêr de jî di navbera pîrozî û lanetê de biriye aniye. Wê hişmendiya jiyanê çawa ava bikira? Av û agir, beden û rih, mêr û jin, heyv û roj, dem û cih, jiyan û mirin, başî û xerabî, niha û bêdawî bûn. Wê çawa bigihişta têgeha hebûna mirov.
Divê ev têkilî ji nû ve bi destdanên jinan bên venasîn. Wateya veşarî ya di wir de bi nêrîna jinê divê bê şîrovekirin. Zayend bi terza civakî hatiye avakirin û têkiliya di navbera desthilatdarî û zayendê de venasîn pir girîng e. Polîtîkayek zayendê ya jin ava dikin wê polîtîka zayendê ya azad bûna. Bi jineolojiyê watedarkirina vê şîrovekirin û nîqaşkirin wê destpêka jiyanê be. Avakirina polîtîkayek zayendê gelek girîng e û peywirek e. Şikestina zayendê destpêkê windakirina jinê ye. Çareserkirina vê gelek girîng e û ferz e. Ji ber zayend pergalek e. 
 
Di kurama hevjiyana azad de tehlîlkirin gelek girîng e. Li gorî armanca azadkirina têkiliyên navbera jin û mêr de ez ferz e. Desthilatdariya ku xwe zêde mayînde kiriye. Teşhîskirina bê serdestiya li ser têkiliya jin û mêr gelek girîng e. Nîqaşkirina têkiliyê ku divê çawa be ferz e.
Wê demê em ê di vê qadê de asta azadiyê çawa bi dest bixin? Em ê wateyên sexte yên bi sosyalojiya modernîteyê hatiye barkirin çawa deşifre bikin?Bi zayenekê re dikare sosyolojiya azadiyê bê avakirin? Bi paradîgmayeke bêpolîtîka sosyolojiya azadiyê nayê avakirin. Ji ber vê divê rêbaz çi be? Gelo zayend tenê hestek e? An jî parvekirina nivînekê ya seranserê jiyanê ye? Di pirtûka ‘divê çawa bê jiyîn’ ya Çernîşevskî ya ku Vera Pavlovna di odeya cuda de radizêye?
 
Dema feraseta serdest a mêr bi desthilatdariyê re tê gel hev, avakirina azaya zayendê ya rih û mejî ya jinê girîng e. Hatinên gel hev ên zayendê hem çavkaniya koletiyê hem jî berdewamiya wê ye. Li aliyê din jî wek qada pîroz tê nîşadan û bi malbatê ev pîroz tê nîşadan. Li aliyê din jî pergal wek cihê têrbûna zayendê hinek navendan nîşan dide. Bi mejiyên hevpar defîşrekirina vê pêkan e.
 
Pêdivî bi têgehkirineke nû ya venasîna têgehên şoreşa zayendî an jî azadiya zayendê heye. Ya pêşketin an jî paşverûtî. Bi rêbazên rewa koletiyê didomînin. Wek destpêkeke nîqaşkirinê, di vê mijarê de em têgeha polîtîkaya zayenda azad pêşniyar dikin. Bêguman ev pêşniyareke ji nîqaşê re vekiriye. Em ê di vê mijarê de bi hişmendiya ku ev bi tena serê xwe mijarek dosyayekê ye, di vê nivîsê de rewşa yekbûyî ya evînê ku têkiliya wê ya bi zayendê re vebêjin. 
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘Lêgerînên têgehan a di dîrokê de’ wê hefteya pêş bê weşandin.